'Elîf Ana' bi 2 xelatan vegeriya
Diyarname
Fîlmê derhêner Kazim Oz û Semih Aslanyurek ê bi navê "Elîf Ana" beþdarî 32'yemîn Festîvala Fîlman a Þovelyeya Zêrîn a Navneteweyî ku li Gronziya Rusyayê li dar ket. Fîlmî Xelata Taybet a Juriyê û Xelata Taybet a Komîteya AMadekar, 2 xelat girtin.
Festîvala ku her sal li bajarek li dar dikeve îsal 8 roj berê li Grozni ya paytexta Çeçenyayê li dar ket. Ji gelek welatan fîlm hatin nîþandayîn. Elîf Ana jî di vê çarçoveyê de hat nîþandayîn û di nav pêþbaziyê de bû. Yek ji derhênerên fîlm Semih Aslanyurek beþdarî merasima xelatdayînê bû û xelat girt. Aslanyurek sipasiya amadekarên festîvalê kir.
Fîlmê Aslanyurek û Oz ê bi navê "Elif Ana" li ser jiyana Elif Sugan hatiye kiþandin. Sugan li gundê Pulyana Bazarcixa Mereþê hatiye dinê li wê herêmê yek ji pêþengên derdora elewî ye. Fîlm bi ser karaktera wê de hezkirin, aþtî, wekhevî, parvekirin, xweþbînî û dilrehmiyê tîne ziman.
Di film de kesên wekî Aliye Uzunatagan, Ali Surmeli, Hulya Diken, Necmettin Çobanoglu, Turgay Tanulku, Oyku Þahin, Sadik Gurbuz, Cezmi Baskýn, Füsun Demirel, Orhan Aydýn, Cansu Fýrýncý, Rýza Sönmez, Muhlis Asan, Erdal Ayna, Kazim Çarman, Levent Uzumcu û Eray Turk dilîzin. Muzîkê fîlm Erkan Ogur çêkiriye.