Qirikek zêrîn ji deþta Germiyanê: Þukir Xeyat
BARAN GERMIYAN
Hunermendê kurd ê Germiyanê Þukir Xeyat xwediyê qirikek zêrîn bû. Piþtî Elî Merdan, li herêma Germiyanê bi xwe pêþengtî ji meqama kurdî re kir. 83 salan jiyan kir û piraniya temenê xwe ji bo çand û hunera kurdî xizmetê kir. Li pey xwe bi sedan awaz û senfonî hêlaye.
Þukir Mihemed Qadir bi nasnav Þukir Xeyat, di sala 1940’an de li gundê Qelxanlû ya ser bi bajarokê Xurmatû ya li îdareya Germiyanê jidayîkbûye. Di temenek biçûk de dema pîþeyê gulaþê re mijûl dibe de, hunera wî xwe dide der. Bi tena serê xwe dest bi meqam dike û piþtre dibe yek ji stêrkên herî geþ ên ên meqamê di hunera Kurdî de.
Þukir Xeyat bi guhdarkirina hunermendên wekî Elî Merdan û Seîd Elî Esxer Kurdistanî, hîn zêdetir þêwazê meqamê têdigihe. Ji gundê xwe li hespê xwe siwar dibe û awaza wî digihe guhê her kurdekê. Zêdetirî nîv sedsalekê xizmeta hunera kurdî kiriye.
Çiraya wî her geþ dimîne
Þukir Xeyat dema 13 salî bû, çend caran Mamosta Elî Merdan serdana gundê wan dike, cara yekem bi gotina strana ‘Giyanê min ê delal’ deng û qirika wî ya taybet dibihîse û dîrek jê re dibêje: “Dengê vî zarokî gelek xweþ e.” Piþtre bû rêberê wî û jê xwest ku ligel wî di radyoya kurdî ya Bexdayê de perwerdeya meqam bibîne. Ji ber temenê xwe yê biçûk vê derfetê ji dest dide. Lê ev yek çira wî navemirîne, her wiha gelek caran dubare tên beramberî hev.
Nasnavê Xeyat digire
Ji ber hejarî û bê derfetiyê, ji bo peydakirina debara jiyana xwe di sala 1957’an de dibe terzî (xeyat) û ev dibe nasnavê wî.
Hunermend Þukir Xeyat, 44 meqamên cuda dizanî bêje û bi taybet meqamên Germiyanê ‘Elaweysî, Qetaruxawker, Awî Awî, Sêga dizanî bistire. Zêdetirî 100 berhemên hunerî heye ku berhemên herî bi nav û deng ên Þukir Xeyat Yar Ezîz, Sewze Sewze, Þede Þil in.
Bi sedan berhem li pey xwe hêla
Li gel hunermendên herêmê Hisen Elî 22 salan û li gel Selah Dawide zêdetirî 40 salan bi hev re meqam gotine.
Piþtî gelek salên têkoþîna li dijî nexweþiya penceþêrê, di þeva 18’ê Tebaxa/Gelawêja îsal de, di temenê 83 saliya xwe de diçe ber dilovaniya yezdan. Li ser daxwaza wî, li Goristana Rehîmawe ya li bajarê Kerkûkê spartin axê. Lê deng, awaz, huner û meqamê wî dê her zindî bimîne û wekî bingeha hunera kurdî dê her were dîtin.
Ji Rojnewsê hatiye girtin