Receb Dildar: Berteka ji bo xweparastinê tevgere xwezayî ye
Hevpeyvîn Cemil Oguz
Nivîskar Receb Dildar kurtedemek berê romana xwe ya nû gihand ber destên xwendevanên xwe. Romana bi navê "Bêjan" ji Weþanxaneya Dara derket. "Bêjan" navê karaktera Dildar. Bêjana ku malbata wê rastî komkujiyê hatiye dikeve dû tolê. Tol çi ye? Edalet çi ye? Edalet çawa dikare bê sazkirin? Ligel Dildar me li ser romana wî, Bêjan/Bêjanan, tol û edaletê xeber da. Kerem bikin...
***
Em ne ji serî, ji paþî dest pê bikin; Ber bi dawiya romanê Bêjan piþtî nameya diya xwe dixwîne fêm dike ku ew kî ye. Bi kurtahî Bêjan kî ye? Çima karaktereke wisa?
- Ji bo em bizanibin Bêjan kî ye, divê em berê dê û bavê wê nas bikin. Dayika Bêjanê Çilkezî ye. Çilkezî keçeke li ber zewacê ye û hem ji ber zor û zilma li welat, hem jî ji ber aboriyê, bi malbata xwe re bar dike diçe welatê Zorava (Ev nasnameya welatê serdest e) Çilkezî jineke ji welatê Malava ye. (Ev jî nasnameya welatê bindest e) Malbata Çilkezîyê ji aliyê nîjadperestên Zorava ve tên qetilkirin û ew jî di destê erkdarên dewleta Zorava de dîl dimîne û bi rojan tecawizê wê dikin. Tecawizkar dozgerê navçeyê ye û bi kûrahîya dewletê re têkîldar e, ew bi xwe kesekî ji neteweya Zorava ye. Bêjan ji vê tecawizê çêdibe. Piþtî ku bi nasnameya diya xwe û tiþtên hatine serî dihese, ji bavê xwe nefret dike û dixwaze vegere ser eslê dayika xwe.
Çima karaktereke wisa?
- Bêjan li hemberî asîmîlasyon û entegrasyona bi zorê bertek nîþan dide û dixwaze eslê dayika xwe biparêze. Gava em li roja îro dinêrin, rewþa me kurdan ji rewþa malbata Çilkezî û rewþa Bêjanê ne baþtir e. Roj bi roj em di nav neteweya serdest de dihelin û gav bi gav ji zimanê xwe dûr dikevin. Ez di wê bawerîyê de me ku ji bo neteweyên bindest ên di bin asîmîlasyonê de ne, Bêjan karaktereke xurt e û ji bo careke din tecawiz û qetlîam neyên kirin hewcedariya neteweya me gelekî zêde bi karakterên wisa heye. Ji bo mirov bikaribe xwe biparêze divê parastvan hebin. Berteka ji bo xweparastinê tevgereke xwezayî ye, Bêjan ew kiriye.
Em dikanin bibêjin, di nav civata me de, gelek Bêjanên reben hene, lê Bêjana te gelek mikemel e. Ger ez bibêjim, Bêjana te diþibe karaktera fîlmên tirkan, mesela wekî Cuneyt Arkin, tu yê hêrs bibî?
- Jêhatîbûna Bêjanê ya þopandin û kuþtinê, tu dikarî biþibînî gelek karakterên roman û fîlman. Ya rast ez jî tênagihîjim ku tu çima þaþ dimînî? Bêjan bê dê û bav mezin bûye, baweriya wê bi tu kesî tune ye, hemû hêza wê ew û çend hevalên wê yên sêwîxaneyê ne. Ew ne ji kesî fedî dike, ne jî dilê wê bi kesî diþewite. Ev aliyekî Bêjanê ye, aliyê din jî Bêjan wekî polîsek perwerde bûye, çekan xweþ bi kar tîne û hêza polîsiya dewletê jî dide dû xwe. Bi kurtahî Bêjan li hêla dijmin xuya dike lê bi saya derfetên di dest de yeko yeko dijminên xwe dikuje. Yanî çep rê dide lê rast lê dixe.
Rast e, di civata me de gelek Bêjan hene, eger em ê behsa roja îro bikin, Bêjanên nav civatê bertekên gelekî pasîf nîþan didin. Di civata me de, ji Bêjanê zêdetir, niha mirov dikare behsa gelek Çilkeziyan bike ku sebeba xwekuþtinên keçan ên li welat ji ber destdirêjiya çekdarên fermî ne. Lê mixabin hemû bê ceza dimînin. Divê yek ceza bide tecawizkaran ku sûc dubare nebe. Li ciyekî hiqûq tune be, adelet tune be, tu bêçare bî, Bêjan dibe hiqûq, dibe edalet û te ji bêçaretiyê xelas dike.
Bêjan di salek de hema bêje, mehê yekî dikuje. Û li welatekî wisa îstîxbarat lê zêde de nayê girtin, Gelo nivîskar di serê xwe de, zêde fantazî çêkirine?
- Bêjan bi tevahî pênc kesan dikuje, li welatekî ku her sal bi hezaran mirov tên kuþtin de, tu vê jimarê çima zêde dibînî? Di romanê de, em behsa civatek dikin û di wê civatê de kuþtin û heyfhilanîn pîroz e. Wekî hûn jî dizanin, di romanê de qedera qehreman di destê nivîskar de ye. Eger qehremaneke dîrokî bûna, min ê zêde nikaribûya mudaxele bikira. Li gorî tevna romanê qehremanê min nayê girtin, lewra min tevna romanê bi vî awayî hona ye. Tiþtekî din jî heye ku em behsa civata rastîn nakin, em behsa romanekê dikin, helbet wê qehreman li gorî qelema nivîskar tevbigere. Û her tim mafê nivîskar heye ku fantaziyan çêbike. Di romanê de qest û armanc ew e ku pêþî li ber tecawiz û qetlîaman bê girtin. Eger ji nav civakekê çend qehremanên wekî Bêjanê derkevin, wê tecawizkar cesaret nekin ku destdirêjî û zorgatiyan bikin.
Bêjan li dû heyfê ye, her heyfê digre. Heyf hilanîn çî ye? Ma tenê kuþtin e heyfhilanîn? Heyfhilanîn dikare li gorî kesan, welatan biguhere?
- Eger li welatekî heq û hiqûq tüne be, heyfhilanîn dibe navê hiqûqê. Heyfhilanîn dibe navê xweparastina ji bêadaletiyê. Li vê derê mijar, ne guherîna welatekî ye, armanceke Bêjanê ya wisa tune ye. Armanca Bêjanê ev e: Eger tu nikaribî sînorê welatê xwe biparêzî, divê tu sînorê malbata xwe biparêzî. Em dizanin ku di vî sî –çil salên dawîn de gelek keçên kurdan xwe kuþtine yan jî ji aliyê malbatan ve rewþa xwekuþtinê li wan hatiye barkirin. Û dîsa herkes dizane ku sebeba piraniya van xwekuþtinan bêçaretiya wan keçan bû ku nikaribûn derdê xwe ji kesî re bigotana. Tecawizkar fermî bûn, dihatin parastin û heq û hiqûq tune bû, edalet tüne bû. Eger tecawizkar bizanibûya ku ew ê bê kuþtin, wî yê ew neheqî li wan keçan nekira. Bêjan vê edalete bi cî tîne û peyameke xurt dide tecawizkaran ku careke din tiþtekî wisa nekin.
Gelo adalet bi kuþtinê tê cih? Mesela yekî te kuþt, te jî ew kuþt… wisa dê adalet çêbibe?
- Yekî te kuþt, eger tu bertekek niþan nedî, ew ê careke din te bikuje. Eger ew kuþtin bê ceza bimîne, ew ê careke din jî te bikuje. Hiqûq hebe, mirov dikare serî li hiqûqê bide û edalet pêk bê. Îcar em behsa welatek dikin ku hiqûq û edalet lê tune, li vê derê, ma tu yê stûyê xwe her tim dirêjî ber kêrê bikî. Ji bo careke din te nekuje, divê tu bertekek nîþan bidî. Li ciyê ku heq û hiqûq tüne ye, Bêjan dibe heq û hiqûq. Bêjan di romanê de çend caran dubare dike û dibêje; ji bo careke din kes kuþtin û tecawizan neke ez te dikujim. Yanî armanca Bêjanê ne kuþtin e, ji bo kuþtin dubare nebe wan dikuje. Gava yek bizanibe ew ê bê kuþtin, gava bikuje, ew ê çend caran bifikire, tecawizkarek gava bizanibe ew ê bê kuþtin, ew ê di wê destdirêjiyê de çend caran bifikire. Eger li welatekî çend Bêjan hebûna, wê qatil û tecawiz gelekî kêm bibûna, dibe ku biqediyana jî.
Li vê derê pirs, tunebûna heq û hiqûqê ye, tunebûna edaletê ye. Li ciyekî edalet hebe ji xwe Bêjan tüne ye. Lê cîyê heq û edalet tüne be, navê Bêjanê dibe hiqûq û edalet.
Bêjan kurd e, li gorî xwe edaletekê saz dike. Bi ya te ji bo kurdan adaleteke çawa lazim e?
- Niha ji ber ku em ji nav romanê derketin, divê ez Bêjanê deynim hêlekê û fikra xwe bibêjim. Kurd neteweyek in, bi navê Kurdistan welatekî wan heye. Li ser cîhanê, mafê hemû neteweyan çi be, divê mafê kurdan jî ew be. Divê li ser axa wan, statuyeke wan hebe, ew bikaribin xwe îdare bikin. Divê zimanê kurdî bibe zimanê fermî û li hemû dibistanan ziman kurdî be. Divê ew bi xwe, ax û welatê xwe biparêzin. Yanî ji xelkê re çawa, ji me re jî wisa. Daxwaz ev e. Gava ev pêk bên, wê di navbera neteweyan de edaletek pêk bê.
Di “Leqat”ê de Þêx Seîd Efendî, di “Dojeh”ê de Zindana Amedê, di “Bêjan”ê de tiþtekî din… Gelo nivîskar bi xwe edaleta xwe saz dike? Ew bi xwe ketiye dû tolhildanê û roleke nivîskar a bi vî rengî heye?
- Nivîskar bi dû tolhildanê neketiye, lê qehremanên di romanên wî de daw û doza edalete dikin. Nivîskar bi tenê tiþtekî dixwaze; neheqiyên bûyî, qetlîam û bêhiqûqiyên bûyî neyên ji bîr kirin ku hinek pirs di serê xwendevanan de çêbike û li ser van meseleyan bifikirin. Rast e, di “Leqat”ê de min behsa bûyera Þêx Seîd Efendî û piþtî dema wî kiriye ku wê çaxê bi sedan gund hatin þewitandin, ev agahî di “Hawar”ê bi xwe de jî hene û paþê gelek pirtûk li ser hatine nivîsîn ku li herêmê jê re dibêjin “Sala Þewatê.” Di “Dojeh”ê de min behsa îþkenceyên li Zindana Diyarbekir hatine kirin kiriye ku li wê derê bi dehan însan hatin qetilkirin. Ev karekî bêhiqûqî bû, hîn jî sûcdar derneketine ber edaletê û ceza negirtine. Di “Bêjan”ê de jî qatil û tecawiz heye, lê di wê romanê de êdî qehremanek heye ku zaliman ceza dike.
Li ciyekî sûc hebe, divê ceza jî hebe. Li cîyê ku sûc hebe û ceza tune be Bêjan derdikevin holê û ew bi xwe ceza didin kesên sûc kirine. Ne nivîskar li qehremanên romanê yên nivîskar bi pê edaletê ketine, dixwaze kesên sûc kiribin bên cezakirin.
Nivîskar bi tenê dikare binivîse, bala mirovan bikiþîne ser bûyerê. Nivîskar nikare bi dû tolhildanan bikeve lê dikare civata xwe bi saya van romanan hiþyar bike û ew civat careke din nebe muxatabê kuþtin û tecawizan. Em çirayekê pê dixin, rêya rast û þaþ nîþan didin, êdî çûyîna wê rêyê aîdî civakê ye. Gava rê ronahî be, helebet wê civak xwe bigihîne adalete.
Kurd her rastî kuþtin, sirgûn û îþkenceyan hatine, berevajî wê ewropî niha ji kuþtinan dûr in, hê aramî, li hev kirin, axivîn û nîqaþ heye li cem wan. Kurdek û ewropayiyek gava “Bêjan”ê bixwînin, îhtîmal e her yek tehmeke cuda jê bigrin belkî bigirî/negirin… Tu çi dibêjî di vî warî de...
- Her nivîskar, welatê xwe, gund û bajarên xwe dinivîse. Nivîskar însanên li ser axa xwe dinivîse û bi vî awayî dengê xwe digihîne cîhanê. Borges dibêje, ez romana heyvê jî binivîsim wê di bin hiþê min de tim Arjantîn hebe. Yekî welatê xwe û însanê xwe nenivîse nikare, berê romana xwe bide cîhanê. Nivîsandina min a romaneke li Ewropayê, wê bi kêrî tiþtekî neyê, lewra li Ewropayê gelek nivîskar, romanên li ser însanên ewropî dinivîsin û ew ê ji min çêtir binivîsin. Lê yekî ewropî nikare romana axa me, însanên me binivîse. Em ne mecbûr in romanên ewropiyan teqlîd bikin, taybetiyeke axa me, rewþeke mirovên li ser vê axê heye, divê em behsa rewþa ser vê axê bikin ku em dengê xwe bigihînin cîhanê. Li her derê cîhanê sûcdar tên cezakirin, Bêjan jî sûcdaran bi terza xwe ceza dike. Ji bo dilê ewropîyan miz bidim, nikarim li gorî kêfa wan binivîsim.
Wekî tevnsazîya romanê, di lêgerîna edaletê ya lehenga xwe de, wekî ku te xwe spartibe çanda populer a sînema-rêzefîlm û wêjeya arabesk a varoþên Tirkiyeyê. Çima ne rêyeke ji nav kurdan an rêyeke din a nû ku xwendeyên kurdî bejin 'nivîskar bo edaletê tiþtekî nû, tiþtek ne kliþe ceribandiye'… Gelo ez þaþ im? Mirov dikaribû rêyeke din bi kar bîne? Yanî bi zimanekî din, bi vehonandineke din…
- Pirsa li dû edalete ji aliyê gelek nivîskaran ve gelek caran hatiye nivîsîn. Ji bo her welatekî bi terzeke cuda nivîsîne. Ji xwe di edebiyatê de ya girîng ne mijar e, terza vegotinê ye. Min ji bo welatê me jî terzeke vegotinê ya wisa hilbijart. Helbet wê gelek nivîskarên din, bi terzên cuda binivîsin û xwe bavêjin qada edebiyatê.
Gelek çîrok û roman, bûne fîlm û rêzefîlm. Bêjan jî dikare bibe fîlmeke hêja. Di romanê de vegotin sert e, mijar û bûyer sert in. Helbet ev ne sûcê nivîskar e, jiyana ku însanên li ser vê axê dijîn sert e. Wekî ewropiyan najîn. Eger li ewropayê tecawizek pêk hatibe, li ser axa me bi sedan tecawiz pêk tên, kuþtin jî heman wisa. Îcar li Ewropayê bixwazî nexwazî sûc rastî cezayê tê.
Piþtî roman çap bû, helbet wê rexnegir binirxînin û wê her kes li gorî hiþmendiya xwe rastiya romanê li ber çavan raxe. Meseleya terzê jî hilbijartinek e. Teqez wê ev mijar bi terzên gelek cuda jî bên nivîsin. Hêvî dikin gelek nivîskar derkevin û bi terzên ji a min xweþtir binivîsin, bi sazkirineke din û bi zimanekî nerm.
Tu dibêjî çima ne rêyeke ji nav kurdan. Bi ya min ev rê ji nav kezeba kurdan e. Xwezî dor nehata ser Bêjanê û ew sûcdar bihatana cezakirin lê wisa nabe. Gava zor li pisîkê tê û di quncikekî de asê dimîne, xwe dike gulokeke ji agir û xwe li nava çavê dijminê xwe dixe. Bêjan di romanê de xwe dike pisîkeke wisa.
***
Receb Dildar kî ye?
Receb Dildar di sala 1958'an de li Amedê hatiye dinê. Li Kirþehîra Tirkiyeyê mamostetî xwendiye. Piþtî xwendinê li Amedê bi qasî þeþ salan mamostetî dike, lê ji ber fikrên xwe yên siyasî tê girtin û çar salan di Zindana Amedê de dimîne.
Pirtûkên wî ev in:
- Kewê Canê / Helbest / 2003
- Þikefta xwekuþtinê / Çîrok / 2008
- Li dû Xezalekê / Çîrok / 2012
- Kitana Spî / Çîrok / 2015
- Dojeh / Çîrok / 2019
- Leqat / Roman / 2018
- Þikestî / Roman / 2021
- Bêjan / Roman / 2022
**
- Youtube: http://youtube.com/diyarnamediyarname…- Malper: http://diyarname.com
- Twitter: https://twitter.com/diyarname1
- Facebook: http://facebook.com/diyarname
- Mail: diyarname@diyarname.com