Welatekî dixwaze navê xwe biguherîne, 80 hezar îmze kom kirin
Diyarname
Ma welat jî navê xwe digihînin? Bersiv erê ye. Ji bo guhartina nav îmze hatin berhevkirin û heta niha 70 hezar îmze hatine berhevkirin.
Em qala Zelandaya Nû dikin. Li Zelandaya Nû ji bo navê welat bê guhartin û navê "Aotearoa" li welat bê kirin 70 hezar îmze hatin berhevkirin. Serê vê mehê hat ragihandin ku ji ber berhevkirina îmzeyan gihîþtiye wê astê dê parlemen mijarê li nava xwe de nîqaþ bike.
Komîteya parlemenê dê nîqaþ bike ku vê meseleyê parlemen bigire dest yan na. Ger mesele bê parlemenê du rê li ber ve dibin: Yek mijarê bibin referandûmê, didu meseleyê red bikin.
Navê nû tê wateya "Ewr" û li gor gotina gelê herêmî ev der ji bo behrvanên ji Polînezê bûye rênîþander.
Rawiri Waitit ku Hevserokê Partiya Maori ye dibêje "Em wekî welat dixwazin ji nû ve welat saz bikin, tiþtek li vir mirov bitirsîne tune ye."
Peyva Aotearoa van salên dawî tê bikaranîn. Li ser banknotan û paseportan ev gotin heye û di hin belgeyên hikumetê de jî ligel Zelandaya Nû yan jî bi tena serê xwe tê bikaranîn.
Berdevkê Serokwezîra Zelandaya Nû gotiye ku bikaranîna Aotearoa tê bikaranîn lê li ser guherandina navê welat hê nîqaþ nehatiye kirin.
Navê Zelandaya Nû heta sala 1642'yan diçe. Kifþkarên hollandî wekî yekemîn kesên ji Ewropayê wê salê gav avêtine nava welat û navê Zelandaya Nû ku dê maneya "Welatê behrê yê nû" li welat kirine.