Piþtî 30 salan bi 6 pirtûkên kurdî ji girtîgehê derket
Cemil Oguz
Ev çîroka jineke kurd e. Jinek ku li zindanê bi kurdî nivîsî û pirtûkên wê li derve derketin. Û piþtî 30 salan li derve gihîþt pirtûkên xwe. Em qala nivîskara kurd Mizgîn Ronak dikin. Ev çîroka wê ya 30 salan e.
Mizgîn Ronak, bi navê xwe yê nasnameyê Mizgîn Aydin piþtî 30 salan roja 10'ê mehê ji girtîgehê derket. Hevalên wê, komeleya piþtgiriya malbatên girtiyan, hinek Dayikên Þemiyê li ber Girtîgeha jinan a Gebzeyê ew pêþwazî kir.
Ronak di sala 1973’yan de li gundekî Licê ya Amedê hatiye dinê. Di sala 1992'yan de, di 19 saliya xwe de, di salên ku hevalên wê dest bi zanîngehê dikin de ew wekî gelek keç û xortên ji Licê tê girtin. DGM (Dadgeha Ewlehiyê ya Dewletê ya Tirkiyeyê) wekî gelek kesên din ji bo wê jî îdîanameyê saz dike û bi îdîaya "Endamtiya Rêxistinê" 30 salan cezayê hepsê lê dibarîne.
BERXWEDAN Û NEXWEÞÎ
Piþtî ceza lê dibarînin diþînin girtîgeha Batmanê û pêvajoya wê ya girtîmayînê ya ku dê 30 salan bidome dest pê dike. Li girtîgehên Batman, Sêwas, Mêrdîn, Elbistan, Çewlik û herî dawî li Gebzeyê dimîne. Wekî hemû girtiyên kurd ew jî li girtîgehê demek zehmet derbas dike helbet; Beþdarî girêvên birçîbûnê dibe, bi nexweþiyê dikeve lê her ber xwe dide.
Vê 30 salên girtîgehê pêre nexweþiya tansiyona, nexweþiya gurçikan çêkir û carek jî ji ji qirikê (emeliyeta guatre) emeliyet bû. Ew niha jî ji ber qansêra pêsiran tê dermankirin.
NIVÎSANDINA KURDÎ
Mizgîn Ronak ligel her tiþtî, ligel berxwedan û sekna xwe ya siyasî di 30 salên xwe de kedek mezin da kurdî jî. Li ser nivîsandina kurdî sekinî, kurdiya xwe pêþ ve bir û ji hundir nivîs þandin derve. Nivîsên ku wê li girtîgehê li ser kaxizên ziravik nivîsandin û þandin derve di rojname û di kovarên kurdî de belav bûn û her wiha ji bo pirtûkan jî wê kedek mezin da. Heta ji girtîgehê derket li derve 6 pirtûkên wê derketin.
PIRTÛKÊN WÊ
Pirtûka Mizgîn Ronak ya yekem bi navê "Sêv jî me dijukin" wekî helbest ji Weþanxaneya Lîs (2008) derket. Dûre wê dest bi romanê kir û bi navê "Em Bûn Baran" romana wê ya yekemîn di sala 2011'an de ji Weþanxaneya Aramê derket. Paþê dîsa bi helbestê derket pêþberî xwendevanan: Dilavî. Pirtûka wê ya helbestan "Dilav"î di sala 2014'an de ji Weþanxaneya Ar derket.
Ev xebat û keda wê ya ji bo kurdî bi giranî, bê navber dom kir û di sala 2018'an de 3 pirtûkên wê ji Weþanxaneya Sîtavê bi hev re derketin. Ji wan du roman bûn "Nobedarê Gulên Kobanê" û "Rojhat". Pirtûka din jî wekî çîrok bi navê "Gorçiya Ne Em" xwe gihand ber destên xwendevanan.
Bi kurt û kurmancî di 30 salên girtîmayî de wekî berxwedenake ji dil, jîrekiyeke bêhempa, li hemberî sirgûnbûn û belawelabûna gelek girtîgehan, li hemberî nexweþî û serêþiya mezin jî wê 6 pirtûk, wekî 3 roman, 2 helbest û çîrokek pêþkêþ kirin. Ew niha li derve ye û li derve dê hem jiyana xwe, hem kurdiya xwe û xebata xwe ya bo kurdî bidomîne. Û ew piþtî berdêleke giran, piþtî 30 salên zehmet êdî azad e. Lê ew vê yekê wekî azadî nabîne û di gotina xwe ya pêþî a li derve de wisa dibêje, “Heta hevalek me jî girtî bimîne ev ne azadî ye. Divê hemû hevalên me yên girtî bêne berdan.”
Nivîskar Mizgîn Ronak di 30 salên xwe yên li girtîgehê de bi nivîsê derbas kir. Wê heta niha ligel nivîsên din, 3 roman, 2 helbest û pirtûkek çîrokan nivîsî û weþand.
Bi þertê nîþandayîna çavkaniyê her kes dikare nûçe, nivîs û fotoyên Diyarnameyê bikar bîne. Bêyî nîþandayîna çavkaniyê bikaranîna nûçe, nivîs û fotoyên Diyarnameyê qedexe ye.