BRICS dê cuda be
Kurdistan LEZGIYEVA*
Di encama civîna bilind a BRICS’ê ya 22-24’ê gelawê de li Johannesburgê biryarek hat dayîn. Pisporên navneteweyî jî derbarê vê biryarê de di pêÅŸbîniyên xwe de pir bi tedbîr in. Pêkhateya komeleyê, ku niha di civaka navneteweyî de wekî hêza sereke ya ber bi cîhaneke nû ya pirqutbî ve tê hesibandin, endametiya xwe ducar kiriye - BRICS´ê Arjantîn, Misir, Etiyopya, Îran, Erebistana Siûdî û Îmaratên Yekbûyî yên Ereb jî vexwendine da ku bibin endamê wê.
Pirsgirêka sereke, ew bû ku BRICS di serdemeke bi tevahî cuda ya bipêÅŸketina aborî ya welatên endamên wê hemûyan de hate afirandin. Demeke dirêj ne diyar bû ka çima ev kom qet hewce bû. Lêbelê, ji ber ÅŸert û mercan, koma BRICS´ê niha dest bi formulekirina wateyên xwe yên bipêÅŸveçûnê dike.
Ev wate hê jî wekî bipêÅŸketina domdar a ku di serî de li ser aboriyê, bazarên serbest û siyeseta bê tecrît hatiya ser ziman. Bi gotineke din, li ser pir navendîbûnê.
Ji bo berfirehbûna BRICS´ê, ev jî nîÅŸanek pir girîng e. Di tifaqê de ne welatên "xeyidî" lê yên ku aboriya wan baÅŸ dimeÅŸe, hene. Ev welatên hanê, ji piÅŸtgiriya aborî wêdetir, li tiÅŸtekî dinêrin. Berî her tiÅŸtî aramiya jeopolîtîk dixwazin û girîngiya xwe zêde dikin. Û ez dixwazim bibêjim, ev di siyaseta cîhanê de jî diyardeyeke nû ye.
Çîn dibe ku di vê forumê de ya herî tundraw bû û li gorî pîvanên xwe tevdigere. Lê belê, Pekînê soz da ku ji deh mîlyar dolaran zêdetir veberhênan li bipêÅŸketina domdar a welatên din bike. Û ev pir xwezayî û normal e. Û bê guman, Çîn berevajî Hindistanê ji bo berfirehbûna herî zêde ya BRICS'ê radiweste. Ji ber ku Çîn BRICS´ê wekî firsendekê dihesibîne da ku pereyê yê neteweyî “yuan”ê ji bo rûniÅŸtinên di navbera welatên hevpeymanê de bi kar bîne. Bi vî awayî, ew bi niyeta xurtkirina pereyê xwe radibe, helbet li bazara navxweyî jî.
Her wiha Çîn bê guman, BRICS´ê wekî alternatîfeke maqûl ji gelek komên din re - heman G7 û G20’ê dihesibîne - dibîne. Wekî din, balkêÅŸ e ku gelek welatên din - yên wekî Hindistan, Brezîlya - bi pozîsyonên pir nermtir û ne ew qas kategorîk tevdigerin. Û niha di nava komê de ya ku ji bo gelek ramanan dibe lokomotîf, Çîn e.
Ez dixwazim balê bikiÅŸînim ser paradokseke balkêÅŸ ku niha derketiye holê: ji niÅŸke ve, Çîn bi helwestên ku berê Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê (DYA) nîÅŸan didan, tevdigere. Ji ber vê yekê, wekî nimûne, deh-panzdeh sal berê, DYA'yê bazarên serbest pêÅŸkêÅŸî cîhanê kirin, her wiha nebûna polîtîkaya cezakirinê jî. Niha, Çîn ev rojeva ku DYA'yê bi bandor dev jê berdaye, girtiye ser xwe.
Û li vir bi taybetî girîng e ku Rusya dikare BRICS´ê pêÅŸkêÅŸ bike. Wekî din, civîna bilind a sala 2024'an dê li Kazanê were lidarxistin. Bê guman Rusya dê bala xwe bide ser bipêÅŸketina zanistî û teknolojîk, û ev yek bi ramana Çînî re hevaheng e. Û her wiha ji bo danûstendina perwerdehiyê û bê guman, ji bo aboriyeke serbest. Û ev bi temamî bi rojeva Rus-Çînî re li hev dike.
BRICS komeke navdewletî ye, hevbendiyeke ji pênc dewletan: Brezîlya, Rusya, Hindistan, Çîn, Afrîkaya BaÅŸûr. Ji 1'ê rêbendana 2024’an û pê ve tê plankirin ku Arjantîn, Misr, Îran, Îmaratên Yekbûyî yên Ereb, Erebistana Siûdî û Etiyopya jî tevlî vê komê bibin.
*Ji Ozgur Polîtîkayê hatiye girtin
**
Nûçeya Eleqedar:
- BRICS'ê ji bo endamtî bangî 6 welatan kir