FBI bi ser mala Trumpî de girt
Diyarname
Ev jî çêbû: Îstîxbarata DYA'yê FBI bi ser mala Serokdewletê yê berê yÊ DYA'yê Donald Trump de girt û li malê lêgerîn çêkir. Hat gotin ku FBI li ser lêpirsîneke ka Trump dema serokdewlet bû belgeyên veþarî yên dewletê girtine birine mala xwe yan na.
Trumpî ev bi serdegirtin bi ser tora civakî re ragihand û bi vî awayî haya dinyayê jê çêbû. Trumpê ku di dema serdegirtina mal de li New Yorkê bû got, "êrîþeke wisa tenê li welatên xirabûyî, yên dinyaya sêyemîn de çêdibe."
Her wiha Trumpî got ku ajanan dora mala wî girtiye û ev yek lê zêde kir, "Berê tiþtek bi v^irengî bi ser Serokên DYA'yê de nehatiye. Demokrat naxwazin di sala 2024'an de ez dîsa bibim berendam."
Trumpî ev bi ser de girtin þiband skandala "Watergate" ku di serdema Serokdewletê DYA'yê Richard Nikson (ew di navbera salên 1972-74'an de Serokdewlet bû) çêbûbû.
Associated Pressê ragahindiye dema Trump serokdewlet bû belgeyên veþartî yên dewletê birine mal yan na, lêgerîn li ser vê bûye.
Li aliyê din hat îdîakirin ku Trumpî hê jî 15 kolî belge îadeyî dewletê nekirine.
Trumpî berê qebûl kiribû hin qeydan teslîmê arþîvê bike û diyar kiribû ku di artîþan de tiþtek tune ye.