Çalakiyên ji bo Jîna Emînî didomin, va ye rewþa dawî
Diyarname
Ji 18’ê mehê ve li ser kuþtina keça kurd Jîna Emînî çalakî didomin. Rewþa dawî wisa ye:
- Êvara înê (23’ê mehê) jî li gelek bajarên rojhilatê Kurdistanê û li bajarên Îranê çalakiyên ji bo Jîna Emînî dom kirin. Li Mehabad, Bokan, Pîranþar, Tehran, Îsfehan, Kerec, Sine, Tebrîz, Dehgolan û gelek cihên din çalakî dom kirin.
- Hin agahî dibejin ku beþek mezin a bajarê Þîno ketiye destê çalakvanan, hêzên hikumetê reviyane.
- Di hin vîdyoyên hatin belavkirin de hêzên Îranê bi keleþnîkof raste rast gule bera çalakvanan didin. Tê gotin ku heta niha li dor 20 çalakgeran bi guleyên hêzên Îranê hatine kuþtin. Li gor Rêxistina Efûyê ya Navneteweyî heta niha herî hindik 30 kes hatine kuþtin.
- Rayedarên Îranê jî radigihînin ku ji sedî zêdetir polîsên wan birîndar bûne.
- Li gor KHRN’yê (Tora Mafên Mirovan a Kurdistanê) tenê roja çarþemê (21’ê mehê) Îlam û Îslamabadê kesên wekî Yaser Ceferî, Emir Fuladi, Muhsîn Qeyserî û Semîd Mihemedî hatine kuþtin. Torê diyar kir ku li zanîngehên cuda ên li Îranê heta niha 20 xwendekar, 11 jin, 6 siyasetmedar, 3 endamên çapemenî û 3 aktîvîst hatine girtin.
- Serfermandarê Hêsên Sûriyeya Demokratîk Mazlûm Ebdî bi ser hesabê xwe yê twitterê re peyamek belav kir û piþtgirî da çalakiyên ji bo Jîna Emînî têne li dar xistin. Ebdî got ku divê pirsgirêka kurd û pirsgirêka jinê ya li Îranê bê çareserkirin û sersaxî ji bo malbata Emînî û hemû gelê kurd xwest.
Hin Nûçe:
- Xelat diyarî Jîna Emînî, Malbata Þenyaþar û Dayikên zarokên wan winda kirin
- Wêneyê rojê: Ji bo Jîna Emînî