Hela tu li vê tesadufê!
Rêdûr Dîjle
Hin kêlî hene tu nizanî çi ne, lê tu dixwazî bi wan re rû bi rû bimînî. Ji ber ku tu nizanî çi ne, tu nikarî navekî jî li wan bikî. Ta ku “jixweber” tu bi wan re rû bi rû dimînî, a ha wê çaxê tu hem dizanî çi ne hem jî tu navekî li wan dikî.
Wê rojê nizanim çi bû, lê hema bêyî plan û bernameyeke min hebe, ji niþka ve ji mal derketim. Derketim, lê ez ê bi ku de biçim nizanim. Gava armanca meriv ne diyar be, berê meþa meriv jî xarovîço ye. Loma geh min xwe li vê kuçeyê xist, geh li wê kuçeyê. Axirê, derketim ser rêya ji mirovan xalî nabe. Qederekê wiha meþiyam. Piþtî bîstikekê min biryar lê da ku ez biçim Deriyê Çiyê. Ji bo vê jî gere li wesayîtekê siwar bibûma. Erê min biryara xwe dabû, ez ê biçûma û min ê hinekî bêhna xwe vedana, ji bo wê qesweta nediyar a li ser xwe hinekî sivik bikim. Wesayîtek hat, go tûttt tûttt... Çawa go tûttt û li ber min sekinî, hema min di cî de cixareyek pêxist. Piþtî ajovan çav bi cixareya min ket, wekî bêje xêr di vî de tine hema pêl xazê kir û çû. Jixwe heçî zane dizane, ajovanên wesayîtên nava bajêr ên Amedê wekî pîlotan e.
Werhasil ez jî meþiyam. Qasek bi þûn de wekî westiyabim li cihekî tena li benda wesayîteke din mam sekinî. Gava wesayît nêzî min bû, go tûttt… Lê vê carê jî wekî dilê min cardin ji min re bibêje dest jê berde lo… hema min xwe bera bufeyeke çend gav wê de da, min çû rahiþt þûþeyek av.
Malûm e, van çaxan Amed ji germa dibe wekî kûra êgir. Lê ez dibêm ev bahane bû. Min qurtek li avê xist û cardin meþiyam. Piþtî çend gavan cardin mam sekinî. Bi rastî jî ez li xwe heyr mabûm. Na, qethiyen min hiþ nexwaribû lê îro hewalek min hebû. Çi bû nizanim, lê hewalek bû. Þev bûna belkî min bigota þev li min geriyaye, lê ro li nîvro bû. Ma roj jî li meriv digere? Nizanim. Hîn ez wer difikirîm, ji niþka ve wekî hezar heb ji min re bibêjin hema here komeleyê, li bin siya wê dargûza qerase ya li hewþa wê bêhna xwe vede. Axirê armanca meþa min diyar bûbû. Wele hema min bi lez berê xwe da komeleyê.
Wexta ketim hewþê min dî çend heval rûniþtî ne, sohbetê dikin, lê ne li bin dargûzê. Me merhebaya hev kir û ez li cem wan rûniþtim. Lê hê jî ew qeswet li ser milê min e. Heval xeber didin, ez jî li wan mêze dikim.
Car caran jî dibêjim, him himm, yanî wekî ez guh li wan dikim. Lê na… Bîstikek bi þûn de min dî deriyê hewþê hêdîka vebû. Kalek ket hundir, got “Selamû elêkim.” Me “elêkim selam” da wî.” Kalo çû li ser kursiyeke li bin dargûzê rûniþt û hema werê jixwe re li darê, li firingî, îsot û pîvazên li hewþê hatibûn çandin, mêze kir. Nizanim çi bû, lê dîsa wekî hezar heb ji min re bibêjin here cem wî. Min bi ya wan hezar heban kir. Hema hêdîka rabûm ser xwe û çûm cem wî rûniþtim. Me li hev pirsî, bêyî em hev nas bikin.
Xalo ji Pasûrê bû, zû de ji ber tahdeya dewletê bar kiribû hatibû Amedê.
Werhasil gotin wexta vedibe wek pelê pîvazê ye, ji hev zêde dibe. Wexta got kurê min jî… Nizanim çima, lê hema min gotina wî ne bi þekir, lê ji niþka ve birrî. Min go, mamo paþnavê te çi ye? Pêþî wisa qederekê li min mêze kir. Wer xuya ye ji ber ku porê min dirêj bû, ez þibandime hin kesên “tahdekar”, lewma çavê wî ez nebirîm. Hema go, “Lê çima?” Piþtî min hinekî din jî pê re xeber da, wekî dilê wî ketibe cî go, “paþnavê min Û… e.” Gava wisa go, min go “Rêdûr kurê te ye?” Çawa min wisa go, zoq li min nêrî. Vê carê dîsa þik anîn ser min.
Min tê derxist ku þik anîne ser min. Lewma min jê re behs kir. Min behs kir ku Rêdûr û birayê min bi hev re bûne, birayê min hijdeh sal berê di 15’ê Sibatê de li Nisêbînê û Rêdûr jî piþtî wî bi heþt mehan li Qubînê bûne cangoriyê vî welatî. Lê hê jî þika xwe ji ser min nebiribû. Lê gere min ev þik tarûmar bikirana. Min got, ez Rêdûr baþ nas dikim û min navê wî li xwe kiriye. Min nasnameya xwe rê wî da, min got min navê xwe guherandiye, kiriye Rêdûr. Lê ji ber xwendin û nivîsandina wî tine bû, ji min yeqîn nekir. Werhasil gava min got li cem we wêneyekî di nava çem de hatiye girtin heye û min hinek wêneyên Rêdûr rê wî dan, got “Wey mala min ê Rêêê-dûrrr e.”
Wê kêliyê du hevalên hebikekî ji me wê de jî meger guh li me kirine. Dengê yekî ji wan hat min, got, “Hela tu li vê tesadufê!”
Nizanim tesaduf e ne tesaduf e, lê tiþta dizanim ew qesweta li ser min hemû firiya çû. Wê kêliyê min tê derxist ku ew tiþta min dixwest rastî wê bim, meger ev bûye: Hela tu li vê tesadufê!
Yenî Ozgur Polîtîka