7 hezar kurd ji ber avê nexweş ketin
Kobanî
Berdevkê Komîteya Tenduristiyê ya Kantona Kobanî Elaedîn Keno Eto da zanîn ku ji ber birîna ava çemê Firatê ji aliyê dewleta Tirk ve, çirav çêbûne û ava qirêjî bûye. Eto diyar kir ku di encamê de nexweÅŸî li gundên li keviyên çem belav bûne.
Li gundan gelek nexweÅŸî çêbûn
Keno Eto ji Nivîsgeha Ragihandinê ya Meclisa Rêveber a Herêma Firatê re axivî û diyar kir ku di dema dawîn de gelek nexweÅŸî li bajarok û gundên li beramberî çem belav bûne ku jêdera sereke ya ava vexwarin û avdanê ye.
Li Kantona Kobanî 6 hezar û 879 kes nexweÅŸ ketine
Eto anî ziman ku ji destpêka îsal ve 6 hezar û 879 kes li deverên kantona Kobanî yên li qiraxa çem nexweÅŸ bûne. Li gorî Keno Eto, li navçeya Qenaya 6 hezar û 200 kes û li gundên Melîha, XiÅŸxaÅŸ, Cada û Remala yên Sirînê jî 687 nexweÅŸ ketine.
Elaedîn Keno Eto diyar kir ku nexweÅŸiyên ji ber qirêjbûna ava çem belav bûne, navçûyîn, îltîhaba kezebê û gurîbûnê çerm in.
NexweÅŸ bê pere li 9 navendên tenduristiyê yên girêdayî Komîteya Tenduristiyê ya Kantona Kobanî têne dermankirin.
ANHA