Nûbihar bi 'Berxwedana Araratê' derket
Diyarname
Kovara Nûbiharê bi hejmara xwe ya nû li pêþberî xwendevanên xwe ye. Kovarê di hejmara xwe ya 163'yan de bi navê "Berxwedana Araratê, 1926-1931" dosyayeke amade kiriye.
Nûbihar ku sê mehan carek derdikeve, hejmara xwe ya bihara 2023'yan pêþkêþ kir. Nûbiharê di vê hejmarê de dosyaya xwe li ser serhildana Agirî amade kiriye. Edîtorê kovarê Suleyman Çevîk di danasîna dosyayê de wisa gotiye, "Berxwedana Araratê jî weke hereketa sala 1925an li hemberî siyaseta dewletê bertekek bû. Di destpêkê de hinek kesên beþdarî serhildanê bûne endîþeyên wan yê millî zêde nebûn, paþê hereketê rengê xwe yê netewî daye wan kesan jî. Wekî hûn jî dibînin ku ev jimara me dosyaya Berxwedana Araratê ye."
Dosya ji aliyê Mehmet Gultekin û Nihat Gultekin ve hatiye amadekirin.
Di dosyayê de Nihat Gultekîn ligel Mehmet Sadik Varli hevpeyvînek çêkiriye. Varli dibêje, "Ji bermahiyên tevkujiyê kesên av bi wan germ bibe þandine Girtîgeha Edeneyê!" û bi vê yekê qala kesên piþtî berxwedanê mane kiriye. Ji bilî vê Nihat Gultekîn bi nivîsa "Þahidiya Þahidan, Komkujiya Geliyê Zîlan" ked daye dosyayê.
Yek ji edîtorên dosyayê Mehmet Gultekîn bi du nivîsan jî ked daye dosyayê. Yek jê bi navê "Berxwedana Araratê û Biro Hesikê Têlî" ye, ya din jî portreyek e: "Ronakbîrek ji salên berxwedana Araratê: Nûman Hulusî Efendî".
Lêkolîner Rohat Alakom ketiye nava çapemeniya Swêdê û ji nûçeyên li ser berxwedana Agiriyê nivîsa bi sernavê "Serhildana Agiriyê Di çapemeniya Swêdê de (1930)" pêþkêþ kiriye.
Haluk Agrîn jî porteya "Yek ji lîderên Berxwedana Çiyayê Agirî: Xalis Beg" amade kiriye.
Di dosyayê de çend nivîsên wergerê ku dosya rengîn kirine jî hene. Ji van M. Zahir Ertekin ji tirkiya osmanî nivîsa "Derd û Xemên Ji Husna Dilberê Beyazidê Duwem", Aziz Tekin jî "Nadir Beg" ji tirkî wergerandiye. Her wiha Mustafa Gokhan jî nivîsa "Îhsan Nûrî Paþa û Kurtedîroka Rojên Îranê" ji soranî bo kurmancî amade kiriye.
Dîsa Mustafa Kilicaslan jî nivîsa "Serhildana Araratê ya Kurdan a sala 1930'yî û salixdana wê di stranên dîrokî de (Ordîxanê Celîl)" amade kiriye.
Li aliyê din nivîs û helbestên Muqades Agirî, Osman Sebrî, J. Ahmed Yildiz, Kevok Mizgîn, Cimoyê Merûf, Evdî Hesqera û Azad Rêbiwar di dosyayê de cih girtine.
Ji bilî dosyayê, di vê hejmarê de nivîs, çîrok, helbest û wergerên van kesan di kovarê de cih girtine: Yûnis Amedî, Berken Bereh, Rojen Barnas, Sabri Akbel, Sidîq Gorîcan, Hafizê Þîrazî (Wergera ji Farisî: Hayrullah Acar), Omer Faruk Feyat, Felat Dilgeþ, Mutî, Muhammed Bozkoyun, Ahmed Arif (Wergera ji Tirkî: Talat Ýnanç, Þukran Çaçan, Asyah Goyî, abri Akbel
Ji bo têkilî:
0212 519 00 09
info@nubihar.com