Tu demê ’Cerr’ ew qas xweþik nebûbû
Diyarname
Cer çi ye? Cerê avê? Cerê þîr? Cerê penîr? Cerê ji axê tê çêkirin? Erê, em qala vî cerî dikin, lê mesela me starana li ser cerî ye. Em serî de bêjin heta niha cer wisa xweþik neketibû ser zimanan… Erê vê carê “cer” gelek xweþik anîne ser ziman û li ber dilan xweþiktir kirine.
Em qala strana “Cerr” dikin ku Koma Pargîn ew amade kiriye û muzîka wê Mehmûd Berazî saz kiriye. Dengbêj Qasimê Þero bi dengê xwe deng û rih daye stranê û Îbrahîm Feqe jî amade kiriye. Niha ev cer, yanê ev stran bi rengek, dengek, klîbeke xweþik li pêþberî muzîkhezên kurd e. Ligel reng, deng û gotinên otantîk, reng û kincên kurdî, cihê klîb hatiye kiþandin (gundê Besta Sûs) jî rengekî xweþik li stran û klîbê kiriye.
Derhêner Þêro Hindê bi piþtgiriya Komîna Fîlm a Rojeva, Hunergeha Þ.Welat klîbeke serketî amade kiriye.
Em vê klîbê wekî Klîba Hefteyê hildibijêrin û pêþkêþ dikin.
Kerem bikin…