Jîna Amînî û 'Jin Jîyan Azadî' berendamên Sakharovê ne
Diyarname
Parlemena Ewropayê (PE) berendamên Xelata Azadiya Ramanê ya Sakharov eþkere kirin. Îsal Jîna Amînî û 'Jin Jîyan Azadî' jî wekî berendam hatin nîþandayîn.
PE'yê bi ser malpera xwe re berendam eþkere kirin. 9 berendam hene. EPP'ê (Partiya Gel a Ewropayê), S&D'yê (Sosyalîst û Demokrat), Renew Europe Renew û Aktîvîstên Perwerdekar ên ji Afganistanê yek bi yek Jîna Amînî û 'Jin Jîyan Azadî' wekî berendam nîþand dane. Ji bilî van hin berendamên din jî hene. Li aliyê din Neofaþîstan Elon Musk wekî berendam nîþand dane.
Li gor bernameyê Komîteya Pêþketin û Têkiliyên Derve a YE'yê (Yekîtiya Ewropayê) ji nav van dê 3 fînalîstan eþkere bike. Seroka PE'yê Roberta Metsola û serokên komên partiyên siyasî roja 19'ê mehê ji nav van 3 fînalîstan serketî diyar bikin.
XELATA SAKHAROV
Fîzîkzanê ji Sovyetê û muxalifê siyasî Andrei Sakharov di sala 1975'an de Xelata Nobelê ya Aþtiyê girtibû. Ji sala 1988'an ve li ser navê wî ev xelat tê belav kirin û didin kes û saziyên di warê mafên mirovan de ked dane. Xelata Sakharov beranberî 50 hezar Euroyî ye.
Di sala 1988'an de ev xelat dabûn Nelson Mandela. Di sala 1995'an de dabûn Leyla Zana lê ji ber ku ew girtî bû piþtî hat berdan (2004) xelata xwe girt.
Di sala 2016'an de ev xelat dabûn keça êzîdî Nadia Mûrad û Lamiya Aji Bashar.
Par ev xelat bi gotina "Ji bo gelê Ûkrayna ê dilpola" ev xelat þandibûn ÛKraynayê.