Dahûrtina pirtûka çîrokan “Mêþo”
ar- da janxwar
“Qafka, Poe, Bûckett, H. Kovan, Dostoyevskî, Oblomov, Borchert û hwd þopên van kesan di gelek çîrokan de heye. Nivîskêr di hemû çîrokên xwe de "tecawizî" lehengên xwe kiriye. Ketiye bin hiþê wan wekî dîk di tepelika serê wan de fiskiribe (di fiskirinê de zêyek çêdibe tiþtekî nû ava dibe lê di vir de berevajî wê sêrbûn derçûye) nehiþtiye karekterên wî ji wî azad bijîn, bifikirin. Pir qala desthilatkariyê dike (lê ew bi xwe desthilatdariyê li lehengên xwe dike) û dersê dide wan feqîrên ku ji tirsa wî, newêrin bibêjin kirt.
Pir dubarekirin heye di çîrokan de, di her çîrokê de eynî qalibên peyvan û biwêj, bikaranîye. Mînak; "weh ma xewn bû!" ,”hela huþbin”, û hwd
Naverok li wê ‘qulê” dialiqe. Erotîzma di wê çahlê de xwe, tev nade. Di warê fîzyolojîk de jî liv tune ye. Li ber mirinê ye, hiþ terr e hê di wê tariyê de “heyînperezî”ya xwe, dikole û çiqas tarî be, ew qas li þiûra wî, xweþ tê. Ji hatina wê “qulê” diqehere û diqîre lê dawiya dawiyê li dû xwe, dinêre û dibêje; Ev çi dev e, ma ez ji vî devî derketibûm?
Nivîskêr qerekterê xwe li hember me dagirtine, bi fikrên wan lîstine û xwe, kiriye þikê. Melankolî, xewn, bîr, erotîzm, êþa tekakesiyê û li xwe mikur(ne)hatina bin hiþê xwe þiûr, derþiûr, serekê çîrokan bû. Di warê xwendinê de ziman têkûz e û di ekla xwe de ye.
Em werin ser çîrokan
Çîroka Axaftina Bê Deng
Ev çîrok qala rojên xendekan dike. Bi dû lehengên xwe yên bi navên wan Çoran û Sûreya, gava di mala xwe de li wê taxê de dijî. Ew tirs, xof, zewac, lehengtî, û bin hiþ, þer, xwe di hestên wan de dide der
Çîroka Berdûþo
....Halbûkî hîna nûh bîrçîbûbûm...rp14 .Ji vir de þûnde hevokên din wekî ku bi metnê ve hatine zeliqandin berdewam dikin. Herikiya lîrîzma çîrokê þikandiye. Di vê çîrokê de berdûþ û hevalên xwe, bi lîstên zarokatiya xwe; Sêqûç, kevkanî, cutikê dilîzin û kêfa xwe pê dikin dide der. Berdûþ ne wekî berdûþekî ye. Ji ber ku hin caran di qûmatkê de ye. Carna carna jî kalikekî. Carna jî zarokek e. Hûnandina tevnê qels maye.
Hêmaya “derî” û hêmaya “neynik” pir delal in, nûhatiyek ji derî û sûretekî naylon û lekînî bi neynikê tê xapandin. Derî tê vekirin çavê jiyanekê bi hêvî ye lê mixabin neynik wî derî dixapîne û hêviyê dikuje.
Çîroka dîwar
Dîwarê di meciyê “Sîso” de ew, ji wî dîwarî xelas nedibû. Gêrikan , nanpirûsê ji destê “Dîno“ dida hev. Ew, ji nav wê heriya di heþê wî de dernedixist "Dîno" mêzeya bin heþê “Sîso” ye.
Dibê qerekter, kêrî navê xwe bê û “Dîno” ne dîn e, ew mînakek dîntîyê jî nade der.
Çîroka Ez Kûçiko!
“Eza” ku kûçiktiyê pê girtiye bernade. Sernerm e. Xurtbûna lawirekê, lawazbûna wî, dadigire û bi wê xurtayê, dilê xwe aþ dike. "Qelîþtek, du serî, reng" van hersê peyvan rihê çîrokê kuþtiye. Derketina rengan û axaftina wan, çîrok beloq kiriye. Diviya " ez kûçiko û qelîþtek, bi metnê bida "xwarin" kirin û bimehanda.
Çîroka Herbek Serserkî
Çîrokek hîmê lehengên wê li ser hejmaran hatiye avakirin. Lê ew hejmar bi mantiqê "hebûn" an "tunebûn"ê û pêþeroj û hiþ û ego û kuþtîna însên û dubendî ya þer li ber çav raxistiye û hejmar û dawiya çîrokê li hev nekiriye, wekî pîneyeke pêve hatiye zeliqandin. Hejmar û bîr û hebûn û ego, ne li wateya ser navê çîrokê ye. Hejmar û zanyarên derbarê di hiþ û egoyê de xweþ li hev saz bû ye lê tevna wê kêm maye. Dawî û navê çîrokê tene, li hev hatine.
Çîroka Lempeyek Tenîgirtî
"Ez li qinê tariye digerim tarî û ronahî her du jî serhilatdarî ye rp 30. Gava ku ji taritiyê derdikeve "eza" û "xwe" diperçive li hev hûrhûrî dibe. Xwe, ji ronahiya xwe, dûr naxe tê li wê “ezê“ a bêehlaqiyê disekine. Bê ehlaqî çi ye? Ronahî ye an tarîtî ye? Ode "maxzenîka hebûnê a "za"yê ye. Û tarî û ronahî ser leheng in. Çîroka herî xweþ a bi tahm e. Serketî ye. Kakilê rohaniyê hêk e. Xwedîyê darloq, gundor e xwesiya þûnik, terk e û parzemînê derzin, û dûr e. Xwediyê hêkê, xwîn e û dermanê herbê, silûka avikê ye. Lê perçeyê çar'em, erdnîgarî bazar dike. Odeyek teng, kûçik, gêrik û li herêma "eza" xwe, dihere û tê.
Çîroka Mêþo
Bilbilê hêsîr e binhiþê “Mêþo“ ji xewnan, xelas nabe. Bi rêya serpêhatiyên xwe, ber xwe dide. Dêya wî, di zaroktiya wî de, ew kiribû qefesê. Dikir nedikir nikaribû xwe, ji wê binheþiyê xelas bikira.
Çîroka Nifte
Bêarî dikare li gor gotinên bi astar tev bigerin gelo? Þeytan kî ye? Ne li gor rihê vê çîrokê ye. Ji ber ku þeytan li gor olan an peyvek e an têgehek e. Lê naveroka çîrokê pûç dike an hildiweþîne an bê wate dike û bêar û þeytan? Nifte û qûl, xwe-da yekê tog e. Kûçikekî tûle ye. Eza herî bi arûzaye û nifte golikek zewqê ye an morîka guhe mêr e, nêr e, nêrmoye. Çîroka “nifte“ li ser hebûn û pergala olan ava bûye. Faûst'ê efsûnbaz bi niftê girê dide û li ser niftê vê guftûgo dike. Lê dubare bûna peyva niftê, rihê çîrokê dikuje. Kesê ku li niftê digere esil li xwe digere û tahakûmên ser xwe, ku wê çawa berteraf bike? Bi dû wê dikeve. Çîrokek xweþ e û tevlihevî zêde ye û peyvên ku ketine nav kevanê mere ji xwendina çîrokê sar dike.
Çîroka Momolog
Ev çîrok, li ser “lîstika” lîstina þaqûlê ye. Lê gava þaqûlê dilîzin hinek bera wan didin û ji tiþtekî ditirse ew tirs tenê "bot" xuyaye gava qala botê dike leþker tîne bîra mirov. Çîrokek serkeftî ye. Serkeftina wê ji hêmeya "tirsê" dest pê dike. Lê wexta dest bi lîstika þaqûlê dike, þik û sihêra çîrokê dehere. Axir dawiya çîrokê, wê xofa tirsê dîsa pêve girê dide. Ew û tirs, di mekanê kuçeyên teng de derbas dibe.
Çîroka Nizamim
Çîrok ji rp 50 an þûn de dibe tîþtekî din. Bi hev baþ nehatiye kelijandin. Valahî tê de maye. Karekterên çîrokê wekî her çîrokê belengazekî bê xew e. Geh, di xew de ye, xwernedî ye, lawaz e û di þiûra xwe de bi xwe û xwe orgazm dibe.
Çîroka Qerto
Ev çîrok, bi alîkî xwe ve qerfokiye, bi alîkî xwe ve jî erojen e, bi alîkî xwe dersdar e..Dubare bûna peyvan çîrok dirêj kiriye.
Çîroka Dar(gul)îk
Erdnîgarî û tixûp û wekhevî û pir rengî, sermijara du lehengan e. Yek jê Qral yên din Kole ye. Lê axaftina wan koletî û qiraltiyê nade der. Du heb ji xwer ser meseleyên welêt û erdnîgariyê diaxivin û bi mîza xwe, an jî bi erotîka di hiþê xwe'd de bi qasî þakirina mîzkirinekê þîrove dikin. Û her tim wekî çîrokên din dubarebûna çend biwêjan diqede.
Mînak;“gelo min xewn dît” û “gelo ez di xew de bûm“ û “hela huþ bin” . Her tim ev biwêjên hanê hevokên çîrokê diçilmîsine û derî li koka çîrokê vedike ku firîz biavêjê û nehêle hewa bistîne.
Çîroka Saetê
Çîrokek bi zimanê 'xwe' re þer dike û bi “sîya“ xwe re qayiþê dikiþîne û þopek e ji du darê saetê texsîr nedikir. Da li bin heþê xwe, çong di wê çolistanê de radikir. Li dû dûxana paþ serê xwe, diket.
Çîroka Serdar
Çîrok, li nav daran û rasteqîna ajalên di xwezayê de derbas dibe. Di alî dinê de; Mozo û Serdar û derûnîya wan li sûretê xweza dide der. Lê peyva "kîr" di çîrokê de hiþk maye çîrok di bin xwe de melisandiye.
Çîroka Serpiþtê
Ev çîrokek sûrrealîst e. Mekanê çîrokê mezel e an doþek e. Leheng kêzikek þeþ ling e. Carna nîvîskêr mudaxeleyî çîrokê dike mînak; "ji xwe wênê jî lîstikek e" rp 72 "Ferqa erdnîgarî ya me û ya spanyayê tûneye " rp 73
Çîrok, ji kêzika mê û bin hiþê meytekî ji gun dest bi keritandinê dike. Zayendek e mê û miriyek î nêr , dimêj e. Erotîka xwestekek mê; Ji gun û hêkê dest pê dike û dixwaze wî bixesîne. Lê binêre bê çawa mêr “mê”tiyê ji xwe re dike alavê têrhiþtiya enirriya erosa xwe ya nêrîtiyê. Dawiya çîrokê. çîrok xesandiye. Çi fêde ew hevoka ku "kesekî xwe di mezel de ramedandibû" sihêra çîrokê kuþtiye.
Çîroka Sifre
Ev çîrok jî sifreya fîlm û nivîskar a yên ku ew û lehengên ji tîpa hatiye avakirin û derhiþ û bin heþê wan daye ber çavan.
Çîroka Þanoya Di Derencekan de
Çîrok, kesekî hefsal di hust de (qrewat) û jinek e. Herdu jî li cîhekî dixebitin.cHêmeya efsûnî "hefsal" pergal. Nimûneyek ji wê “zewac” bi xwe ye. Gava ku ji wî hefsarî xelas bibe wê êdî bin heþê wî, ji gelaþên erotîzmê xelas nebe. Jinek ku bi çavê lehengên me û wî, dixwaze pê ve þa bibe. Ew xwestina pê þabûnê jî ne azadbûna jinê ye. Dixwaze dersê bidê. "Ez li xwe mikur têm û xwe bera meciyê xwe û we, didim lê hûn li xwe mikur nayê ......."rp 82 Desthilatiya mêr, ku çawa xwe, diyar dike. Ji dêvla xwe û wê, berra bin meciyê wê, dide. Tew ew ji wê "hefsariya" xwe jî fedî nake qûrebûna xwe çawa dide der. Jin, objeya nihandinê û fanteziya seksê ye. “Bi teqteqa qondera wê”(xwerûyek fetîþîzmê ye), serdestbûna xwe, bê çiqas hefsar di hûstû de be jî, bi jirîktî dozinê xwe, bi hestên “Nabokov”î distire û bi gotina “Emma Goldman“ jî xwe ji vê tawanbarî ya serdestî xilas dike. Ev peyv bi hestên xwe, li çîrokê hatiye "dêlik ji dêlikan hezdike" rp 83 .
Çîroka Tecawiz
Ev çîrok, di bin tesirên tecawizkarê bav û dîmenên çavan de maye. Ji qada guh dernakeve. Debokên serî li rêya guh kil dibe û hey kil dibe. Zinginiyê jî metnê dernaxe. Ji ”dimenên” çav dernakeve û di nava cilêta de maye xwe, jê safî nekiriye. Hê di qula guh de ye. Çîrok di nava êrdê surrealizmê hêç bûye. Navê çîrokê, ji metna xwe bi hezar gavî düre. Hew em, dizanin bav tecavizkiriyê. Gelo çima? Tu tiþt di derheqê wê de tune ye û ew û hevok, baþvala li wê ortê maye. Dersdayîn dîsa di vê çîrokê de jî xwe dide dest, Axir vê dormê leheng heye û bi çavên wî, hatiye ziman "çavên beloq dibêj ger tu guhdar bike û di mecî de biesirîne” rp 88 .Ev çîrokek e tevlîhev û ceribandinek e neqediyayî ye.
Çîroka Wirjînya
Kurdo û hiþê wî, tevlî hev in, ne tû dizanî di xew de ye ne tu dizanî xewna dibîne, ne tu dizanî þiyar e. Lê em, dizanin di teyþa xewê de ye û digere bi xwe û xwe diaxive û Kurdo, kesekî buxbuxe ye. Ji xwe qayil e. Ez a wî, nepixiye û pirtûkên qerase dixwîne ên navdarên ne bi navdar û ji pesnê hez dike. Wirginya kiriye sembola pev þabûnê lê Goyayê reben ew dibêje belbî hezkirin keritandiye. Gava çav li wê tabloya ber bi jinekê ve diçe û dibêj e qey ji wê hez dike. Lê nizane kerê wî bera çîwî da ye. Çîrok, hevîrtirþê wê baþ nehatiye hilatin û bê niþa ye, av lê kêm ketiye. Di hin hevokan de valahi heye. Hilbijartina karekteran pir baþ e. Kirasê ku li “Kurdo“ kiriye ne têra xwe vacaye ne têra xwe zîvarzîvarîye ne têra xwe þalûþipik e ne têra xwe serast û baldar e. Naverok pir delal e lê ji pesnê Kurdo û pirtûkên ku dixwendin jê wê de neçûye.. Çîrok li ser navê ”Wirginiya“ hatiye nivîsandan lê ”Kurdo” zora wirginiya biriye. Nehîþtiye ew biaxive. Kurdo, hêmayek xweþ e. Lê qalibê wî baþ nehatiye dagirtin û di bin pêga nivîskêr derneketiye.
Çîroka Xewn e-(reþek)
Çîrok, ji hiþê do û bi saya lehengên þareziya antîk ya Yewmanî de, gazî îro dikin. Doya xwe, seqa kiriye direpîne îro xwe-da-yê(n) do. Bi dewlemandiya lehengên xwe ,çîrok asta wê, hinekî bilind kiriye. Lê giþtik nêzî hev diaxifin.
Çïroka Xwedayê Têkçûyî
Xwedayê têkçûyî- netêkçûyî ye. Lê gava li neynikê dinêre bê çawa îlozyona mecî rê me dide. Mirêk, îlîzyonistekî baþ e ji bo çavên xapînok. Ji çi têk çûye nexuyaye. Tenê jî bin hiþê xwe vedirêþe. Mîna xewnekê, mîna mirêkekê, mîna navekî vê dide der.
- Mêþo / Çorê Arda / Weþanên Payîz / Çîrok / 110 rûpel / 2021