Xewna perwerdehiya bi kurdî
Luqman Guldivê
Ji wan kolanên berê, di navbera çend xaniyan de li cihê ku du kolan li hev disekinin, çardaxeke mezin hatiye danîn.
Ez nizanim çima, lê cih Cizîr e. Li ser kursiyan, li ser piyan zarok û mezin di bin çardaxê de ne. Kêfeke ecêb e û bi wê kêfa xelkê kela canê min rabûye. Hîna jî nizanim mesele çi ye. Bi carekê zarokên dibistana kurdî tên pîrozkirin. Ew jî dest bi gotina stranekê dikin û tevî ku ez li berê kêfa xwe tînim jî ji hev dernaxim çi stran e.
Xweziya ji xew þiyar nabûma û ew zarok jî, ew dibistana nava kolanê jî, ew merasîm û ew stran jî rastî bûna. Vê xewnê tevahiya rojê doh kêfa min anî. Esas, xewn hîç nayên bîra min, çendeke tên bîra min jî ne xewn in lê xewnereþk in. Xewn û xewnereþkên tên bîra min jî hemû li mekanekî tenê bûn: Nisêbîn.
Vêca ev ecêba Cizîra min wekî adetê nedîtiye jî çima derkete pêþberî min, nizanim. Ya rastî, kurdî û disbistanên kurdî ji mitaleyên min ên hizrî yên sereke ne. Helbet ne Dibistana Ferzad Kemanger a li Sûra Amedê, ne Dibistana Dayê Uveyþ a li Gevera Colemêrgê, ne jî Dibistana Bêrîvan a li Cizîra Þirnexê ji bîra min neçûne.
Belgefilmê Ardîn Dîren ê bi navê “Her malek dibistanek” ku piþtî qedexekirina van disbistanan nîþan dide çawa malbat hewl didin zarokên xwe bi kurdî perwerde bikin jî li bîra min e.
Xwedê dizane pêdiviya min bi tiþtekî wiha hebû ku ez qet nebe di xewnê de pê þa bim. Lê ma gelo lazim e, ev xewn be? Gelo em nikarin ji zarokên xwe re li taxên xwe dibistanên ne fermî yên bi kurdî ava bikin? Hem zarokên xwe bi kurdî alfabetîze bikin û hem jî wan bi kurdî hînî tiþtan bikin?
Þikandina sînorên dewletê û li derveyî dewletê avakirina mekanên azadiyê ji bo vê heyatî ye. Tiþta ku mirovî esas di tevahiya jiyana wî de þa dike ev mekanên azadiyê ne. Ew mekan dikarin di nava hepsan bi xwe de jî bên avakirin. Ji bo avakirina mekanên azadiyê, îrade û biryara bi wê îradeyê mimkûn, lazim in.
Dê û bav, mamosteyên dibistana Ferzad kemanger a li Amedê piþtî qedexekirina dibistanê li þûna dev ji têkoþîna xwe berdin, wan mekanên azadiyê ji xwe re li derveyê erd û eqarên dewletê ava kirin. Zarokên xwe li malan, li derveyî dibistanên fermî bi kurdî perwerde kirin. Wan bi vê yekê karî li derveyî desthilata dewletê çerxên perwerdeyê bigerînin. Ev þiyana hanê, þiyaneke afirîner e û pê re jî þa dike: Zarokan þa dike, dêûbavan þa dike û mamosteyan þa dike.
Lê ji þakirinê û wêde ew ava dike: xwebûnê ava dike!
Wê çaxê bi vê nevê ji xwe dipirsim, mesela tenê di nava Platforma Zimanê Kurdî de çend sazî, rêxistin û partî hene?
Gelo ew nikarin vahiyên xwe, malbatên endamên xwe ji bo avakirina van mekanên azadiyê yên li derveyî desthilata dewletê seferber bikin? Ji bo vê biryareke besît divê. Dewleta em behsa wê dikin, li Kurdistanê ne tenê rûyê desthilatê ye, ew rûyê dagirkerî û mêhtigeriyê ye jî. Wî çaxî biryara besît, wê derketina derveyî sînorên desthilata vê dewletê be. Di perwerdeyê de jî di pêvajoyeke aþtiyê de di pêvajoyeke lihevkirinê de meseleya fermîkirina statuya kurdî heyatî jî be, îro roj, ji nava sînorên desthilata dewletê derxistina perwerdeya zarokên kurdî heyatîtir e û bi lez û bez divê bê kirin.
Ji ber ku ev hizr sereqet mitaleyan bi min re çêdikin, diyar e min ew xewn dîtiye. Xewna ku gava tê bîra min ha vê kêliyê jî min þa dike û kela canê min radike.
28.08.2022, Yenî Ozgur Polîtîka