'Li Dêrê Zargotin' derket ser dikê
Diyarname
Promîyera lîstika "Li Dêrê Zargotin" roja 31'ê gulanê li Mêrdînê li Sehneya Cureartê ya Dermansazan li dar ket, 3'yê mehê saet 20.00'an de dîsa li heman cihî tê lîstin.
Li Mêrdînê "Þano MARS" wekî komeke þanoyê dest bi xebata xwe ya þanoyê kir. Komê niha lîstika xwe ya yekemîn bi navê "Li Dêrê Zargotin" derxist pêþberî temaþevanan. Teksta lîstikê Çetoyê Zêdo saz kiriye û di heman demê de derhêneriya wê kiriye.
Di lîstikê de 6 lîstikvan rol digirin. Di sê çîrokên lîstikê de ew dikevin nav zargotina kurdî, jê gotinên xweþ derdixin, bi lîstikê wan gotinan carek din bi bîra temaþevanan dixin û bi wan didin hezkirin.
LÎSTIK PIÞTA XWE DIDE ZARGOTINA KURDÎ
“Li Dêrê Zargotin” bi naverok û þêweya xwe, barê xwe ji folklora kurdî hildigire. Di vê lîstikê de sê mesel li ser sehneyê ne: Aqil Taca Zêrîn, Qûtê Salê û Þêrê Neynîkê. Di van hersê meseleyan de, her çîrok li encamekê û li gotineke pêþîyan digere. Lêgerîna aqilekî, pirsa baþî û tifaqê, neheqî û daxwaza wekheviyê û jê wêdetir xwe li zar û zimanê temaþevanên giþtî digre.
Bûyerên ser sehneyê bi awayekî vekirî li pêþberî temaþevanan diqewimin. Tevî vebêjer, temaþevan jî beþdarî lîstikê dibin. Di çîroka destpêkê “Aqil Taca Zêrîn” de, sê bira dikevin dû þopa dizê xwe. Çîroka duyem “Qûtê Salê” ye û ji aliyê sê destbirakan ve tê amadekirin. Di çîroka sêyem de “Þêrê Neynikê” ji bo desthilatdarîya xwe, li Þêrekî nenas digere…
Promîyera lîstikê roja 31'ê gulana 2023'yan li Mêrdînê li Sehneya Cureartê ya Dermansazan de hate li dar xistin. Lîstik rastî eleqeyeke mezin hat, salon miþt tije bûbû.
Lîstik ji bo cara diduyan li heman sehneyê ew ê roja 03.06.2023'yan, roja þemî saet 20.00 de were lîstin. Li gor gotina Þano MARS ewê li Mêrdîn û navçeyên wê listikê pêþkêþ bikin û paþê ji bo tûrneyê berê xwe bidin Amed, Batman û Wanê.
LI MÊRDÎNÊ, HEMÛ LÎSTIKVAN JI MÊRDÎNÊ
Þano MARS komek þanoyê ye ku li Mêrdinê hatiye avakirin. Her wiha hemû þanoger û kedkarên komê jî ji Mêrdînê ne. Her yek xwedî karê xwe ne lê ew êvaran û dawiya hefteyê xebatên xwe yên þanoyê didomînin. Wan bi vî awayî ev lîstikek amade kiriye. Wan wekî cih heta niha sehneyên alternatîf wekî Odeya Dermansazan, Akademî Sanat, KESK û li Baroya Mêrdînê bikar anîn. Bi beþdarîya þanoger û hunermandan, komxebatên lîstikvanî û þanoyê bi Yavuz Akkuzu, Rûgeþ Kirici, Serhat Kural, Îhsan Arat û Ferhat Feqî re kargehên þanoyê pêk anîn. Þano MARS, piþtî van hewldan û kede yekem lîstika xwe pêþkêþ kir.
KUNYE:
Nav: Li Dêrê Zargotin (ÞANO MARS)
Perdeyek Ji Zargotinê
Þanoname û Derhênerî: Çetoyê Zêdo
Lîstikvan: Kerem Qoserî, Tugba Erkek, Turan Îlhan, Servet Demîrel, Mustafa Temel, Volkan Kaçira
Cil û Berg: Beyan Bahmanî
Dekor: Nuran Emen
Ronahî û Teknîk: Seher Arpa
Muzîk û Efekt: Ardî Zêdo
Mawe: 65’
Þano MARS li Mêrdînê hatiye avakirin, hemû xebatkarên wê ji Mêrdînê ne.