'Kurdiya Pratîk' ji nû ve derket
Diyarname
Li piyaseyê hin pirtûkên ku xwendevan xwe bi xwe dikarin pê hînê kurdî bibin hene. Yek ji wan jî "Kurdiya Pratîk" e. Ev pirtûka ku ji aliyê Ramazan Kaygisiz ve hatiye amadekirin, ji Weþanxaneya Na derket.
Ev pirtûka nivîskar Ramazan Kaygisiz di sala 2015'an de derketibû û niha bi çapa wê ya berfirehkirî li pêþberî xwendevanan e.
Di pirtûkê de beþên wekî alfabeya kurdî, tîpên kurdî, xwendina tîpên kurdî, diyalogên rojane hene û di dawî de jî ferhengokek hatiye amade kirin.
Li ser pêdiviya pirtûkeke wisa nivîskar wisa gotiye, "Ev pirtûka min ya di destê we de, ji bo kesên bixwazin, ku xwe bi xwe, bê alîkariyekê ji derve bigrin, bikaribin bi hêsanî xwe hînî zimanê kurdî bikin, hatiye amadekirin. Di vê pirtûka xwe de ji bilî hevokên tirkî û kurdî, min bilêvkirina hevokên kurdî bi tîpên tirkî nivîsandiye, da ku xwendevan bi hêsanîtir bikaribe hevokan kurdî bixwîne û bilêv bike."
- Kurdiya Pratîk / Ramazan Kaygisiz / Na / 202 rûpel / 2022