Pêþmerge nabin yek, hêzeke yekgirtî ava bikin
Arif Qurbanî
Ev çend roj in ku nakokî û hevrikiyên li navbera PDK û YNK'yê li ser mekanîzm û þêwazên proseya rêkxistin û yekkirina hêzên Pêþmerge, gihane astekê ku tu nemaye tiþtê hatiye avakirin jî hemû bi hev re hilweþe û ji holê rabe!
Ev yek jî piþtî wê yekê tê ku di kanal û torên civakî yên medyaya Herêma Kurdistanê de bi awayekî zêde dabaþa wê yekê tê kirin ku qaþo dilgiraniyên Amerîka û hevpeymanên ku çend sal in hewl didin hêzên Pêþmergeyên Kurdistanê bikin yek, gihiþtine astekê ku gef xwarine heger hêzên çekdar ên Herêma Kurdistanê di demeke kurt û diyarkirî de nebin yek, dê alîkarî û hevkariyên xwe rawestînin.
Tevî ku tu daxuyaniyeke fermî ne ji hêla hevpeymanan û ne jî ji hêla tu navendeke Herêma Kurdistanê ve nehatiye weþandin ku tekez bike berdewamiya hevkarî û alîkariyên Amerîka û welatên din ên hevpeymaniyê bi wî þertî ve hatibe girêdan; lê li gor agahiyên ku bi dizî ji civîn û hevdîtinên wan ên ligel aliyên peywendîdar ên Herêma Kurdistanê derketine, ew dilgiran in ku hêzên çekdar li jêr serdestî û fermana karakterên li derveyî movikên desthilatê ne.
Ew dilgiran in ku proseya çaksaziyê di nav hêzên Pêþmerge de bi rengekî baþ bi rê ve naçe. Hewldanên birêxistinkirin û yekkirina hêzên li derveyê Wezareta Pêþmerge û girêdana wan bi wezaretê ve, her û her têne derengxistin û li paþxistin.
QET NE PÊKAN E PÊÞMERGE BIBIN YEK
Tiþtê ku li vir girîng e, ne rastî yan çewtîya wê yekê ye ka gelo hevpeymanan gefa qutkirina hevkariyên xwe kirine yan na. Lê ya ku divê em wekî rastiyekê fêm bikin ew e ku ne niha û ne jî di paþerojê de ne pêkan e ku hêvî li ser wê yekê bê girêdan ku dê ev her du hêzên çekdar bi tu mekanîzmekê bibin yek.
Sedemên vê jî ne yek an du ne ku bên çareserkirin. Di koka xwe de, ev her du hêz li ser bingeha du pêkhateyên cuda û dijber hatine dirustkirin. Ne pêkan e ku þert û mercên taybet û giþtî bên dirustkirin ji bo rê li ber yekbûna van her du hêzan vebe.
HER DU HÊZÊN SIYASÎ BI HEV NE BAWER IN
Her wiha, her du hêzên siyasî yên xwediyên van her du hêzên çekdar, ji bo ku dev ji çekên xwe berdin divê bi hev bawer bin lê wan hê jî ev bawerî ava nekirine. Bi ser de, Kurdistan jî dê wiha bi hêsanî nebe xwediya saziyên destûrî û qanûnî yên wiha xurt ku bikare pêþî li hebûna çekan li derveyî saziyên xwe yên fermî bigire.
HEMÛ HEWLDAN VALA ÇÛN
Tecrûbeya berê tekez kiriye ku di baþtirîn þert û mercên piþtî serhildanê (1991) û damezrandina bingeha desthilata xwebixwe ya Kurdî, herwiha piþtî ketina Sedam û wê rewþa zêrîn ku li Iraqê ji Kurdan re çêbû; di van her du qonaxan de jî gelek hewl hatin dayîn û ji bo vê armancê gelek þîyan hatin xerckirin ji bo ku hêzên çekdar ên her du partiyan bibin hêzek û ew hêz girêdayî saziyên rewa û destûrî yên desthilata Kurdî bin, lê di dawiyê de hemû jî vala û bê encam bûn.
Digel sedemên objektîf û navxweyî, divê ev rastî jî were gotin ku ji ber hevrikî û nakokîyên navxweyî bûne sedem ku kurd li ser aliyên herêmî dabeþ bibin û ew qasî bi aliyên derve ve girêdayî bûn ku êdî biryarên yekalîker ji destê wan derketine. Bi taybetî ji bo doz û mijareke hestyar û çarenivîssaz a wekî çêkirina hêzeke niþtimanî ji bo Kurdistanê, ne pêkan e were hiþtin ku pêngav bi arasteyeke dirust ve bên avêtin.
Ne bê sedem e gava gef û metirsî li ser Herêma Kurdistanê zêdetir dibin, li þûna ku hêzên sereke helwesta xwe bikin yek û hevgirtî bin, di wan deman de bêtir dikevin pêsîra hev û hevdu nikil dikin!
TIRS HEYE TIÞTÊN BIDESTXISTÎ JÎ HERIN
Niha jî ku robinîvro û li pêþ çavên Xweda û evdan plan û komplo li dij Kurdan tên girêdan û gef û metirsî gihîþtine astekê ku tirs heye tiþtên hatine bidestxistin jî ji nav herin, ha di vê dema hestyar de nakokiyên navxweyî kûrtir dibin. Di vê kêliyê de hevrikiyan dibin nav hêzên Pêþmerge û metirsî li holê ye ku mîna sala 1994an pêkhateya hêza yekgirtî ya Pêþmerge were hilweþandin.
HÊZÊN HEVPEYMANÊ BAÞ JI ME FÊMKIRINE
Bi baweriya min, hevpeymanan ji me çêtir ev rastî fêm kirine. Her wiha dizanin ku xemsarî û hestnekirina bi berpirsiyariya giþtî li navendên biryardanê yên hêzên siyasî di çi astê de ne! Loma heke mana xwe li piþt Kurdistanê û domandina alîkariyên xwe ya ji bo Kurdan bi mercê yekrêziya Kurdan ve girê bidana, dê ji zû ve dev ji me berdana.
Ew siyasetê ji bo xwe dikin, heta hewce bike dê bi me re berdewam bikin û ku berjewendiya wan xwest dev ji me berdin, rêya wan a vegerê hêsan e. Lê heke hîna ew rastî fêm nekiribin, divê werin liberxistin ku hewce nake keda xwe bi avê de berdin.
HÊZEKE ÇEKDAR A SÊYEM
Ger merema wan ew be ku li derveyî hêzên partiyan, hêzeke niþtimanî ya Kurdistanê hebe, bi çek û alîkariyên darayî yên ku pêþkêþ dikin, dikarin hêza çekdarî ya sêyem dirust bikin ku hêza Pêþmergeyên Kurdistanê be. Lê ya ku hevpeymanan û Amerîkayê heya niha kirine bi tenê her du hêzên çekdar ên PDK û YNKê xurttir kirine.
Heger hevpeymanan û di serî de Amerîka bixwestina hêzeke yekgirtî yan hêzekê dirust bikin ku hegemonyaya partiyan û karakterên wan ên siyasî li ser nebe, dikaribûn li Wezareta Pêþmerge û li derveyî mekanîzmên PDK û YNKyê, ji bo avakirin û damezrandina çend tabûr û yekîneyên taybet, deriyê damezrandinê ji ciwanan re vekirina, bêyî pêwîstiya hebûna piþtgiriya þax û navendên partiyan.
Dê wisa bi deh hezaran ciwanên ku pabendiya wan bi tu partiyan tune ye, tev li nav refên hêza leþkerî bibûna. Lê Amerîka û hevpeyman piþtgirî û piþtevaniya wan tedbîran kirin ku heya niha jî heger ciwanekî kurd bixwaze bibe çekdar di refên artêþa Kurdistanê de, divê bibe endamê PDK an YNKyê.
NEBE ENDAMÊ YNK AN PDK'Ê NIKARI BIBE TIÞTEK
Heke na çiqasî dilsozê welatê xwe be, çiqasî welatparêz be, çiqasî wêrek û çavnetirs be û bixwaze seba parastina Kurdistanê þehîd bibe, heta nebe endamê PDK an YNKyê, destûr nayê dayîn ku bibe leþkerê welatê xwe.
Tevî hebûna qeyrana darayî, tevî ku bi deh hezaran xwendekar ji zanîngehan derçûne û bêkar in û nayên damezrandin, lê belê di nava 10 salên derbasbûyî de û heya niha bi hezaran kes bi heman mekanîzmên berê li dezgehên ewlekarî û leþkerî tên damezrandin.
SAZIYÊN LEÞKERÎ YÊN PARTIYAN ZÊDE DIBIN
Roj bi roj hejmara saziyên cuda cuda yên ewlehî û leþkerî yên partiyan berfireh dibin. Ev jî vê rastiyê tekez dike ku tu niyeteke rastîn a avakirina hêzeke çekdar a ne girêdayî partiyan li holê nîn e.
Ji ber ku tu gavek ber bi wê hêlê ve nehatiye avêtin ku li ser bingeha temen, karîn û jêhatîbûnê, bêyî cudahiya bîr û baweriyên siyasî derfetên wekhev ji bo wan ciwanên Kurdistanê bên misogerkirin ku dixwazin li nav refên leþkerî û saziyên asayiþê xizmeta welêt bikin.
Loma pêwîst e dev ji wê yekê berdin ku hêzên PDK û YNKyê bikin yek. Ji ber ku ew perwerdeya hizbî û prensîbên leþkerî ku ketine xwîna hemû endamên hêzên ewlekarî û çekdarî, tu carî jê nayê hêvîkirin ku baweriya bihevrebûnê di navbera wan de were çêkirin.
HÊZÊN NIHA BI KÊRÎ YEKBÛNÊ NAYÊN
Bi her awayî bên tevlihevkirin jî, dê di rewþa herî xwerû ya ji hev veqetînê de, ji hev veqetin. Loma yên ku xema wê yekê dixwin ku Kurdistan bibe xwedî hêzekê ku ne bi partiyan, lê bi Kurdistanê bawer be; divê berî her tiþtî baweriyê pê bînin ku êdî hêzên niha bi kêrî yekbûnê nayên û divê li mekanîzma avakirina hêzeke li derveyî girêdana partîzanî bifikirin.
DIVÊ HEWLA HÊZEKE NÛAVAKIRÎ HEBE
Eger hevpeyman û Amerîka bi rastî jî bixwazin Kurdistan xwedî hêzeke wiha be yan jî di nava saziyên desthilata kurdî û karakterên siyasî yên partiyan de, ev xewn û xema wan heye, rêya rast ew e ku pêþî lê bigirin karîn û þiyanên hikûmetê û alîkariyên derve li ser xeyala yekkirina hêzên PDK û YNKyê vala xerc bikin, li þûnê divê hewl bidin ku hêzeke nûavakirî ya nehizbî dirust bikin.
Not: Ev nivîs ji Rûdawê hatiye girtin. Me dest nedaye nivîsê, tenê navbernav me lê zêde kirine.