Þêrko Bêkes hat bibîranîn
Silêmanî
Helbestvanê navdar Þêrko Bêkes li ser gora xwe hate bibîranîn. Bibîranîn ji aliyê Saziya Çap û Weþanê û Rêveberiya Rewþenbîrî û Hunerî ya Silêmaniyê ve li Parka Azadî hat organîzekirin. Çend beþ ji helbestên Þêrko Bêkes hatin xwendin. Di merasîmê de pêþangehek taybet a berhemên Þêrko Bêkes jî hate vekirin.
‘Min li Parka Azadî veþêrin’
Þêrko Bêkes di 4’ê tîrmeha 2013’yan de ji ber nexweþiya penceþêrê li nexweþxaneya Karolînska ya li paytexta Swêdê Stockholmê dimire. Bêkes berî wefat bike ev wesiyet kiribû:
“Min li Parka Azadî ya Silêmaniyê li abîdeya þehîdan a di sala 1983’yan de hatiye avakirin, veþêrin. Li wir wê bêhna min neçike. Jinên ciwan, mêrên ciwan, hezkiriyên hev wê bibin mêvanên min.”
‘Hemû helbestên xwe li ser gelê xwe nivîsîne’
Rêveberê Giþtî yê Rewþewnbîrî û Hunerî ya Silêmaniyê Dr. Muhsin Edîb di merasîmê de got, Þêrko Bêkes hemû helbestên xwe li ser jiyana gelê xwe nivîsîne. Piþtre Rêveberê Saziya Çap û Weþanê Azad Berzencî jî got, heta kurd, rewþenbîr û wêjevanên kurd bimînin, Þêrko Bêkes wê zindî bimîne.
Merasîm bi pêþkêþkirina berhemên hunerî yên Koma Muzîkê ya Þem bi dawî bû.
Þêrko Bêkes di 2’yê Gulana 1940’an de li taxa Guwêje ya Silêmaniyê hatiyê dinê. Kurê helbestvanê navdar Fayiq Ebdulla Bêkes û Þefîqe Seîdî Westa Hesen bûye. Zêdetirî 30 pirtûkên Þêrko Bêkes hatine çapkirin û belavkirin.
ANF