• Rûpela Pêþî
  • Hilbijartina Herêmî 2014
  • Hilbijartina Herêmî 2009
  • REFERANDÛM - 2010
  • Hilbijartin 2011
  • Rûpela Pêþî

Saqoyê Mehmed Uzun û romana kurdî

Dîrok : 17 10 2022 | Beþ :

Îbrahîm Seydo Aydogan

Ji nifÅŸê salên 70’î ku endamên wê ji rêxistinên cur bi cur dihatin, bi çûyîna Ewropayê re û bi dîtina serbestiya zimanê kurdî ya li wan welatên penaberiyê, nifÅŸekî wêjeyî peyda bû. Vî nifÅŸê nû, kurdî berî hertiÅŸtî wekî qada terapiya xwe dît. Wekî darên ku ji rehên xwe veqetiyayî, hemûyan xwe li zimanê kurdî girt. Komele, weÅŸanxane, rojname û sazî û dezgehên ku li Swêd û Almanya û Fransayê hatin avakirin, her wiha bûn qadên wiha ku dengê kurdan di ser wan re gihîÅŸt civaka derve jî.

Çapkirin û nivîsandina kurdî ya ku bi rojnameya Kurdistanê ve dest pê kiribû, di ber qutbûyînan re be jî, kevneÅŸopiyeke çalakiya nivîsê da avakirin. Vê kevneÅŸopiyê, çîroka Fuadê Temo û piyesa Evdirehîm Rehmiyê Hekarî ji me re hiÅŸtibû û rê li ber peydabûna heyama Hawarê ava kiribû. Nivîs êdî çalakiyek bû di qada kurdî de.

Li welatên Ewropayê kurdî ne qedexe bû û bi ser de nivîskar û rewÅŸenbîrên kurd dihatin teÅŸwîqkirin jî. Alîkariyên darayî û bûrsên xwendin û nivîsandinê didan kurdan. Di nava van ÅŸert û mercan de, nifÅŸê siyasî yê salên 70’î veguherî ser qada nivîs û wêjeyê. Mehmed Uzun baÅŸtirîn mînaka vê veguherînê bû.

Ji endametiya siyasî, Mehmed Uzun bala xwe da ser karên zimanî û wêjeyî. Wekî ku wî bi xwe digot, zimanê ku wî bi kar dianî têrê nedikir ku ew bikare bi dilê xwe ve romanan binivîse. Ne ku kurdî qels bû, lê belê kurdiya ku wî zanîbû qels bû, eynî mîna kurdiya me hemûyan. Lewma Mehmed Uzun du karên baÅŸ bi hev re kirin ku îroj qiymetê wê baÅŸtir tê fahmkirin.

Ya pêÅŸîn ew bû ku Mehmed Uzun hewl da ku zimanê xwe xurt bike; lewma berê xwe da Hawarê. Di romana xwe ya bi navê “Tu” de, bi taybetî beÅŸên metnên Hawarê rasterast bi kar anîn. Gava ku gazind jê hate kirin jî, di cîh de got “Kurdiya min têra min nedikir, lewma min ji metnên Hawarê îstifade kir”. Dijwar e ku mirov çalakiyeke bi vî rengî bipejirîne, lê sîh û pênc sal bi ÅŸûn de, em êdî dikarin bibêjin ku azmûna ku ew tê re derbas bûye, ji xwe karekî bi vî rengî pêwîst dikir.

Mehmed Uzun, ya rast, bi romana “Siya Evînê” ve bû romannivîs. Bikaranîna zimanî, ÅŸêwaza vegotina wêjeyî, avakirina lehengan, teknîkên vegotinê, cara pêÅŸîn di vê romana wî de bi rastî û durustî hatin bikaranîn. Me rengên wêjeya cîhanî jî cara pêÅŸîn bi vê romanê ve di nava romana kurdî de dîtin. Gava ku “Bîra Qederê” hate çapkirin, êdî tiÅŸtekî ku Mehmed Uzun ji me re îspat bikiraya nemabû. PiÅŸtî ew qas ceribandinan, eÅŸkere bû ku wî ê romaneke mezin binivîsandaya. Lewma jî, fînala azmûna romannivîsiya Mehmed Uzun romana wî ya piÅŸtî Bîra Qederê ye ku navê “Ronî Mîna Evînê Tarî Mîna Mirinê” bû.

Ev roman di çîroka wî ya nivîskariyê de gelekî girîng bû. Lewre, cara pêÅŸîn bû ku Mehmed Uzun ji çîrokên gelêrî, ji dîroka rewÅŸenbîriya kurdî û dokumentasyona dîrok û çanda kurdî bi dûr ketibû û êdî berê xwe dabû qada afirandina xwerû a wêjeyî. Di vê romanê de, behsa çîroka du welatan dibû ku jê re digot Welatê Mezin û Welatê Piçûk an jî Welatê Çiyayan wekî wê ÅŸanoya Harold Pinter ku wî bi xwe bi civaka kurdî ve dabû nasandin ku navê wê “Zimanê Çiyayan” bû. Bûyera sereke serboriya Baz e, lê em di ber re serboriya Kevokê jî dixwînin ku romanê wekî vegotina du çîrokên paralel datîne ber me. Kevok ÅŸervaneke kurd e ku derketiye çiyê, bi brîndarî ketiye destê artêÅŸa welatê mezin. Baz jî bi eslê xwe ve kurd e, eÅŸîr û malbata wî tev hatine qirkirin û efserekî welatê mezin ew ji xwe re kiriye law û bi xwe re biriye. Bi dû re, Baz jî bûye efserekî artêÅŸê û li dijî ÅŸervanên ku ji gelê bindest in tev li têkoÅŸîna çekdarî bûye.

Axir, rêya Baz û Kevokê bi vî awayî ve digihîje hevdu. Lê gava ku Baz alî Kevokê dike û hewl dide ku wê ji mirinê xilas bike, biryarê didin ku Baz jî û Kevokê jî bikujin.

Wekî hemû romanên Mehmed Uzun, tevna vê romanê jî ji paÅŸiyê de dest pê dike û hê bi dû re em vedigerin destpêka çîrokên her du lehengan.

Ji aliyê zimanî ve, her çend em ÅŸopên romanên wî yên berê tê de bibînin jî, ziman û ÅŸêwaza vê romana Ronî mîna Evînê Tarî mîna Mirinê gelekî kamiltir e û mirov di cîh de fahm dike ku romanivîs bi xwe jî êdî bi awayekî ÅŸarezatir ve romana xwe ava dike. Tevna wê têkûz, zimanê wê kamil, ÅŸayes û diyalog û monologên ku li nava romanê reÅŸandî ne, xurtir hatine avakirin. Leheng bêtir diÅŸibin rastiyê û tevlêbûyîna wî ya li nava çîrokê jî bêtir bi rih û can e. Mehmed Uzun êdî fahm kiriye ku roman karê sebrê ye, lê ne bi tenê karê vegotina serboriyekê ye; lewma pirsa nasnameyê û hebûnê tev li avakirina lehengên xwe kiriye. Baz bi nasnameyeke jibîrkirî ve heye. Kevok bi nasnameyeke wiha ve ku divê ji bo wê biçe serê çiyê û ÅŸerî bike, eynî mîna hezkiriyê xwe yê bi navê Jîr.

Di romanê de propaganda nîn e, em ÅŸervanan wekî ÅŸervan û leÅŸkeran jî wekî leÅŸker dibînin. Di nava van hemûyan de lêgerîna Bazî bi stranekê ve diteqe û berê wê diguhere. Êvarekê gava ku Baz vedigere mala ku Kevok lê hatiye hefskirin, dibihîse ku Kevok stranekê bi zimanê çiyayan dibêje. TiÅŸtin di nava dil û hinavên wî de dilivin. Ji wê kêlîkê û bi ÅŸûn ve Baz wê nakokiya dubeytiya nasnameya xwe zelaltir bike.

Ev pirsgirêka ku Mehmed Uzun di takekesiya Bazê wendabûyî de nîÅŸan dide û axir bi zimanê çiyayan, bi zimanê bîra bav û kalan ve wî li eslê wî vedigerîne, esil serboriya hemû nifÅŸê salên 70’î ye jî.

Bi romanivîsiya xwe ve, Mehmed Uzun nîÅŸan da ku, eynî mîna Ehmedê Xanî, romana kurdî ya modern dikare bi awayekî xurtir ve jî were nivîsandin. Em li xwe mikur werin, wêjeya rûsî ji Saqoyê Gogol derketibû, wêjeya kurdî ji saqoyê Uzun derneketibe jî, em dikarin bi hêsanî bibêjin ku bandora wî li ser hemû nifÅŸê me yê salên 90’î hebû û nikare were înkarkirin.

Ji rojnameya Xwebûnê hatiye girtin

Hûn dikarin li van jî binêrin