Rojnameger Sedat Yilmaz û Dîcle Muftuoglu hatin girtin
ENQERE
Rojnamegerên kurd Sedat Yilmaz û Dîcle Muftuoglû ku ev du roj bûn di bin çavan de bûn nîvî þevê piþtî îfadeyê hatin girtin. Piþtî biryarê Yilmaz got: “Pergala rêbir hildiweþe, hilweþiya.”
Di çarçoveya Serdozgeriya Komarê ya Enqereyê de li 15 bajaran operasyon hatibû lidarxistin. Di serdegirtinên malan de 19 kes hatibûn binçavkirin. Hevseroka Komeleya Rojnamevanan a Dîcle Firatê (DFG) û edîtora Ajansa Mezopotamyayê (MA) Dîcle Muftuoglû û edîtorê MA’yê Sedat Yilmaz jî di nav binçavkiriyan de bûn. Fîlîz Yilmaz piþtî îfadeyên li dozgeriyê hat berdan. 15 kes bi daxwaza girtinê û 3 kes jî bi þertê kontrola edlî sewqî Dadgeriya Cezayê Sulhê ya Nobedar hatin kirin.
5 KES HATIN GIRTIN
Dadgeriyê derbarê rojnameger Sedat Yilmaz û Dîcle Muftuoglû, Erol Balci, Abdurrahîm Tanyerî û Ramazan Debe de biryara birgirtinê da. Hevjîna Sedat Yilmaz, Selma Yilmaz, Cahît Kanbay, Cîhan Guneþ, Îsamîl Adanmiþ, Cahît Ablay, Mahmut Dogû, Devran Ak, Þemsettîn Toprak, Mehmet Emîn Yildirim, Cevdet Îsmaîlogûllari, Hasan Ozhan, Evîn Ozbek û Sûat Karagoz bi þertê kontrola edlî ya îmze û qedexeya derketina derveyî welat hatin berdan.
‘PERGALA RÊBIR 10 ROJ ÞÛNVE DIQEDE’
Rojnameger Sedat Yilmaz li korîdora edliyeyê bertek nîþanî biryara girtinê da û wiha got: “Pergala rêbir wê 10 roj þûn ve biqede, li ber hilweþandinê ye.”
HEFTEYA ÇÛYÎ JÎ HIN HATIBÛN GIRTIN
Li aliyê din hefteyek berê jî rojnamegerên kurd Edîtorê Ajansa Mezopotamyaê Abdurrahman Gok, nûçegîhana Jinnewsê Berîtan Canozer, rojnameger Mehmet Þah Oruç û Remzi Akkaya hatibûn girtin.
**
Nûçeya Eleqedar:
- Hejmara girtiyan zêdetir dibe