MED-DER'ê kongreya xwe li dar xist
Diyarname
Komeleya Lêkolînên Ziman û Çandên Mezpotamyayê (MED-DER) li Amedê kongreya xwe saz kir û ji bo Hevserokatiya Komeleyê Rifat Ronî û Þukran Yakut hatin hilbijartin.
1'emîn Kongreya Awarte ya MED-DER'ê bi diruþma "Zimanê Kurdî Mifteya Azadiya Gelê Kurd e" 1'ê mehê li dar ket. Serokatiya DîwanêSerokê HDP'ya Amedê Zeyat Ceylan kir. Ceylan berî destpêkirina kongreyê bang li kurdan kir ku li hemberî asîmîlasyonê xwedî li zimanê xwe derkevin.
Hevserokê heyî Rifat Ronî jî got ku ewê bi awayê herî xurt têkoþîna xwe ya ziman bidomînin. Piþtî axaftinan dengdan çêbû. Di dengdanê de yek lîste hebû û Rifat Ronî û Þukran Yakut ji bo hevserokatî hatin hilbijartin.