Ev jî çêbû: 5 þaredarî bi piþkeyê hatin hilbijartin
Diyarname
Mijar li Spanyayê derbas dibe. Na, ne henek e, û ne yek ne didu, tam 5 þaredar bi piþkeyê hatin hilbijartin.
Em qala Spanyayê dikin. Roja 28'ê gulana 2023'yan li Spanyayê hilbijartina þaredariyan hebû. Li 8 hezar û 131 cihî hilbijartin hebûn. Ji van, li 5 cihan berendaman bi heman hejmarî deng girtin. Ne yek zêde, ne yek kêm. Jimartin, tam li 5 cihan deng wekî hev in.
Ê baþ e, dê çawa be? Wê kî bibe þaredar? Serî li zagonê dan: Li gor zagona hilbijartinan a welat li cihek wekhevî hebe, li wê derê bi piþkeyê þaredar diyar dibe. Li gor zagonê tevgeriyan, ji bo van bajaran piþke kiþandin. Pereyeke hesinîn girtin destên xwe ku aliyek nivîs, aliyek foto. Û pere ber bi hewa ve firandin, di encamê de ji bo 5 þaredariyan þaredar hilbijartin. Þaredariyên ku rastî vê meseleyê hatin her yek nifûsa wan di navbera 500 û 2 hezar kesî de ye. Yên bi piþkeyê bi ser ketin dê 4 salan þaredarî bi rê ve bibin. Li Spanyayê 35.1 mîlyon hilbijêr hene. Li aliyê din li Spanyayê 17 herêmên xweser hene. Li van deran hilbijartin çêbû. Di herêmên wekî Aragon, Asturias, Giravên Kanarya, Giravên Balear, Cantabria, Castilla La Mancha, Madrid, Valencia, Extremadura, La Rioja, Navarra û Murcia hilbijartinên parlemenê herêmî jî çêbû. Ligel van, li herêmên xweser Ceuta û Melilla ya Afrîkaya Bakur jî hilbijartin çêbû. Di hilbijartinê de hin berendamên ETA'yê jî hatine nîþandayîn ku di hilbijartinê de di navbera partiyan de ev yek bû mijara nîqaþê. Di hilbijartinê de 37 kes berê ji doza ETA'yê ceza xwaribûn wekî berendam hatin nîþandayîn.
BERENDAMÊN ETA'YÊ JÎ HEBÛN
Di vê hilbijartina herêmî de piranî partiyên rastgir bi ser ketin. Li Spanyayê hilbijartina giþtî divê dawiya salê li dar biketa, lê li ser vê yekê Serokwezîrê Spanyayê Pedro Sanchez biryar da ku roja 23'yê tîrmeha 2023'yan de hilbijartina giþtî çêbibe.