Deriyê Aramiyê: Empatî
GULBEJN
Huner û nivîsandin ne tenê bi awayekî ji rêzê estetîzmeke nivîskî yan jî dîtbarî ye. Gelek caran dikare bibe amûrek ku jiyana mirov diguhere. Çi bi xweÅŸî çi jî bi hiÅŸkî dikare berê mirov bide deriyên dîtir. Her têgihek yan jî her mijar û qewimînek deriyek e ji bo me. Ew deriyê mijara vê nivîsê ye jî empatî ye.
Dema em qala empatiyê dikin, gotin wê wekî peyv jî mîna melodiyeke xweÅŸ tê guhê mirov. Çimkî ew peyv kesên fêmker, dilovan, hestiyar û dilsoz tîne bîra mirov. Her çiqas roj bi roj di civakê de kesên xemsar ji yên dilsoz zêdetir bibin û empatî wekî peyvekê di ferhenaga me de tenê bimîne jî, mirovên dilsoz bi wê empatîyê hewl didin xemsaran jî fêm bikin. TiÅŸtekî ku navê wê wekî peyv mirov xweÅŸtir dike çawa çêdibe ji dêvla roj bi roj di nava civakê de bêhtir belav bibe her roj kêmtir dibe. Dibe ku sedemên vê yekê bi gelek awayan hewceyî nîqaÅŸê be lê kêmbûna empatiyê rê û derî ji nîqaÅŸan re nahêle. Lê deriyên ku di civakê de li ser empatiyê têne girtin bi ya min nepeniyekê li wî aliyê derî dihewîne.
Gelek rêyên xweÅŸ ji bo vekirina wî derî hene. Yek ji wan jê – belkî jî derê herî ewle- huner û edebiyat e. Jixwe empatiyê wekî têgih û xweÅŸiya xwe ya peyvî di hiÅŸê her kesî de cihekî xweÅŸ girtiye. Loma jî tekane tiÅŸta maye ew jî vekirina deriyekî ye.
Zehmetiya vekirina deriyê empatiyê dikare bi mirov zor û zehmet were. Çimkî têgihîÅŸtina mirovên hember yanî ya kesên ji derveyî xwe karekî gelekî zehmet e û tehamuleke zêde lazim e ji bo vê yekê. Ji ber vê zehmetiyê mirov gelek caran li dij fikr û hestên yên hember dernekeve jî xemsariyek ÅŸîrîn dike û notur dimîne.
Li gorî lênerîna empatîk, di jiyana rojane de kesan nezîkî hev dike. Bêguman tekiliya wan hesantir û nermtir jî dike. Kesên hay ji empatiya yên hemberî xwe çêdibin, xwe bêhtir bi qîmet dibînin. Dema mirov têbigihîje ku yên hember hewl dide ji mirov fêm bike, reÅŸbîniya rihî ya mirov kêmtir dibe. Empatî mîna tîrêja ronahiyê dikare di gelek derî pencereyan re xwe bigihîne jiyana me û rihê me geÅŸ û ronîtir bike.
Empatî li gor mijaran jî tê guhertin helbet. Em li ser mijara “di edebiyatê de empatî” bisekinin vê gavê; Belê edebiyat li gorî kesan ÅŸikil digre, hema bi qasî ku dest bide hestan û fikran jî çarçoveya wê fireh e. Di wê rewÅŸê de empatî rengekî zindî û sereke ye di nava çarçoveyê cî digire. Ji xeynî fikir, hest û ramanên nivîskar an jî wêjekar fikir û hestên me jî divê xwe nîÅŸan bidin. Em dikarin bibêjin empatî û edebiyat bi hev ve girêdayî ne. Ji ber ku reaksiyon û têgihîÅŸtina her duyan ji aliyekî ve heman tiÅŸt in. Di edebiyatê de empatî li gorî tecrube û nêrîna kesan bi hev ve jî tê girêdan. Wekî mînak, berhema nivîskarekî bi nêrîn, fikra xwendevan ket rewÅŸeke dî wê demê em ê bizanibin ku empatî li vir dest pê dike. Ji ber xwendevan hem hest û hem fikrên nivîskar bi nêrîna xwe dijî û heta fikrên xwe jî tev li yên nivîskar dike.
Lê belê carna ew hest yek bi yek tesîrê li fikrên xwendevanan nake. Yan kêm hîs dike yan jî cuda fem dike. Ew bi temamî bi empatiya kesan ve tê girêdan. Edebiyat parvekirinek berfireh û kûr e, loma jî empatî bi meraq tevdigere. Bi hêz, tecrube û xwesteka xwe edebiyatê fem dike û li gor wê dirûv digire.
Xeyal û hest destpêka empatiyê ne. Kesên empatî jê tê hêvîkirin, divê ew kes karibin xeyal bike, wiha hîs bike û her wiha fem jî bike. Loma edebiyat dihele xeyal jî bike û hîs jî bike. Çaxa me rahiÅŸt berhemekê û me bi baldarî guh da dengê pênûsa nivîskar hemû jiyana me, bûyer û bîraninên me gelek caran tînin ber çav û tesîrê li wan dike. Wan hestan hiÅŸyar dike û dihêle me behtir ji fikrên me yên sabît û ji sînorên me derxe der. Hest û fikirên li hember fêm bikin, parve bikin, bêguman tê wê mahneyê ku edebiyat û empatî bi hev re xweÅŸ diherikin. Serpêhatiya edebiyatê fikir û hestan dibe dinyake dî. Ew bi destdayîna nivîskar digihîje xwendevanan jî. Bi rexne û ÅŸiroveyên xwendevanan jî em fêm dikin ku berhemê tesîr li hest û fikrên xwendevanan jî kiriye. Tabî çawa lê dinêrin û ÅŸîrove dikin, ew çi tesîre li berhemê dikin, li gor wê hemû hest û tesîra wê rewÅŸê çiqasî derî li empatiyê vedike jî girîng e. Çimkî êdî pê derdixin ku dikevin dirûvekî dî ew hest û fikir û ew jî dibe sebaba empatiyeke xurtir.
Bifikirin ku karakter û qehremanên berhemên me xwendine çawa tesîr li me kirine. Yan jî me kîjan leheng ji bîr nekirine û bi awayekî di nava jiyana me de cih girtine. Ev yek wekî xwendevan bi empatiya me ve girêdayî ye. Çimkî empatiya me ya ji bo wan qehreman û karakteran derê ku ew derbasî jiyana me bibin vekiriye. Ji ber vê yekê kî em dikarin bi rehetî bibêjin, edebiyatê ji gelek aliyan ve hesta empatiyê li mirovan zêde kiriye.
Belê, edebiyat pirî caran dest dide jiyana mirov û jiyana mirov wisa diguherîne. Deriyekî gelekî xweÅŸik ê aramiyê li ber mirov vedike.
Helbet ew derî gelek caran bi destdana pirtûkekê yan jî nivîsekê dest pê dike. Lehengên wan pirtûkan çiqas em bin an jî em çiqasî nêzîkî wan bin wê ew qasî tesîr kiribe. Gelek rewÅŸ û helwestên di nava jiyanê de ku mirov ji heq wan derneketibe jî bi reaksîyona piÅŸtî empatiyê dikare bala mirov bibe ser xwe. Ne tenê bi balê her wiha dikare rê li ber gelek hestan veke ku mirov ji nava kaosekê jî derxe û bihêle mirov xwe çêtir hîs bike. Wê demê leheng û xwendevan yan jî nivîskar bi rêya empatîyê wekî dîmena mirov a di neynikê de ye. Ji ber vê yekê di edebiyatê de empatî ne yekalî ye. Divê ne yekalî be.
Çaxa ku mirov xwe xist ÅŸûna lehengê romanê û wekî lehengê romanê fikirî an jî hîs kir, ji dêvla leheng de fikirî û tevgirêda êdî em dikarin bibêjin ku ew berhem û her wiha edebiyat bi xwe jî li mirov zêde dike, dibe tecrubeyek.
Kî hay ji edebiyatê hebe bala wan xweÅŸ li ser edebiyatê be, aliyê wan ê empatîk xurtir dibe û bi wan hestan girêdana mirov û jiyanê û edebiyatê xurtir dibe.
gulbejnadiguzel@gmail.com
***
Nivîsên Gulbejn ên ku berê di Diyarnameyê de hatiye weÅŸandin: