Encamnameya Konferansa Lozanê: Hebûn, ziman û statuya gelê kurd nas bikin
Amed
Partiya Herêmên Demokratîk (DBP), Kongreya Civaka Demokratîk (KCD), Partiya Komunist a Kurdistanê (KKP), Partiya Sosyalîst a Kurdistanê (PSK), Partiya Însan û Azadiyê (PÎA) û Partiya Çep a Kesk (Yeþîl Sol Partî) duh konferans li dar xistibûn, îro encamnameya wê belav kirin. Konferans bi navê “Di sedsala Peymana Lozanê de Kurd û Kurdistan” hatibû lidar xistin û îro encamname li Cemiyeta Rojnamegerên Bakurrojhilatê ya li Yenîþehîra Amedê hat belavkirin.
Hevserokê KCD’ê Bedran Ozturk, Hevseroka Giþtî ya DBP’ê Saliha Aydenîz, Serokê Giþtî yê PÎA’yê Mehmet Kamaç, Serokê Giþtî yê KKP’ê Sînan Çîftyurek, Serokê Giþtî yê PSK’ê Bayram Bozyel û nûnerên partiyên siyasî û saziyên sivîl tev li daxuyaniyê bûn.
Berdevkê KKP’ê Nûsrettîn Maçîn bi kurdî, Serokê Giþtî yê PÎA’yê Mehmet Kamaç jî bi tirkî encamname xwend.
Va ne hin notên ji encamnameyê:
- Peymana Lozanê qediyaye û karê lezgîn ew e ku Zagoneke Bingehîn a nû ku hebûna gelê kurd nas bike, bê çêkirin.
- Peymana Lozanê ya 24’ê Tîrmeha 1923’yan ji bo gelê kurd tê wateya tarîtiyê, qetlîam û zilmên bêdawî. Em Peymana Lozanê ya ku gelê me tê de nayê temsîlkirin û îradeya wî tê paþguhkirin nas nakin û kesên ku ev peyman îmze kirine û bi cih anîne bi tundî þermezar dikin.
PIÞTÎ PEYMANÊ SOZÊN XWE JI BÎR KIRIN
- Kemalîstên ku di dema perçebûna Împaratoriya Osmanî de bi navê biratiya olî piþtgirî ji murdan xwestin, diyar kirin ku dewleta ku were avakirin wê bibe dewleta hevpar a tirk û kurdan. Piþtî îmzekirina Peymana Lozanê hemû gotinên xwe ji bîr kirin
- Kemalîstan mafên zimanî yên ku di xalên 38-39 ên Peymana Lozanê de hatine diyarkirin jî nedan kurdan.
- Hikumeta Enqereyê ku bi Peymana Lozanê hebûna wê bi fermî hatibû naskirin, piþtî sê mehan di 29’ê Cotmeha 1923’yan da komar ragihand. Daxuyaniya Komarê red û înkara li hemberî gelê kurd rewa kir û fermî kir.
- Di makezagona 1924’an da têgîneke hemwelatîbûnê ku hebûn, ziman û çanda gelê kurd înkar dike û her kesên li Tirkiyeyê dijîn wekî Tirk dihesibîne, hat bi cîkirin.
- “Takrîr-î Sûkûn” a di sala 1925’an da derket û 'Plana Îslahatê ya Rojhilat" ku piþt re bi dizî hat amadekirin û bicihanîn, bûn bingeha rejîmên leþkerî, Mufetîþên Giþtî û sîstema Rewþa Awarte ku wê sedsalekê li Kurdistanê bidome. Zimanê Kurdî bi fermî qedexe kir, ji xwe re kir armanc ku li Kurdistanê kurdan tune bike, ji bo ku bigihêje vê armancê qetlîamên girseyî pêk anî.
- Rejîma Kemalîst di sala 1921’ê de li Koçgirî, di sala 1925’an de li herêma þerê Þêx Seîd, di sala 1928-30’an de li Agirî, li Zîlan û di sala 1938’an de li Dêrsimê, bi her cure rê û rêbazan û bi komkujiyan serîhildan û berxwedana gelê kurd a ji bo azadiya neteweyî tepeser kir.
SIYASETA LI HEMBERÎ KURDAN
- Îro jî êriþên li dijî destkeftiyên gelê me yên li Herêma Federal a Kurdistanê û Xweseriya Rojava berdewam dikin. Li bakurê Kurdistanê îradeya gelê me tê desteserkirin û ji bo rêveberiyên herêmî kayûm tên tayînkirin, partiyên Kurdistanî di bin gefa girtinê de ne, li dijî kadroyên siyasî operasyonên bênavber tên meþandin, polîtîkaya tecrîdê ya tund a ku her cure yasayan binpê dike, tê meþandin.
- Gelê me tevî hemû êrîþ û komkujiyan li çar parçeyan têkoþîna xwe ya azadiyê ya netewî domand, didomîne.
- Gelê me li baþûrê Kurdistanê ji sala 2005’an ve bûye xwedî statuyeke federal. Li baþûrê rojavayê Kurdistanê gelê kurd di rêya azadiyê de li ber firsendên girîng e. Parastin û pêþxistina destkeftiyên her du beþan û dûrketina ji pevçûnên navxweyî pir girîng e.
- Divê neheqiya dîrokî ya sedsalî li ser gelê kurd bi dawî bibe. Wek her gelî mafê gelê Kurd jî heye ku li welatê xwe bi azadî û bi rûmet bijî. Ev maf bi hiqûqa gerdûnî ya navneteweyî re tevdigere û ji bo aþtiyeke mayînde þertekî pêwîst e.
XALÊN JI BO ZAGONEKE BINGEHÎN A NÛ
Ji bo vê yekê divê Zagoneke Bingehîn a nû bê çêkirin û divê li ser van xalan be.
- Divê hebûn û nasnameya gelê kurd bi fermî bê nasîn,
- Divê zimanê kurdî ji bexçê zarokan heta zanîngehê wekî zimanê perwerdeyê bê qebûlkirin û wekî zimanê fermî digel tirkî bê nasîn;
- Divê zemînek demokratik bê avakirin ku rê li ber kurdan veke da karibin bi navên kurd Kurdistanê bi azadî xwe bi rêxistin bikin û xwe îfade bikin;
- Divê statuyek bo gelê kurd bê dayîn ku karibe li Kurdistanê xwe bi rêvebibe.
- Divê navên bi kurdî yên gund, bajar, cihên tarîxî ku li Kurdistanê hatine guherîn bêne îadekirin;
- Divê cihê gorê kesayetên kurd ku dewlet vediþêre bêne diyarkirin;
- Bi vî awayî divê jiyana gelê kurd bi gelên din ra bi þeklê wekhev, azad û birûmet bi awayek qanûnî û civakî bê parastin.
- Divê zihniyeta înkar û zilmê ya ku li hember gelên kurd, ermenî, Asûrî-Suryanî, Keldanî, ereb, azerî, tirkmen û dîn-baweriyên wek Elewî-Sunî, Xiristiyan, Mûsewî Êzdiyên li Kurdistanê dijîn, tê meþandin bi dawî bibe. Cudahiyên etnîkî, dînî û çandî yên civata Kurdistanê divê wekî dewlemendî di Zagona Bingehîn de cih bigirin.
SIYASETA TIFAQA NETEWEYÎ
- Divê em jibîr nekin ku gelê kurd, ji ber tunebûna tifaqa netewî sed sal berê mafê netewî li Lozanê winda kir. Em bi siyaseta avakirina tifaqa neteweyî, zêdekirina dostan û kêmkirina dijminan dikarin sed sala 21'ê kar bikin. Siyaseta kurd, bi van polîtîkayan dikare astengiyên li hember azadiya netewî rake, firsetan bikar bîne û Peymana Lozanê bê tesîr bike. Em bang li dewletên wek Brîtanya û Fransayê dikin ku di destpêka sedsala çûyî da bi Peymana Lozanê ya 1923’yan Kurdistanê perçekirin, kurdan bêstatu hiþtin, dawî li vê neheqiya dîrokî bînin.
BANGA LI SAZIYÊN NAVNETEWEYÎ
Em bang li Neteweyên Yekbûyî (NY), Konseya Ewropayê (KE), Yekitiya Ewropayê (YE) û saziyên navneteweyî yên din dikin ku piþtgirî bidin têkoþîna gelê me ya diyarkirina çareseriya xwe û neheqiya Lozanê. Gelê kurd dixwaze bi gelên herêmê yên tirk, faris û ereb re bi awayek wekhevî sed sala bê bijî.
DEWLETA TIRK BILA DEST JI ÎNKARÊ BERDE
- Banga me ji dewleta tirk ra ev e; sîstema li ser înkara kurdan hatiye avakirin nadome.
Hatiye îsbatkirin heta ku gele kurd azad nebe, gelê tirk jî azad nabe. Werin li cihê siyaseta þer û înkarê, em ji bo çareseriya meseleya kurd a aþtiyane û demokratik destpêkek nû bikin. Werin em hêz û çavkaniyên xwe ji þer û pevçûnan re na, ji Zagoneke Bingehîn a nû ku îmkana bi hev re jiyaneke azad, bi rûmet û wekhev dide gelên kurd, tirk û yên din re seferber bikin. Em ê tev bi hev re bi ser bikevin.”
***
Nûçeya Eleqedar:
- Konferansa Lozanê ya li Amedê: Kurd mafên xwe dixwazin û divê ev maf bên dayîn