SALA 9'AN: Li ser Þengalê îro çi qewimî?
Diyarname
Îro 9'emîn salvegera dagirkirina Þengalê ji aliyê çeteyên DAIÞ'ê ve û kuþtina bi hezaran kurdên êzîdî bû. Bi gotineke din îro salvegera "Fermana 73'yemîn" bû.
Ji bo îro li gelek bajar û welatan gelek çalakî hatin li dar xistin.
Me ew dan hev. LI IRAQÊ KOMXEBATEK LI DAR KET Li Þengalê komxebata bi navê ‘Yekîtîya me hêza li dijî zilmê ye’ li dar ket. Li ser navê Koordînasyona Hêz û Pêkhateyên Þengalê Dawid Cindî axivî û got; “Me xwest em dengê Þengalê û Deþta Nînowayê bikin yek. Em weke Heyeta Tensiqî ya Þengalê dixwazin beþdarî bernameya hikûmeta Iraqê ya li ser Þengalê bibin û divê hikûmet vê tifaqa me esas bigire.’’ 'PIRSIRÊKA ÞENGALÊ PIRSGIRÊKEK SIYASÎ YE' Li ser navê Waliyê Mûsilê jî Elî Emer Gepo di komxebatê de axivî û got: ‘’Em vê roja reþ bibîr tînin, em ji hemû dinyayê re dibêjin ku DAIÞ liv ê çiyayê pîroz þikest. Gelek êþ bi me dan kiþandin lê me difna wan li erdê xist. Wê dîrok berxwedana Çiyayê Þengalê binivîse. Ez weke kesekî Êzidî dibêjim, pirsgirêka Þengalê pirsgirêkek siyasî ye.’’ LI ÞENGALÊ BI HEZARAN KES MEÞIYA Bi pêþengiya Meclisa Xweseriya Þengalê bi hezaran kes meþiyan. Meþa þengaliyan ji ber avahiyay Meclisa Gel a Þengalê bi dirûþmeyên li dijî êrîþ û xiyaneta li civaka Êzidî ya Þengalê hatiye kirin, heta Sûka Kevin ya Þengalê dewam kir. Li Sûka Kevin ya Þengalê meþ veguherî mîtîngê û peyamên girîng hatin dayîn. Di meþê de peyama misogerkirina xweseriya Þengalê derket pêþ KONFERANSA LI BEXDAYÊ Li Bexdaya Iraqê konferansek ji bo Þengalê hat lidar xistin. Di dawî de encamname hat eþkere kirin. Di encamnameyê de wisa hat gotin: - Bila Hikûmeta Iraqê lêpirsînê derbarê tawanbarên komkujiya Þengalê de bide destpêkirin ku der barê PDK'ê de jî. Bila hikumet Peymana 9’ê Cotmehê ku li derveyî îradeya Êzidiyan hatiye kirin betal bike. - Di 9’emîn salvegera jenosîdê de, em bang li hemû hêz û aliyên siyasî yên Iraqê bi taybet nivîskar, rewþenbîr û saziyên demokratîk dikin ku azadî û mafên pêkhateya Êzidî biparêzin. Li dijî êrîþên hovane yên li ser gelê Þengalê helwesteke tund nîþan bidin û piþtgiriya Rêveberiya Xweser a Demokratîk bikin. LI ERÎWANÊ DAXUYANÎ Saziyên Kurdên Êzidî yên li Ermenistanê çalakiyeke lidar xistin. Girse li Parka Oxakatev ya Erîvanê li hev civiya. Li ser wate û giringiya rojê parlamenter Kinyaz Hasenov, Egîdê Fêro, Endama Yekîtiya Jinên Azad Seyrana Celad, Þêx Cemal û berpirsê Radyoya Erîvanê Tîtalê Kerem axivîn. HIN MEÞ û MERASIM - Li Mexmûrê bi sedan kes ji bo Êzidiyan meþiyan. - Li salona Hizba Komunîsta Kurdistanê ya Silêmaniyê bi pêþengiya Partiya Azadî û Demokrasiyê ya Êzîdiyan (PADÊ) û beþdarbûna hinek aliyên siyasî, nûnerê Rêveberiya Xweser ya Þengalê û welatiyan merasimek li dar ket. LI HERÊMA CIZÎRÊ DAXUYANÎ Li ber avahiya Meclisa Rêveber a Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Herêma Cizîrê ya li navçeya Amûdê bi amadebûna endamên rêveberiyê daxuyanî hat belavkirin. Hevseroka Meclisa Rêveber a Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Herêma Cizîrê Vîviyan Beho Osê daxuyanî xwend û got, "Em bang li hêzên navneteweyî dikin ku komkujiya li Þengalê wekî jenoside ragihîne. Bila civaka Êzidî jî xwedî li rêveberiya xwe ya xweser derkevin." SEROKOMARÊ IRAQÊ: EMÊ HEWLDANÊN XWE BIDOMÎNIN Serokkomarê Iraqê Letîf Reþîd peyamek belav kir û got: “Heta tawanbarên jinên revandî neyên dadgehkirin û mafên Êzidiyan neyên dayîn, wê ti desthilat, ti wijdan û ti ruhek rehet nebe. Emê hewildanên ji bo lêgerîn û çarenûsa jinên Êzidî ku ji aliyê çeteyên DAIÞ’ê ve hatine revandin berdewam bikin.”
- Parêzgarê Silêmaniyê Dr. Heval Ebûbekir ji bo îro got; “Bîranîna sûcê qirkirina Êzidiyên resen û mêrxas, bîranînek bi êþ, dijwar û çokdanîna mirovahiyê ya di sedsala nû de ye.”
- ROJAVA: Ji bo bîranîna þehîdên komkujiyê, li Rojava çalakî hebûn. Gel herikî qadên giþtî yên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê û mûm vêxistin û þehîdên Þengalê bibîr anîn.
- LI PARLEMENA ALMANYAYÊ: Komek ciwanên kurdên Êzidî yên ku ji destê çeteyên DAIÞê hatibûn rizgarkirin li Parlemena Federal a Almanyayê qala serboriya xwe kirin.
KNK: BILA IRAQ XWESERIYA ÞENGALÊ QEBÛL BIKE
KNK’ê (Kongreya Neteweyî ya Kurdistanê) îro peyamek belav kir û got, "Ji bo çareseriyeke mayinde û demdirêj em bang li Neteweyên Yekbûyî dikin ku li gel hikumeta Iraqê, meclisa gel û meclisa jinan a Þengalê bixebite ku Êzidxanê weki herêmeke xweser li nava qanûnên Iraqê û navneteweyî bi cih bike.
Yeþil Sol Parti PÊÞNIYARQANÛN DA MECLISA TIRKIYEYÊ
Yeþil Sol Partî (Partiya Çep a Kesk) pêþniyarqanûn da Meclisa Tirkiyeyê. Parlamentera Partiyê ya Wanê Gulcan Kaçmaz Sayyîgît pêþniyarqanûn pêþkeþî Meclisê kir û got: “Bila êriþên li dijî mirovahiyê yên DAIÞ’ê yên li dijî êzidiyan wekî ‘komkujî’ bêne qebûlkirin.”
PEYAMÊN BARZANIYAN
- Serokê PDK'ê Mesûd Barzanî di peyama îro belav kiriye de got, “Rêkeftina di navbera Hikumeta Herêma Kurdistanê û Hikumeta Iraqê de ya ji bo asayîkirina rewþa Þingalê û vegera koçberan, baþtirîn çareserî ye ji bo bidawîkirina êþ û azarên xelkê Þingalê.”
- Serokê Herêma Kurdistana Federe Nêçîrvan Barzanî: “Divê hemû hêzên ku ne xelkê Þingalê ne ji herêmê derkevin û rêveberî û parastina Þingalê radestî xelkê Þengalê û desthilata yasayî bikin. Divê hêzên têkildarî PKKyê û hemû hêzên ku ji derve hatine ji Þengalê derkevin. Wan hêzan ji bo Êzidiyan tenê bêaramî û bêseqamgîrî çêkiriye û birînên Þingaliyan kûrtir kirine. Li gorî me komkujiya Kurdên Êzidî hîn jî berdewam dike. Hîn jî gelek zarok, jin û merên Êzidî yên ku hatine revandin bêserûþûn in. Heta ku yek Êzidiyê revandî jî mabe ev tawan bi dawî naye."
Serokwezîrê Herêma Kurdistana Federe Mesrûr Barzanî: “Ji ber xweferzkirina neyasayî ya milîs û grupên çekdar, xwîþk û birayên me yên Êzidî nekarîne vegerin cihê xwe û navçeya wan nehatiye avakirin.. Pêwîst e rewþa awarte ya li Þengalê bi dawî bibe. Em bejna xwe li ber þehîdên komkujiya Þingalê û tevahiya þehîdên Kurdistanê ditewînin.”
Ji bo fotoyan fermo lînkê bitikînin: