‘Aqilê sivik barê giran’ derket
Diyarname
Pirtûkeke nû ji folklora kurdî gihîþt ber destê xwendevanan, “Aqilê sivik barê giran”. Pirtûka ku Vahap Has amade kiriye ji Weþanxaneya Name derket.
Di pirtûka ku hatiye berhevkirin de meselok, pêkenok, çîrok û serpêhatî hene. Mîrê Botan û Qasidê Axê, Padîþah û Kurê Wezîr, Bav û Kur, Harûnê Reþîd û Behlûlê Dîwane, Þerê Hezretî Suleyman û Moristanan jî têde bi dehan çîrok û meseleyên li nav gel bi sedan salan hatine gotin Vahap Has di pirtûka “Aqilê sivik barê giran” dane hev û belav kirine.
Tiþtên berhevkirî yên pirtûkê qîmetek wan heye, lê hin çîrokên wekî “Solên Sor”, “Bîranîna Mandelan”, “Deva Qedafî û Otela Sheratone” cihê wan di vê pirtûkê de nîn e. Edîtoran rê bida ber berhevkar û tiþtên wisa jê derxista dê pirtûk bi qîmetir ba.
Vahap Has kî ye?
Vahap Has di sala 1948’an de li Dêrika Çiyayê Mazî hatiye dinê. Piþtî xwendina xwe li Mêrsîn û Stenbolê li dor 20 salan polîsê trafîkê bûye. Piþtî malniþînî ji sala 1995’an heta 2004’n di nava HADEP û DEHAP’ê de cih girtiye. Bi folklorê re eleqedar e.
- Aqilê sivik barê giran / Vahap Has / Name / Folklor-Çîrok / 109 rûpel / 2022