Roja Alzheimer a Dinyayê, ne bîra xwe, ne bîra neteweyî winda nekin
Diyarname
Îro 21'ê Rezberê Roja Alzheimer a Dinyayê ye. Alzheimer nexweþiyeke ku mirov her tiþtî ji bîr dikin. Bi vê rojê balê dikiþînin ser vê nexweþiyê.
Di vê rojê de em îstatîstîk û agahiyên li ser vê pêþkêþî we bikin.
- Kêmbûna folîk asît, pîrîdoksîn, vîtamînê B12; ligel van, bilindbûna homosistein dibe sedema destpêkirina vê nexweþiyê.
- Di vê nexweþiyê de di bîra nexweþ de problem derdikevin; ew xwe ji bîr dike.
Hin nîþaneyên heyî bi vî rengî ne:
- Di zanînê de þêlobûn
- Adaptenebûna li cihê lê mayî
- Li cihê baþ dizane jî têdernexistin û windabûn
- Pirsgirêkên di axaftin û bikaranîna ziman de
- Êrîþkarî, daxwazên ne normal ên ji endamên malbatê yan jî ji hevalên xwe.
- Li hemberî derdorê bi þik tevgerîn
- Halusînasyon û zenkirina tiþtan
- Kêmbûna motîvasyonê
- Bêyî alîkarî nikaribe pêdiviyên xwe yên rojane bîne cih
- Bûyerên ku ji bîr çûye înkarkirina wan
- Metirsî û depresyon
Her ku temen zêde bibe ev nexweþî hê zêdetir xwe nîþan dide.
- Bi taybetî di kesên temen bi ser 65'an re xwe nîþan dide.
- Sedî 2-4'ê kesên temen bi ser 65'an re de ev nexweþî heye. Di yên bi ser 85'an re de sedî 20 ev nexweþî heye.
- Ger nexweþ gihîþtibe asta dawî, wê çaxê di navbera 1 û 3 salan de emrê wî/ê maye.
AGAHIYÊN WHO'YÊ
- Rêxistina Tenduristiyê ya Dinyayê (WHO) ji bo vê nexweþiyê her 21'ê rezberê de agahiyan belav dike, balê dikiþîne ser vê nexweþiyê. Li gor WHO'yê li dinyayê 55 mîlyonî zêdetir nexweþên Alzheimerê hene. Wisa here di sala 2030 de ev hejmar dê bigihîje 78 mîlyonî; di sala 2050 de dê bigihîje 139 mîlyonî.
- Li Tirkiyeyê li dor 300 hezar nexweþên Alzheimerê hene.
ÇARE, EGZERSÎZ Û HIN XWARIN
- Heta niha çareya bi temamî têkbirina vê nexweþiyê tune ye, lê pispor dibêjin kes her roj 30 deqe di asta tempoya normal de egzersîzan bikin, dê hê hindik rastî vê nexweþiyê bên.
- Dîsa, hin xwarinên dikarin pêþî li vê nexweþiyê bigirin, yan jî kêm bikin ev in: Masiyên somon, sardalya, uskumru, gûz, bihîv, rûyê zeytê, avokado, sebzeyên pel kesk, çîlek, tuyên reþ, mêweyên wekî porteqal, mendelî, greyfurt û lîmon.
Di vê rojê de hay ji bîra xwe hebin, hey ji bîrra xwe ya kes jî, ya neteweyî jî hebin.