Pall Weþan bi 3 pirtûkan hat
Diyarname
Weþanxaneyeke din li weþanxaneyên kurdî zêde bû: Pall Weþan. Pall Weþan di payîza 2022’yan de li Amedê hatiye avakirin. Ewê pirtûkên edebî, fikrî, dîrokî û qadên din ên zanistên civakî biweþîne. Pall Weþanê li ser armanca xwe wisa gotiye, “Armanca wê ew e ku kitêbên bijare yên di merhaleyeke fireh a xwendin û edîtoriyê re derbas bûne, bi bergên xweser û sê formatên cuda yên wekî e-kitêb, kitêba dengî û kitêba çapkirî bigihîne ber destê xwîneran.”
Pall Weþanê niha bi 3 pirtûkan dest bi weþanê kir. Ji van du heb çîrok in û pirtûka din jî roman e.
Va ne bi kurtahî ew her sê pirtûk:
“ÞEVA DIZÊN SOLSTÎSÊ”
Gundekî ku qet lê nabe þeveq û gava dibe þeveq qet lê nabe êvar; galgalên li ser çîroka çîrokeke ku qet neqewimiye; Benjamin Franklin, Thomas Edison, Don Quijote û Sancho Panzayê ku rêya wan bi gundekî Kurdistanê dikeve û aqûbeta wan li ber gopalê deradetî yê Pîra Fatim ji nû ve saz dibe; flanorekî ku her di takecîhana xwe de çerx dibe û bi semt û hemd tim dikeve seyra nîþaneyên derdora xwe; bîrhatinên “zarokekî” hezar û bîst û yek salî yê li ber çoka Pîra xwe derheqê miriyan û binaxkirinê de; nivîskarekî li pey lehengê xwe yê ku bi salan ji bankamatîkekê dide dû yeke din û tim li pereyên hûr digere; nehwirandinên ji ber saw û sawêrekê mayî; mêþên ku dawî li desthilata famîlyaya xwe tînin û ew jî bi wan re dicehimin?...
Desteyek çîrok di pirtûka “Þeva Dizên Solstîsê” de derdikevin pêþberî xwendevanan.
*
“SIYA YÊ DIN”
“Siya yê din” pirtûka çîrokan a Hesen Ildiz e. Di çîrokên kupkurt ên Ildiz de taybetiyeke girîng xwe dide der ku meriv dikare wekî krîtereke serkeftinê ya ji bo vê cureyê qebûl bike: Gava xwendina çîrokan xelas dibe, çîrok bi xwendevanan dest pê dike. Bi gotineke dîtir ev çîrok, ji bedêla ku bi dorsînoriyeke çar-pênc hevokî an jî yek-du pasajî çîrokekê ji xwendevanan re vebêjin, çîroka di dilê xwendevanan de derdixin holê û bi vî awayî temam dibin. Balkêþ e û nivîskar tim dilê xwe dibijînin vê rewþê.
Ev çîrokên ku ji meseleyên civakî û siyasî bigire heta bi meseleyên têra xwe þexsî û endîþeyên biçûk ên jiyana rojane çarçoveyekê xêz dike, bi vî awayî kariye panoramaya qelebalix, belawela, dudil lêbelê rasteqîn û berfireh neqil bike.
*
“LERZ”
Gula Strîstanka ya piþtî gelek kêferatan terka mêrê xwe dike û du zarokên xwe bi cih dihêle, ji Stembolê dide rê tê li Diyarbekirê bi cih û war dibe. Bi israr û hewldana hevaleke xwe dest pê dike romaneke otobiyografîk dinivîse lê çi bigire hê di nîvê rê de nikare projeya romana xwe bibe serî. Romana nîvco ya ku paþê dê navê Lerzê bigire, diçe ber destê Brahîm Aramê nivîskarê naskirî li Diyarbekirê û Aram romanê ji cihê mayî temam dike, li ser navê xwe dide çapkirin...
- Þeva Dizên Solstîsê / Bilal Nergizli / Çîrok / 64 rûpel / 2023
- Siya yê din / Hesen Ildiz / Çîrok / 80 rûpel / 2023
- Lerz / Qasim Pîro / Romar / 144 rûpel / 2023