Dosta zimanê kurdî Tove Skutnabb-Kangas mir
Diyarname
Zimanzana ji Finlandiyayê Tove Skutnabb-Kangas ku li ser kurdî gelek gotarên wê hebin, hefteya çûyî canê xwe ji dest da.
Tove Skutnabb-Kangas roja 6'ê tîrmeha 1940'î de li Helsînkiya Finlandiyayê hatiye dinê. Wê zimanên fînlandî û swêdî wekî zimanê xwe yên zikmakî bi nav dikirin. Lê wê gelek gotarên xwe bi îngilîzî nivîsandine.
DOKTORAYA LI SER DUZIMANÎ
Skutnabb-Kangas di navbera 1967-68'an de li Zanîngeha Harwardê ya DYA'yê di Beþa Zimanên Îskandînavyayê de xebitiye. Paþê li van deran mamostetî kiriye, piþtî sala 1970'yî li Finlandiya û Danîmarkayê li zanîngeha wekî akademîsyeneke xebitiye. Sala 1976'an li Helsinkî doktoraya xwe li ser duzimanî kiriye. Ew heta kêliyên jiyana xwe ya dawî li Zanînghea Roskilde hîndekar bû û xebitî.
Ew endama PEN'ê û endama CIEMEN'ê (Saziya li ser mafên ziman dixebite) bû. Wê di sala 2003'yan de Xelata Linguapaxê girtibû.
30 PIRTÛK BI SEDAN GOTAR
Zimanzan Skutnabb-Kangas di jiyana xwe de li dor 30 pirtûkî nivîsandine û bi sedan gotarên akademîk pêþkêþ kirine. Li ser mafê ziman, xwendia pirzimanî, zimanê zikmakî û ziman û perwerdeyê gelek xebatên wê hene.
XEBATA LI SER KURDÎ
Zimanzan Skutnabb-Kangas di pirtûka “Jenosîda Ziman" (sala 2000) de li ser têkçûna/têkbirina zimanan sekiniye. Di vê pirtûkê de ciheke berfireh daye kurdî û li ser rewþa zimanê kurdî xebitiye.
Piþtî vî pirtûkî jî gelek gotar li ser kurdî nivîsiye. Yek ji van gotaran jî di sala 2008'an de nivîsandiye ku mijar danberheva li ser rewþa kurdî ya kurdên Bakur û kurdên Baþûr e.
Zimanzan Tove Skutnabb-Kangas roja 29'ê gulana 2023'yan de li Lund a Swêdê canê xew ji dest da.