Zafer Partîsî piştgirî dide Kiliçdaroglu
Diyarname
Zafer Partîsî di dora duyemîn a hilbijartina serokomariya Tirkiyeyê de piÅŸtgirî dide Kemal Kiliçdaroglu.
Berendamê Îtîfaqa Milet Kemal Kiliçdaroglu û Serokê Zafer Partisi Umit Ozdag hatin ba hev, piÅŸtî hevdîtinê Ozdag piÅŸtgirî da Kiliçdaroglu.
Zafer Partisi û Adalet Partisi bi hev re Îtîfaqa Ata saz kiribûn, wekî berendam jî Sinan Ogan nîÅŸan dabûn. Ogan sedî 5,17 deng girtibû. Ogan gotibû di dora duyemîn de emê dengê xwe bidin berendamê Îtîfaqa Komarê Recep Tayyip Erdogan. Lê berî vê ji Îtîfaqa Ata Adalet PArtisi piÅŸtgiriya xwe ji bo Kiliçdaroglu eÅŸkere kiribû.
Û îro berî nîvro jî Zafer Partisi piÅŸtgiriya xwe ji bo Kiliçdaroglu eÅŸkere kir. Bi vî awayî ji Îtîfaqa Milet her du partiyan piÅŸtgiriya xwe ji bo Kiliçdaroglu eÅŸkere kirin. 1- 4 xalên pêÅŸîn ên Zagona Bingehîn û xala 66'an ku qala Hemwelatiya Tirk dike tê parastin. 2- Ji dewleta milî-unîter-laîk ku di sala 1924'an de hatiye qebûlkirin bi paÅŸ ve gav nayê avêtin. 3- Di serî de sûriyeyî, hemû koçber û qaçax di nav salek de bi paÅŸ ve têne ÅŸandin. 4-Li hemberî hemû rêxistinên terorê FETO, PKK, DAIÅž ku hebûn û yekbûna welat hedef digirin têkoÅŸîneke xurt û bi bandor tê kirin. Ligel terorê muzakere nayê kirin, têkoÅŸîn tê dayîn. Tu guherînên ÅŸiklê dewleta milli û ûnîter bêne guhartin nayên kirin. Di çarçoveya têkoÅŸîna li hemberî terorê de, têkiliya rêveberên herêmî ya ligel terorê bê dîtin û ji aliyê hiqûqê ve bê erêkirin, rayedarên dewletê di cihê wan de têne peywirdarkirin. 5- Di peywirdarkirina rayedarên dewletê de ne sadiqbûn, li gor liyakatê biryar tê dayîn. 6- Li hemberî hemû karên qirêj dê di çarçoveya hiqûqê de bi awayekî bi bandor têkoÅŸîn bê kirin. 7- Dewlet li hemberî hemwelatiyên xwe zelal û eÅŸkere tevdigere. Li ser van xalan li hev kirin hatiye kirin.
Berî daxuyaniyê her du serokên partiyan li ser 7 xalan li hev kirin û bi vî awayî protokol îmze kirin.
Va ne ew 7 xal: