Ez çawa bi fitixê ketim, min çi kir û divê em çi bikin?
Hemdilla ARDA
Di vê nivîsê de em qala meseleya ez çawa bi fitixê ketim, min çi kir û divê çi bê kirin bikin ku belkî ji bo hinên din jî bibe derman. Fitix, bi gotineke din êþa piþtê ye. Em ji çîroka "Êþa Piþtê" piþtî dest pê bikin:
Çîrokeke me ya kurt û gelêrî ya kurdan ku em ji xwe re dersan jê digrin. Dibêjin du kesan þer kiriye û yekî ji wan li zikê yê din xistiye. Yê ku ji zikê xwe derbê xwariye ji yê din re gotiye, "Axxx piþta min!". Wê gavê yê xurt ji yê lawaz re gotiye, "Law ma min li zikê te xist, çima, çi bûye ji piþta te?" Bersiva yê lawaz gelekî îronîk bûye, "Heke piþta min hebûya ma ji ku te karîbû li zikê min xistiba?"
Piþt ji bo gelek çîrokan dibe mijar lê di çîroka jiyana mirov de lehengiya barkêþ û azarkêþiyê dibe para wê. Tenduristiya piþtê esasê tenduristiya siberoya laþê mirov e. Ji ber ku emrê meriv dirêj an kin, ew çi be jî, heta bi dawiyê barê herî giran para piþtê ye. Hem berpirsiyarê liva lingan e, hem barkêþê ji navê berjor e û him jî ragihanerê di navbera berjêr û berjor e. Ji ber vê divê meriv qîmeteke mezin bidiyê.
'FITIXÊ TE ÇÊBÛYE'
Naxwe min çawa kir? Min heqê piþta xwe nedayê. Min qîmet nedayê û belkî ji ber vê jiyanê belkî jî ji nezaniya xwe daîm barê giran lê kir û di bin bar de eciqand! Taliya talî, piþtî serdemeke tije zehmetî piþta min got "bes e" û wê jî dest ji min berda. Encam, êþeke ji carekê ve xwe di min de hîs kir, di ciyê xwe de hiþk bûm û hew duqat bûm ku karîbim bi vir de wê de herim. Paþê çûyîna nexweþxanê, muayeneya bijîjk, kiþana fîlman û analîza fîlmên MR'yê (emar). Bijîjkê pispor yê Fizîk û Tedawiyê got, "Ser xêrê be fitixike te ya nipînû çêbûye!"
EV FITIX ÇAWA ÇÊBBÛ?
Yên ji we nizanin belkî bibêjin, "viya barê gelekî giran rahiþtiye û ji ber wê piþta wî fitixiye?". Lê na! Qet na! Min karên gundan jî nekiriye û yên înþeatan jî. Ne me, ne das, ne tevrî, ne jî þivanî! Ne kevir, ne kîs û ne çewalê arvên! Ne qelew û ne jî lawaz im ji aliyê giraniya xwe ve. Erê ne atletîk û ne jî çewalê patata me! Helbet mirov di nava van kar û þertan de jî dibe xwedî fitixa piþtê lê yê min û gelekên wekî min ne ji vana ji tiþtine din nexweþ dikevin.
PIRS Û BIRSIV
Ji bo ez xwe bi we canik û camêran bidime fahmkirin, bo hûn jî nekevin van halan û li xwe miqate bin. Ka em dest bi pirsan bikin.
1- Cara pêþî kengî ev nexweþî di min de derket?
- 14 sal berê.
2- Berî ku di min derkeve haya min jê çêbû yan jî tu emare-nîþane hebûn an na?
- Na, belkî hinek sînyalên bedena min hebûn lê min fêhm nedikir.
LI SER SIFREYÊ ÇÊBÛ
3- Bi çi awayî êþa pêþî çêbû?
- Em malbat li erdê li ser sifrê taþtê me dixwar û piþtî têr bûm ku min livek da xwe ji bo ji erdê rabim, min dît ku êþeke dijwar di piþta min de ye û nahêle ez ji erdê rabim. Paþê malî ketin bin çengên min û ji erdê daqul mayî rabûm. Hinekî bi çûn û hatineke sakîn ji hev rabûm û hinekî normal bûm.
4-Beriya nexweþiyê min çi kar dikir?
- Mamostetî dikir û hîn jî dikim.
5-Eleqeya vê nexweþiyê û karê mirov heye?
- Mamostetî ne karekî hêsan e. Berêberê bi saetan meriv li ser lingan dimîne, di ders dayinê de jî bê hemdê xwe meriv carinan dikeve pozisyonên zerarê bide piþt û sitûyê xwe. Dersdayîn streseke wê yê gelekî pîle bilind heye, nexasim jî salên ku meriv di kar de nû be.
6- Mesela ew pozîsyonên bi xetere kîjan in?
- Pozîsyonên wekî li texte nivîsandina dawî dirêj, ji deh kêliyan zêdetir li ser lingan mayîn, ji nîv saetê zêdetir li ser kursiyê bê liv rûniþtin, li ser masê bi þiklê xwe daqulkirî û wexteke dirêj pirsên zarokan bersivandin, tim û daîm bi dengê berz û bênavber axaftin, rabûn û rûniþtina ji carekê û ne çê, fitilîna li rast û çep ya ji niþke ve û hwd.
HIN SEDEMÊN FITIXÊ
7-Tenê bi van livên xelet fitix çêdibe?
- Na, tenê bi serê xwe ew nabine sedem. Hîn gelek sedemên din hene û bi piranî gava hemû bi hev re di meriv de peyda dibin rîsk zêde dibe. Bi pozisyonên ne çê re, di beþên jiyana merivan de gelek faktorên stresê hene. Mînak stresa ezmûnan, karek dîtinê, debara aboriyê, têkîliyên dilî, zewac, xwedîtiya zarokan, problemên malbatî, di trafîka zêde de wext derbas kirin û hwd.
8-Wekî din çi faktor-sedem hene?
- Mesela faktorên genetîkê jî hene. Hinek mirov ji binyata xwe ya irsî lawaz in. Dibe ku xwarbûn di marîpiþta wî/ê de hebe, yan jî movikên-hestiyên marîpiþtê kêm û qels be. Qelewiya zêde jî nexweþiyê diazirîne. Ji ber ku barê piþtê û sitû gelekî zêde dike. Ajotina erebeyan a dû dirêj jî dibe sedem, carinan piþkek an jî kuxikeke bêwext û dijwar jî...
SEDEMÊN FITIXA MIN
9- Yê min vana kîjan bûn?
- Gelek jê sedem bûn. Hinek rojan 10-12 saet min ders dida. Li dor sê-çar salan li ber betilandina dersan, hem sibehan û hem jî êvaran, heftiyê 6 rojan bi erebeyê diçûm çend navçe û bajaran. Ji mecbûrî. Ji ber ku li dersxaneyên taybet de mamoste bûm û debara malê jî zor bû.
BI ÇI MIROV DIKARE PÊÞÎ LI FITIXÊ BIGIRE
10- Ji bo meriv bi vê nexweþiyê nekeve û ku pêket jî divê çi bike, here kîjan beþa nexweþxaneyan?
- Helbet xwe parastin û li xwe miqatebûn ji bersiva pirsên din muhîmtir e. Xweparastin bi masûlkeyên xurt û berz peyda dibe. Bi rastî ji bo masûlkeyên xurt ew werzîþa ku çavên meriv ditirsîne ne hewce ye. Hewcehî bi egzersîzên rojane, bi baldarî rabûn û rûniþtin, jiyaneke kêm stres heye. Lê dîsa jî hinek kitekit hene. Ew kitekit jî ev in:
+Tiþtên giran hilnegire, te hilgirt jî bi destekî ne, du destan bigre.
+Heke tu yê tiþtekî ji erdê rahêjî, ji navê xwe daqul neke, çogên-kabokên xwe biþkîne û rahêje.
+Ji deh kîloyan zêdetir hilnegire, di ciyê xwe de li ser piyan nesekine. Bimeþe, here û were.
+Ji nîv saet, çil kêliyan zêdetir rûnenê. Carê rabe, bimeþe, her û were, pozîsyona xwe biguherîne.
+Li ser nivînên zêde hiþk yan jî nerm raneze.
+Bi saetan li ber ekranên kompîtur û telefonê nesekine.
+Cilên zêde teng li xwe neke ku xwîna te bi hêsanî û lez biherike.
+Cixareyê nekþîne.
+Zêde bi xwarinê xwe aciz neke û qelew nebe.
+Solên ku lingên te têde rehet be û sivik be pêxe lingên xwe.
+Li erdê xwarinê nexwe û rûnene.
+Tûwaletên alafranga-kolzet bikar bîne.
+Lingên xwe bi saetan neavêje ser hev.
+Tu li ku rûniþtî destekekê bide piþta xwe.
+Tu meþiyayî bila piþta te rast, serê te ber bi jor û bi xwe bawer bimeþe.
+Alavên malê û li kar li gor bedena xwe, ergonomîk hilbijêre.
+Hobiyên ku te rehet dike ji xwe re bike.
+Îmkanên te yên masajê hebe, tew nebe salê çend caran here cem masorên pisporên masajê.
+Marûzî sermê nemîne.
+Heke te karekî dawî dirêj kir nebêje "ha ha va hindik ma, ha vê jî, ha vê jî!. Di ku de tu betilî, navberê bidiyê.
+Betilandina xwe heya tu karîbî li ser piþtê dirêjkirî biderîne.
+Soberiyê bike, lê xwe zêde nebetilîne. (bi periyodên 10 kêlî soberî, 30 kêlî îstirehet)
+Bi tempoyeke ne kêm ne zêde bimeþe. Te çawa hîs kir ku tu betilîe meþa xwe biqedîne.
-Û ji nas û dostan dûr be ku meriv ji marîpiþtê ve fitix bû gerek berê xwe raste rast bide nexweþxaneyê, beþa Fizîk û Tedawiyê yan jî Cerahiya Mejî û Marîpiþtê, bijîþkên profesyonel yên vê nexweþiyê. Jê û pê ve hemû derew, xwe xapandin û sextekarî ye! Qethiyen xwe nexin nava lepên cebar-mebaran. Ew kes di þûna ku we rehet bikin îhtîmal e ku we seqet bihêlin.
MIN TEDAWIYEKE ÇAWA KIR?
11- Piþtî ku ez nexweþ ketim min çi tedawî dîtin yan jî çi derman xwarin û meriv jê xelas dibe yan na?
- Wexta ku bijîþk teþhîs danî bêtir bi dermanên masûlke sistkêr ez tedawî bûm. Ew jî hinek derziyên steroîd, merhem û vîtamînên wekî B11 û B12 bûn. Lê ji sedî sed meriv xelas nake. Tenê êþa wê gavê kêm dike. Taliya talî ew kermika di nava movikên marîpiþtê de pîjikek ji ber çûye û ew pîjik di baqê þaneyên neuronan (þaneyên sînîr yên di marîpiþtê de) de wekî derziyakê têde diçe. Ew pîjik bi derziyan, heban û melheman nakeve ciyê xwe. Encax bi masûlkeyên xurt qewîn dibe û dikeve cihê xwe.
- Hin tedawiyên din jî li cem teknîsyenên Fizîk û Tedawiyê tê kirin. Ew jî dayîna voltajeke kêm ya elektrîkê û presên bi torbe û pêþgirên germ bûn. Her ku ez li xwe qate nebûm nexweþiya min li min girantir bû, du caran jî tedawiya manûel min dît. Di vê tedawiyê de pisporan temama enîþkên di laþê min de qirpandin. Meriv gelekî rehet dike, stresa li ser laþê meriv bi rêjeyeke mezin kêm dike.
- Helbet vana hemû çareyên demî bûn û di þert û mercên min de tu çê bûn nebû û ez jî li xwe ne miqate bûm. Paþê di sibata/reþemiya sala 2017'an de êþa min zêde bû. Ez ne dikarîbû rûnim, ne bimeþim, ne rakevim. Fitixa min piþtî kiþaneke fîlmê MR(emar)ê li gor gotina bijîjkê pispor teqiya bû û teqez diva bû emeliyat bibime. Di nava hefteyekê de, li Diyarbekirê, li cem bijîþkekî navdar, bi teknîkeke nû (mîkrodîskektomî), bi birîneke biçûk û di nava 45 kêliyan de emeliyat bûm. Roja din jî ez ji nexweþxanê tabûrcû bûm. Êþa min hema hema qediya bû. Berî emeliyatê ji çoga min a çepê heta bi serê tiliya min a gir pûçbûnek têde hebû lê piþtî emeliyatê ew pûçbûn jî gelekî kêm bû. Niha jî ku ez li sînorê xwe zanibim êþa min çênabe lê ku bibetilim, bibehicim, ji piþtê ve marûzî sermê bimînim, zêde li ser piyan bimînim yan jî tiþtên zêde giran rahêjim jî êþa min zêde dibe.
- Ev nexweþî ne wekî nexweþiyeke mîkrobîk e. Bi dermanên wê mîkrobên ku bimre tune ne. Sebr û dayax lazim e. Standardên ku ji bo vê nexweþiyê di jiyana xwe de meriv cih didiyê divê ne tenê bo dema nexweþiyê be, divê daîmî be û bi îstîkrar be.
EMELIYET DIKARE SEDÎ SED BAÞ BIKE?
12- Gelo emeliyata vê nexweþiyê dibe çareserî û meriv ji sedî sed jê xelas dibe?
- Ez bersiva vê pirsê encax bo xwe dikarim bidim; na, nebû çareserî û hîn jî jê xelas nebûme. Lê li gor ew çend rojên berî emeliyatê ez gelekî baþtir im. Qerara emeliyatê jî encax nexweþ û bijîþk bi hev re dikare bide. Berê berê emeliyatê jî nefikirin. Tedawiyên din biceribînin, li xalên jor ku min rêz kiriye qate bin û heya hûn dikarin xwe neyînin asta emeliyatê.
Li xwe qate bin û ji bo temama nexweþan silametiya xêrê dixwazim.
hamdullaharda@gmail.com
**
Nivîseke din a Hemdilla ARDA ya ku berê di Diyarnameyê de hatiye weþandin:
***
- Youtube: http://youtube.com/diyarnamediyarname…- Malper: http://diyarname.com
- Twitter: https://twitter.com/diyarname1
- Facebook: http://facebook.com/diyarname
- Mail: diyarname@diyarname.com