5 kurdên ji Baþûr çima hatin kuþtin?
Ahmet Kanbal / MA / Mêrdîn
Ji gumanbarên bûyera Mêrdînê ku 5 welatiyên ji baþûrê Kurdistanê kuþtin, A.K, her çiqas bêje ku wan êriþê pêk aniye jî lê êriþkarê ku tê gotin pê li tetikê kiriye û hatiye tespîtkirin ku li Duhokê li sîteya qurbaniyan dixebite jî îdia dike ku eleqeya wî bi êriþê re nîne.
Li ser Rêya Hevrîþimê ya di navbera Nisêbînê û Mêrdînê de þeva 19’ê çile li dijî seyareyek welatiyên ji Duhoka baþûrê Kurdistanê êriþa çekdarî pêk hatibû û di êriþê de Hindirin Abdullah Salih (39), Wahida Haydar Casim (63), Abdullah Salîh Mustafa (69), Çîmen Þahîn Xalid (75) û Ahmed Celaleddîn Îbrahîm (45) ên hemwelatiyên baþûrê Kurdistanê ne hatin kuþtin. Derbarê êriþê de lêpirsîn hat destpêkirin û 6 kes têkildarî bûyerê hatin binçavkirin. A.Y. û Z.K. ku îdia kirine eleqeya wan bi bûyerê ve nîne û li qereqola cendirmeyan hatine berdan. Îfadeya 4 kesan jî li qereqolê temam bû û ji bo jêpirsîna li dozgeriyê tê payîn sewqî Edliyeya Mêrdînê bên kirin.
Heta ku têkildarî êriþê ku çima hatiye kirin rewþek ku zelal bûye nîne. Her çiqas Dozgerê Komarê yê Mêrdînê Ekrem Yildiz dibêje ku armanca êriþê “þêlandin e” jî lê heta niha ji bo ev armanca “þêlandinê” piþtrast bibe, tu þopek nehatiye bidestxistin. Çawa ku êriþ hatiye kirin lê kelûpelên biqîmet ên welatiyan wek pere, zêr, telefon, nehatine birin û her wiha êriþkaran destê xwe nedaye valîzên qurbaniyan jî. Ji ber vê yekê awir diçin ser vê yekê gelo êriþ bi armancek din pêk hatiye û ev pirs di serê her kesî de ye.
AJANSA ME XWE GIHAND ÎFADEYAN
Ajansa Mezopotamyayê (MA) xwe gihand îfadeyên kesên wek gumanbar hatine binçavkirin û îfadeya wan hatiye girtin. Ji binçavkiriyan tenê kesek qebûl kir ku êriþê pêk anîne û hat diyarkirin ku kesê tê gotin pê li tetikê kiriye îdia kiriye ku eleqeya wan bi êriþê re nîne.
Li gorî îfadeyên gumanbaran ku MA’yê xwe gihandiyê; O.M., yê ku hatiye binçavkirin di saeta bûyerê de li malê razayî bûye. Serê sibehê saet li derdora 04.00’an bavê wî lê geriyaye û jê re gotiye, “Kurê min cendirme li te digerin. Li ser vê yekê O.M., li cendirmeyan digere û dibêje çima lêgerîna wî heye. O.M., diyar dike ku li ser daxwaza cendirmeyan konime jê re þandine û ew jî çûye cihê cendirme lê bûne û wî kirine binçavan.
A.Y. ku wek gumanbar hat binçavkirin û paþê hat berdan jî di îfadeya xwe de dibêje ku eleqeya wî bi bûyerê re nîne û wesayîta ku êriþkar lê siwar bûyî bûne aîdî wî ye û beriya niha bi demekê daye birayê xwe û birayê wî jî bi kirê daye hin kesên ku wan nas nake.
Di dosyeyê de F.A, û A.K., ku wek “gumanbarên esil” hatine binçavkirin jî beyanên wan hev nagirin. Tê gotin þeva bûyerê wesayîtê A.K. bikar aniye û kesê ku tetikê kiþandiye û her 5 kesan kuþtiye F.A. ye. Li ser vê hat sekinandin.
GOTIYE ‘LASTÎKÊ WE TEQIYAYE’ Û WESAYÎTÊ SEKINANDIN E
A.K. ê gumanbar di îfadeya xwe de dibêje ku êriþê bi F.A., re pêk aniye û îdia dike ku êriþ bþ destê F.A. pêk hatiye. A.K., di berdewamiya îfadeya xwe de wiha dibêje: “F.A., got, ‘ez ê deynê te ku li min e bidim te. Tu xwe tev li tiþtekî neke. Tenê li ba min be’. Em bi hev re çûn Tesîsa Aydinlarê. Digot ku ew li Iraqê dixebite. Kesên bi wesayîtên luks ji Iraqê tên pereyê wan hene. Ew ê li Tesîsa Aydinlarê bisekinin. Ew ê wesayîtên luks ku tên biþopînin. Dema wesayît ji Tesîsa Aydinlarê vediqetin dê bên þopandin û pereyên li ser kesan hildin û birevin.” A.K., diyar dike ku ew li tesîsê sekinîne û jîpek reþ piþtî ji tesîsê derketiye þopandine û wiha dibêje, “Li cihekî em nêzî wesayîtê bûn. F.A. camê daxist û ji wan re gotiye ‘lastîkê we teqiyaye’. Li ser vê hiþyariyê ew kes sekinînin. F.A. bi demançeya li ser xwe çû ber jîpa reþ. Beriya F.A., biçe cem wan kesan, min demançeyê da destê F.A. û wî jî tetikê kiþandibû. F.A., ji wesayîtê peya bû û çû ber jîpa reþ û deng bi demançeyê ket. Ewilî du caran dengê sîlehan hat min û piþtre dengê qêrînê hat.”
A.K., di îfadeya xwe de aniye ziman ku wî jinan di wesayîtê de nedîtiye û tenê du zilaman dîtiye û di berdewamiya îfadeya xwe de dibêje ku cenazeyê zilamekî kaþ kirine ber rê û piþtî bûyerê ji wir dûr bûne. A.K., dide zanîn ku tenê çenteyek biçûk û cil ji wê wesayîtê hildane û di çente de jî pere tune bûne. A.K., destnîþan dike ew ewilî çûne Qoserê û piþtre jî derbasî Artûklû û Midyadê bûne û ji wir jî derbasî Nisêbînê bûne û vê îdiayê dike: “Armancek min a ku ez ê xelkê biþêlînim, kesan bikujim tune bûye.”
LI SÎTEYA KU KUÞTÎ LÊ DIJÎN DIXEBITE!
Lê belê tevî îfadeyên A.K. jî F.A., di îfadeya xwe de îdia kiriye ku tu eleqeya wan bi êriþê re nîne. Derketiye holê ku F.A., li sîteya bi navê Avrû City a li Dihokê ku ev qurbanî lê rûdinên dixebite. F.A., aniye ziman ji ber ku þanzimana erebeya wan germ bûye ew çûne Tesîsa Aydinlarê û îdia dike ku wesayîtên çûne tesîsê û ji wir derketine bala wî nekiþandiye. F.A., dibêje ew bi wesayîta xwe ewilî çûne Qoserê û piþtre jî çûne Artûklû û Midyadê û paþê jî di Avaspî de vegeriyane Nisêbînê û îdia dike ku tu eleqeya wî bi êriþê re nîne.
Di jêpirsîna ji F.A., de pirsa, “Welatiyên ji Iraqê yên hatine kuþtin li bajarê Duhokê li cihê ku hûn lê kar dikin de dimînin, gelo hûn van kesan nas dikin?” hatiye kirin. F.A. jî wiha bersivê daye: “Ez kesên hatine kuþtin nas nakim. Ez nizanim kî ne. Ez nizanim li sîteya ez lê dixebitim dimînin an namînin. Li vê sîteyê 4 hezar û 500 daîre hene. Tu eleqeya min bi vê bûyera kuþtinê re nîne.”
***
Nûçeya Eleqedar:
- Gelo dixwazin kiryarên bûyera li Mêrdînê veþêrin?