Serokê Samsungê ji bo 'aboriyê' hat efûkirin
Diyarname
Serokê Lijneya Rêveberî ya Samsungê Lee Jae-yong ji ber riþwetê hatibû mehkûmkirin, niha hat efûkirin.
Serokdewletê Koreya Baþûr Yoon Suk-yeol ji bo 15'ê Gelawêjê Roja Serxwebûna Neteweyî 1691 mehkûm efû kirin ku di nav wan de Serokê Samsungê Jae-yong jî hebû. Ew xwediyê 8 mîlyar dolarî serwetê ye. Serokê Koreya Baþûr got, "Ez Hêvî dikim ev efûya taybet bibe firsendek ku hemû Koreyiyên Baþûr bi hev re kar bikin û qeyrana aboriyê têk bibin."
Di nav kesên hatine efûkirin de ligel Lee Jae-yongî, CEO'yê Lotte Grûpê Shin Dong û du karsazên din jîhebûn.
Lee Jea-yongî ji ber riþwetê 30 meh ceza xwaribû, piþtî 18 mehên li hepsê di meha gelawêja par de bi þert hatibû berdan û niha cezayê wî yê mayî hat efûkirin. Niha êdî ew dikare vegere ser karê xwe. Loma wî Wezîrê Edelatê Han Dong-hoo gotiye maf ketiye destê wî ku vegere ser karê we û alîkariya çareseriya qeyrana li welat bike.
Serokdewletê welat Yoon Suk-yeol di meha gulanê de hatibû ser kar û ev yekemîn peymana taybet a efûye ku ew îmze dike.