Cara yekem e Þam behsa pêkanîna biryara 2254′an dike
QAMIÞLO
Tora Russia Today duh bi Wezîrê Karên Derve yê hikumeta Þamê Feysel Mîqdad re hevpeyvînek çêkir.
Mîqdad got ku hikumeta wî amade ye biryara Neteweyên Yekbûyî (NY) ya 2254′an a li gorî berjewendiyên welatê wî ye, pêk bîne. Ji dema ev biryar hate dayîn ve, ev cara yekemîn e rayedarekî payebilind ê hikumeta Þamê li ser pêkanîna vê biryarê diaxive.
2254 ÇI YE?
Biryara 2254′an di 18′ê kanûna (berfanbar) 2015′an de hate dayîn. Di biryarê de tê gotin ku gelê Sûriyeyê biryara pêþeroja welat dide, her wiha banga avakirina hikumeteke demkî, lidarxistina hilbijartinan bi çavdêriya navneteweyî û sekinandina êriþên li dijî welatiyan tê kirin.
Têkildarî mijarê, Mîqdad anî ziman ku hikumeta wî hewl dide çareyeke siyasî çêbe, teror û cezayên dewletên rojavayî bi dawî bibin. Her wiha Mîqdad got, hikumeta Þamê amade ye destekê bide komîteya destûrê û ew amade ne bi hev re li ser vê yekê bixebitin, lê piþtî rewþ aram bû.
'ÞERT EW E, TIRKIYE JI XAKA SÛRIYEYÊ DERKEVE'
Li ser vegerandina têkiliyan di navbera hikumeta Þamê û Erebistana Siûdî de, Mîqdad bang kir ku têkilî bi hemû dewletên Ereban re werin xurtkirin.
Têkildarî hewldanên Rûsyayê yên normalîzekirinê di navbera hikumeta Þamê û dewleta Tirkde, Mîqdad got, þertê hevdîtina serokê hikumeta Þamê û hempîþeyê wî yê Tirkiyeyê ew e ku hêzên dewleta Tirk ji xaka Sûriyeyê derkevin.
Têkildarî dosyaya qaçaxçîtiya hiþbirê jî Mîqdad diyar kir ku sedema wê yekê þer û lawazbûna karîna hêzên ewlehiyê ye.
ANHA