Japonyayê asta lêçûyînên leþkerî bilind kir
Diyarname
Hikumeta Japonyayê butçeya xwe ya malî ya ji bo dema navbera avrêl 2023 - adar 2024’an erê kir. Butçe ji 114,3 trîlyon yenî (865 mîlyar dolar) erê kir. Di nav butçeyê de asta butçeya parastinê bilind kirine.
Di nav butçeyê de beþek mezin ji bo ewlehiya civakî û parastina neteweyî ligel têkoþina ligel Covid-19 hatiye veqetandine.
Hatina ji baca welat salane 69.4 trîlyon yen (522 mîlyar dolar) e, loma jî têra vê butçeyê nake. Hikumeta di bin Serokwezîriya Fumio Kiþida beþa mayî dê tahvîlên dewletê xerc bike.
Ji vê butçeyê 36,9 trîlyon yen (278 mîlyar dolar) ji bo ewlehiya civakî, 6,8 trîlyon yen (51.2 mîlyar dolar) ji bo parastina neteweyî hatiye veqetandin.
Ajansa Kyodo ragihandiye ku di 5 salên dawî de her sal ser hev de 100 trîlyon yenî derbas dibe û di 10 salên dawî de her sal lêçûyînên butçeyê bilind dibin.
Serokwezîr Kiþida meha çûyî ligel wezîrên parastin û maliyeyê civiya bû û gotibû ku dê butçeya parastinê derxin sedî 2’yê butçeya giþtî ya welat.
Japonya li dinyayê xwedî sêyemîn butçeya herî bilind e. Salên dirêj butçeya parastinê ya welat di nav hemû butçeyê de li dor sedî 1 bû, yanê 5 trîlyon yen (36 mîlyar dolar) lê îsal derxistina 6,8 trîlyonî.