Projeyên xwendekarên Zanîngeha Rojeva di pêþangeha teknolojiyê de
Sîma Birokê / Qamiþlo
Duh li Qamiþloyê Pêþangeha Teknolojiyê ya Yekemîn a Bakur û Rojhilatê Sûriyê ji aliyê þîrketa Rcell ve hat vekirin. Pêþangeh bi beþdariya 24 þîrket û dahênerên li herêmê di 28`ê Çileyê/Rêbendanê de bi dawî bû.
Zanîngeha Rojava jî bi berhemên xwedekarên xwe yên Beþa Endazyariya Mekatronîkê ta Peymangeha Zanistên Teknîk tevli pêþangehê bû. 7 xwendekarên ku di dewreya 2021-2022`yan de der çûbûn, projeyên xwe di pêþangehê de pêþkêþ kirin.
Piraniya projeyên xwendekaran têkildarî pêwîstiyên jiyanî yên ji bo malbat, kargeh û çandiniyê bûn; wekî înkubasyona çandiniya jîrek, robotên agirkujê û sarinca bi enerjiya tavê dixebite.
PROJEYA ÎNKUBASYONA ÇANDINIYA JÎREK
Di nava projeyan de ya herî bi sûd ku rê li ber pêþketina berhemdayîna sebze û meyweyan vedike, înkubasyona çandiniya jîrek e.
Serokê Beþa Mekatronîkê ya Zanîngeha Rojava Omer Omer ji ajansa me re da zanîn ku pêþangeha teknolojiyê derfeta li pêþ pêþandana projeyên xwendekaran vekir û got: “Projeya înkubasyona çandiniya jîrek sûdewar hate dîtin û hin þîrketan xwest vê projeyê pêk bînin.”
ANHA
""
Nûçeya Eleqedar:
- Li Qamiþlo pêþangeha teknolojiyê li dar dikeve