• Rûpela Pêþî
  • Hilbijartina Herêmî 2014
  • Hilbijartina Herêmî 2009
  • REFERANDÛM - 2010
  • Hilbijartin 2011
  • Rûpela Pêþî

'Em ê encamanê bi berfirehî binirxînin û berxwedana xwe bi pêş ve bibin'

Dîrok : 30 05 2023 | Beþ :

ENQERE

KCD, HDK, DBP, Partiya Çepên Kesk û HDP’ê piÅŸtî civîna nexÅŸerêya heyama nû daxuyanî da û got: “Em rê nadin tu bêmoraliyê, bêtaqetiyê, qelsiyê; destûr nadin tu operasyonê. Em ê encaman bi pêkhate û saziyên xwe re bi gelên xwe re bi awayekî berfireh binirxînin. Em berxwedana xwe mezin bikin û bi pêÅŸ bixin.” 

Hevserok û hevberdevkên Kongreya Civaka Demokratîk (KCD), Kongreya Demokratîk a Gelan (HDK), Partiya Herêmên Demokratîk (DBP), Partiya Çepên Kesk (YeÅŸîl Sol Partî) û Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ji bo encamên hilbijartinan binirxînin û nexÅŸerêya dema bê diyar bikir civiyan. 

PiÅŸtî civînê daxuyanî hat belavkirin.

Di daxuyaniyê de hat gotin ku li gel konsepta têkbirin û tasfiyekirinê ku di salên dawî de li hemberî Tevgera Kurd ya Siyasî tê meÅŸandin me bi hev re têkoÅŸîn û berxwedaneke esasî meÅŸand. Wisa hat gotin: "Li gel darbeya bênavber ku li hemberî israra azadiya gelê kurd tê meÅŸandin, gelê me li Kurdistanê bersiva herî girîng û eÅŸkere di hilbijartinên 14 û 28'ê Gulanê de da. Em vê helwesta gelê kurd ku li hemberî bêstatubûnê û înkara pergalê, bi daxwaz û têkoÅŸîna xwe ya azadiyê israr dike, li hemberî zilmê tu tawîz nade bi rêzdarî silav dikin û bejna xwe li ber vê helwestê ditewînin. Em soz didin ku em ê vê helwesta gelê xwe di xebatên xwe yên pêÅŸiya me de jî esas bigirin û bi awayekî bi bandor di siyaseta xwe de pêk bînin."

Di daxuyaniyê de li ser helbesta gelên Tirkiyeyê jî hate sekinîn û ev yek hat gotin, "Li hemberî desthilata faÅŸîst a ku hemû derfetên dewletê bi kar anî, hemû komplo, defik, derew û dezenformasyon wekî rêbazeke siyasî pêk anî. Di vê hilbijartinê de ji 2 kesan kesek li hemberî pergala qesrê derket; ev yek ji bo me sedema mezinkirina têkoÅŸîna civakî ya ÅŸoreÅŸger û demokratîk e."

Hat gotin ku ew qebûl dikin ku di hilbijartinê de negihîÅŸtine hedefên xwe, li gor van hedefan bi ser neketine û ev yek lê hate zêkirin: "Lê belê em her tim bi awayekî siyasî pêÅŸ ketin û bûne hêviya bindestan. Di dema nû de jî bandora me ya diyarkirinê dê di warê rêxistinî, polîtîk û civakî de bidome. Vê rola me jî herî zêde derdorên ku dibêjin 'bi aqlê dewletê tevgeriyane' baÅŸ dizanin. Em ê bi înyad û israr rola xwe ya têkoÅŸîna demokrasiyê hîn zêdetir mezin bikin û hîn bihêztir bibin pêÅŸengê doza azadiyê. Em soza xwe ya serkeftina doza demokrasî û azadiyê ji nirxên xwe re, ji heval û hogirên xwe re didin ku li zindanan, li sirgunê û li her qada têkoÅŸînê berdêl û ked didin."

Hat gotin ku ew rê nadin tu bêmoraliyê û wiha dawî li daxuyanî anîn: "Em rê nadin bêtaqetiyê, qelsiyê, destûr nadin tu operasyonê û her wiha bi baweriyeke mezin em ê di rojên pêÅŸ de bi pêkhate û saziyên xwe re bi gelên xwe re bi awayekî berfireh encamên ku derketine holê binirxînin. Em ê ji van encaman para xwe derxin û li gel vê pergala neyarê ked, azadî, aÅŸtî, xweza, jin û ciwanan berxwedana xwe mezin bikin û bi pêÅŸ bixin. Serkeftin dê bibe ya gelên ku li hemberî faÅŸizmê têkoÅŸîn dide!”


Hûn dikarin li van jî binêrin