Samî Hêzil: Divê em cihê wergerê di çand û zimanê xwe de diyar bikin: serê jorê an ber dêrî?
Hevpeyvîn Cemil Oguz
Samî Hêzil ji bo wêjeya kurdî kedeke girîng dide. Ji bilî nivîsînê, wergerê jî dike. Û niha du pirtûkên nû wergerandin û ew kirin malên kurdî. Yek ji wan, pirtûka nivîskarê navdar J.R.R.Tolkien “Hobbit” e û ya din jî pirtûka Samuel Taylor Coleridge "Newaya Denyavanê Dêrîn" e. Berî van jî ji wêjeya dinyayê pirtûk wergerandibûn. Me ev pirtûkên nû kirin sedem û ji bo li ser xebatên wî, wergerên wî û qîmeta wergerê ji bo kurdî/kurdan biaxivin li deriye wî da. Fermo em bi hev re bixwînin.
***
Herî dawî te du pirtûkên girîng wergerandin. Tu bixwazî em pêþî ji van dest pê bikin, paþê em hinekî li ser girîngiriya wergerê biaxivin. Pirsa min a pêþî bila wisa be: Fikra wergerandina pirtûka Tolkien çawa bi te re çêbû?
- Bala min timî ser cureya epîk-fantaziyê ye û ez nivîskarên nû jî diþopînim, lê her çi Tolkien e, ew daner û temsîldarê sereke yê vê cureyê ye û bûye pêþeng. Hemû berhemên wî, bi taybetî jî sêbareya “The Lord of the Rings” û pêþpûrtika wê sêbareyê “The Hobbit” bi her awayî bûne berhemên sereke yên cureya epîk-fantaziyê. Vêca min xwest ez vê berhemê wergerînim û ew bi kurdî jî bê xwendin, lewre gelek hezkiriyên Tolkien hene ku piranî bi tirkî berhemên wî dixwînin. Wergera Hobbitê çend sal berî niha xilas bûbû lê pêwîst bû em mafê çapkirina bi kurdî ji weþangerê îngilîz bistînin û vê pêvajoyê jî demek dirêj girt, ta ku îsal Hobbit bi kurmancî ji nav weþanên Lîs/Cervantes çap bû.
Ev klasîkek dinyayê ye. Qîmeta wê ji bo wêjeya kurdî çi ye?
- Belê, ev klasîkeke modern e û þahkareke cureya epîk-fantaziyê ye. Ez wekî wêjevanekî kurd girîngiyê didim têkiliya Wêjeya Kurdî û Wêjeya Cîhanê û xebatên min piranî di vê çarçoveyê de ne. Wergera berhemên edebî jî kêliyeke bingehîn e ji bo vê têkiliya navborî. Bi rêya wergerê derfet çêdibin ji xwînerên kurd re ku wêjeya cîhanê bi zimanê xwe bixwînin, an ku mecbûrî zimanên navincî nemînin. Hebûna klasîkan, werger jî tê de, ji bo wêjeyên neteweyî pîvanek e, û di heman demê de klasîkên modern ên werger û berhemên resen dibin keresteyên berawirdkirinê û bi vî awayî jî hin çarçoveyên nirxandin û rexneyê ji bo wêjeya neteweyî diyar dibin. Wergera berhemên girîng ên wêjeya cîhanê hem ji bo xwînerên kurd û hem jî ji bo nivîskaran derfetên cuda çêdike. Helbet ji bo ku werger bibe navgîneke danûstandina Wêjeya Kurdî û Wêjeya Cîhanê, divê berhemên kurdî jî bên wergerandin.
Bi taybetî ji bo pirtûka Tolkien dipirsim: Di wergerandinê de te qet zehmetî kiþandin yan na… Ev pêvajo çawa derbas bû...
- Bê guman di çalakiyên wergerandinê de her tim arîþe hene û ji bo çareserkirina wan jî pêwîstî bi lêkolînê heye. Em wergêr li gor derfetên zimanî û çandî hewl didin kêþeyên wergerandinê ji holê rakin, heta em ji teknîk û stratejiyên wergerandinê jî sûd werdigirin. Dîsa jî divê ez bibêjim ku ev arîþe her tim bi dilê wergêr çareser nabin, an ku kêmasiyeke zimanî, valahiyeke çandî dibe ku tam çareser nebe. Cureya epîkê, wekî tîpolojiyeke vegotinî, dûrê edebiyata kurdî nîn e, lê dîsa jî navên afirîdeyan, navên cih û waran û þêweyên taybet ên gotinê tev bi wesfên kultur-spesîfîk ve dagirtî ne. Di pêvajoya wergerandinê de taybetiyên bi vî rengî ez mijûl kirim bê guman. Tiþta herî girîng ev bû ku ez bikarim þêwaza Tolkien kêm zêde raguhezînim û çêjeke hevta ya xwendinê ya wekî berhema resen bidim metnê. Helbet biryara vê yekê li ba xwîneran e.
Ji ber populerbûnê Tolkien pir hindik tê zanîn, lê kêm kes hay ji “NEWAYA DERYAVANÊ DÊRÎN” hene. Li ser vê tu dikarî çi bêjî?
- NEWAYA DERYAVANÊ DÊRÎN –The Rime of Ancient Mariner– yek ji baladên navdar ê wêjeya îngilîzan e. Helbesteke dirêj e ku ji 7 beþan û 625 rêzikan pêk tê û wekî “balada lîrîk” tê binavkirin. Helbest çîroka deryavanekî vedibêje, Deryavanê Dêrîn, ku keþtiya wî bi zora firtoneyê ber bi Cemsera Baþûr kaþ dibe û piþtre jî berê wê dikeve Okyanûsa Pasîfîk. Zimanê Newaya Deryavanê Dêrîn arkaîk e, lewre bi xasyeta xwe ya zimanî ev helbest ji nerîta helbesta romantîk cuda dibe. Xasyeteke din jî hebûna wan afirîdeyên sosret e ku dê bala xwînerên kurdî jî bikiþînin. Navlêkirin û þayesandina wan afirîdeyên cihêreng cihekî cuda ji vê berhema Coleridge re çêdike. Dîsa di vê berhemê de Coleridge cih daye epîgrafê û bi nîþeyên kêlekê desteg daye wate û vegêrana risteyên esasî yên helbestê, û bi vê yekê jî helbest ji hêla wateyê ve þênber û berfireh bûye. Derbarê wate û peyama helbestê, li ser hêmayên wê yên alegorîk, sembol û temayên wê, temsîla ku Deryavan dike û dîsa li ser niyet û fikra helbestvan nirxandin û nîqaþ çêbûne. Bê guman gelek ji wan nirxandinên dermetnî ne, dîsa jî xwînerên kurdî yên baldar bê guman dê hin têkiliyan navbera dînê xirîstiyaniyê, rewîþtê gerdûnî û helbestê çêbikin. Coleridge helbesta xwe wisa saz kiriye ku bivê nevê mirov li ser wateyên temsîlî yên Albatrosê, li ser Xeyaletê û li ser Keþîþ dirame û hewl dide pêwendiya wan û baweriya dînî þîrove bike. Di wergera kurmancî de jî wêneyên ku Gustav Dorê ji wê berhemê re xêz kirine cih digirin, lewre ew wêne bûne parçeyeke temamker a Newaya Deryavanê Dêrîn û di çapên zimanên cihê de jî xuya dibin.
Sihet xweþ. Em niha dikarin bere xwe bidin pirsên din û wergerê. Ez bi xwe dizanim ji wêjeya dinyayê heta niha te gelek pirtûk wergerandine kurdî. Em agahiyên xwe nû bikin: Bi ev her duyên dawî derketin re bûn çend heb?
- Ji bilî gotar, çîrok û helbestên ku di kovaran de weþiyane heya niha neh wergerên min wekî pirtûk çap bûne. Di nav wan de cureyên edebî yên wekî roman, çîrok û helbest hene û her wiha min du pirtûkên di qada sînemayê de jî wergerandin. Sê berhemên ku wergera wan xilas bûye jî di demeke nêzik de dê bigihîjin ber destê xwînerên xwe. Min niyet heye ku hin berhemên dîtir ên ji wêjeya îngilîz û amerîkî bikim malê kurdî. Ez bi taybetî jî berhemên ku hatine wergerandin dubare wernagerînim. Bi baweriya min em wergêrên kurd di nav hevkariyeke nebinavkirî de ne ku her yek ji me barê hev û din sivik dike û hewl dide ku prestîja zimanê me bilintir bike.
Neh wergerên çapkirî û hinên li ser rêya çapê. Kedek hêja ye. Pirsa min bila wisa be: Te çima berê xwe daye wergerê? Ji bo te qîmeta wergerê çi ye ku te ew qas wergerandine û tu hê jî werdigerînî?
- Ya rastî ez bi tenê bi karê wergerê re ne mijûl im lê werger di nav xebatên min de cihekî girîng digire. Berhemên min ên teorîk û lêkolînên akademîk jî hene ku hin ji wan bi awayekî serbixwe çap bûne û çendekan jî di nav pirtûkên edîtorî de wekî gotar cih girtine. Di qada wergerê de ez bala xwe bêtir didim ser du tiþtan: Yek; wergerandina berhemên klasîk (klasîkên modern jî tê de) ên wêjeya cîhanê û du jî; wergerandina pirtûkên teorîk û berhemên lêkolînê. Qîmeta wergerê ji bo min bi fonksiyona wê re têkildar e. Bi çalakiya wergerê ziman, edebiyat û çanda kurdî rastî derfetên danberheviyê tê, lîteratura kurdî fireh dibe û korpûsa qadên zanistî û edebî bi rêya wergerê geþtir dibe.
Meseleya qîmetê hinek jî girêdayî cih û fonksiyona wergerê ya di nav çandekê de ye. Teoriyeke wergerê ya bi navê polîsîstem heye ku wekî ekola Tel Avivê jî tê zanîn. Even-Zohar, danerê vê teoriyê, derbarê cih û fonksiyona wergerê tiþtekî balkêþ dibêje. Ji bo çand û zimanê neteweyan werger di nav sîstema çandê ya pirqetmanî de yan xwedî ciheke navendî ye ku bandorê li ser hemû awayên hilberandina çandî dike; yan jî li perîferê ye û bandorê ji hilberînên çandî yên vê neteweyê/civakê digire. Bi nêrîna min, ji ber rewþa kurdî ya ku berhemdarî kêm û sînordar e, îro pêwîstî heye ku werger bibe xwedî cihekî navendî û bi vî awayî jî bingeh û modelên hilberandinê destnîþan bike. Piþtî ku hilberandina çandî ya resen geþ bû hingê cihê wergerê dibe ku ji navendîbûnê ber bi perîferiyê dakeve. Jixwe ya îdeal a ji bo parastin û reseniya çand, ziman û nasnameyê jî ev e.
Ji bo wergerê te qala ekola Tel Avîvê kir. Wekî van li dinyayê gelek welatan ji bo wergera klasîkên dinyayê komîsyon çêkirine, xebatên cidî kirine. Bi ya te pêdiviya me (kurdan) jî bi hewleke wisa heye, yan tiþtên niha têne kirin bes in?
- Bê guman pêdiviyeke wiha heye. Di dîroka wêjeya kurdî ya nûjen de hin destpêþxeriyên bi vî rengî hene. Mirov dikare wan wekî pêngavên wergerê jî bi nav bike. Wekî mînak kurdên Kafkazê berhemên rûsî û ermenkî wergerandine, kovarên wekî Hawar û Gelawêjê klasîkên edebî wergerandine, Li Stockholm û Parisê piþtî salên 1980’yan hewldaneke wergerê heye, li Bakur hin weþanxaneyan pêþekî dane pirtûkên werger û kovarên wergerê derketine. Ew hewldan timî bi rengekî kolektîf meþiyane lê piranî ji ber þert û mercên cuda nîvco mane û negihîþtine aramanca xwe ya tam. Ya rastî di þert û mercên îro de karên kolektîf hêsantir in û têkiliya wergêrên kurd jî ji berê baþtir e. Lê her wekî em hemû jî dibînin û dizanin, di wan meseleyan de hiþmendî û xîreta xwendeyên kurdan çi carî ji xavbûnê wêdetir neçûye, ev yek jî arîþeya sereke ye li hember karên kolektîf.
Gotina te ya “Xîreta xwendeyan” gotinek xweþ e. Dema li cem xwendeyan xîret tune be wê çaxê dê pirtûk neyên firotin jî. Werger bi xwe meseleya fînansê ye. Ji bo Bakur, Baþûr, Rojava, mesela dikare çawa çêbe?
- Bila werger ji Bakur pere ji Baþûr be û xwendin jî bibe para Rojava. Henek li hêlekê, ji bo meseleya fînansê ez dixwazim çend hevokan bi peyvekê bidim destpêkirin û xwînerên vê hevpeyvînê jî li gor xwe temam bikin: Eger ku….. . Lê….. . Û mixabin……. . Dîsa jî………… . Belkî…… . Qesta min bi wan rêzexalan ew e ku sedem diyar e û rewþ jî neçar e.
Aliyek wergerê wergerandina berhemên cihanê ji bo zimanê me ye, lê aliyê din jî heye, divê berhemên me jî ji bo zimanên dinyayê bêne wergerandin. Ji bo vê ajans lazim in. Çi zanim... Di vî warî de tu çi difikirî?
- Ez wiha formule bikim: Destpêkê divê em berhemên têkûz biafirînin, piþtre em bi xwe qanî bin ku berhemên me yên baþ hene, û di pey vê re jî em danasîna wan berheman bikin û cîhana wêjeyê îkna bikin ku ew berhemên baþ in û hêjayî wergerandinê ne, û di qonaxa dawî de em xwe bigihînin çavkaniyên wergerê, an ku sponsoran, ajansan û destpêþxeran û wergêran peyda bikin. Ez mînaka îngilîzî bidim. Îngilîzan berhemên têkûz afirandine, bi xwe jî bi berhemên xwe zêde zêde serbilind in, nivîskar û berhemên xwe li çar aliyê dinyayê didin naskirin û derfetên wan û çavkaniyên wan jî zêde zêde hene. Vêca lazim e em rewþa xwe, kêmasiyên xwe û berpirsiyarên li pêþ xwe li gor vê formulekirina jor binirxînin.
Ji bilî tiþtên heta niha me gotin, ji aliyê ziman ve, meyl û daxwaza wergerê ve çi pirsgirêkê wergera me hene?
- Ew mijareke fireh e lê ez hema bi çend sernavan bersiva te bidim. Berî her tiþtî wergêr divê ji hêla ziman û çandê ve xwedî perwerdehiyeke xurt bin, lê ev kar bi xwe re gelek pêwîstiyan derdixîne holê ku em ancax di çarçoveyeke din de dikarin behsa wan bikin. Dîsa jî beþên kurdî yên zanîngehan û komele û saziyên zimanê kurdî bi kargeh û perwerdehiyan dikarin vê barê hinek sivik bikin. Parastina mafên pîþeyî yên wergêran jî pirsgirêkeke din e û ku têkiliya wê bi polîtîkaya me ya weþangeriyê re heye. Civaka me hîn jî wergerê wekî pîþe û pisporî nabîne, lewre li her sazî û komeleyê, heta li der û dorên ku bi karê nivîsînê re eleqedar jî her kes bi awayekî wergêr e. Di nav wergêran de pisporiya qada xebatê û teknîk û þêweya xebatê jî hêj bi awayekî rêk û pêk ji hev cuda nebûye. Danasîna wergêran û danasîna berhemên ku wan wergerandine dîsa dimîne ser milê wergêran bi xwe. Tiþta ku wergêrên wêjeyî motîve dike ew e ku xebatên wan bên dîtin, bên ecibandin û rexnekirin. Di vî warî de jî bar li ser milên wergêran e, heta hin wergêr xwe mecbûr hîs dikin ku reklama xwe bikin. Ev yek mixabin xweþ nîn e lê divê mirov hîsiyata wan jî fêm bike.
***
Samî Hêzil kî ye?
Nivîskar û wergêr Samî hêzil di sala 1975'an de li gundê Setmanîsa Wanê hatiye dinê. Di sala 1999'an de Beþa Wêje û Zimanê Îngilizî ya Zanîngeha YY. Ya Wanê xwendiye. Ji sala 2000'î ve wergerê dike, heta niha di gelek kovar û rojnameyan de nivîsên wî derketine.
Pirtûk u wergerên wî:
- Qelareþk û Bîst Helbestên Din / Edgar Allan Poe, Helbest, Weþanên Bajar, 2004
- Serpêhatiyên Ulysses, Charles Lamb, Roman, Weþanên Lîs, 2010
- Prensê Bextewar, Oscar Wilde, Çîrok, Weþanên Sîtav, 2015
- Sînematografî, Blain Brown, Sînema, Weþanên Akademiya Sînemayê ya Rojhilata Navîn, 2016
- Belgefîlm, Erik Barnouw, Sînema, Weþanên Akademiya Sînemayê ya Rojhilata Navîn, 2016
- Kurte Wêjeya Kurdî, Samî Hêzil, Wêþanên Sîtav, 2015
- Lehengê Mîtolojiyê, Samî Hêzil, Wêje-Rexne, Weþanên Lîs, 2021
- Hobbit, J.R.R. Tolkien, Roman, Weþanên Lîs, 2023
- Newaya Deryavanê Dêrîn, Samuel Taylor Coleridge, Roman, Weþanên Lîs, 2023