Nîv mîlyon mirovî dijî hikumetê çalakî li dar xist
Diyarname
Li Polonyayê Platforma Sivîl (PO) li muxalefetê ye. Serokê PO Donald Tusk ku serokê berê yê Konseya Ewropayê bû bang gel kir ku ji bo þermezarkirinê dakeve kuçeyan. Organîzatorên çalakiyê li gor daneyên ku þaredirî belav kirine eþkere kirine ku nîv mîlyon mirov li Varþovayê daketiye kolanê.
Li Polonyayê vê payîzê dê hilbijartin çêbe. Mirovên daketine kuçeyan buhabûn û karên qirêj þermezar kirin. Di heman demê de wan hikumeta rasgir a ku ev 8 sal in desthilatdar e jî þermezar kirine. Çalakgeran pankartên wekî "Êdî bes e", "Em Polonyayeke otorîter naxwazin" bilind kirine û diruþm qîrandine. Di heman demê de çalakgeran daxwaza hilbijartineke demokratîk û azad anîne ziman û xwestine li gor polîtîkaya Yekîtiya Ewropayê tevbigerin.
Li Varþovaya Polonyayê li hemberi hikumeta neteweperes û mihafezekar nîv mîlyon mirovan daketin kolanê û çalakî li dar xistin. Li Ewropayê ligel Macaristan û Tirkiyeyê Polonya jî ji bo rêveberiyên otorîter wekî mînak tê nîþandayîn. Partiyên muxalefetê car caran ji bo hikumeta Polonyayê dibêjin "Li ser rêya Macaristan û Tirkiyeyê ye."