Pirtûkek çîrokan ‘Etar’ derket
Diyarname
Pirtûka nû ya helbestan a Çetîn Lodî bi navê “Etar” ji Weþanxaneya kîl derket. “Etar” ji 138 kurteçîrokan pêk tê. Nivîskar li ser serboriyên xwe çîrokên xwe ava kirine.
Çetîn Lodî demek etarî kir û di wê dema karê xwe de rastî gelek bûyerên cuda hatiye. Wî ev bûyer û mijarên cuda kirine çîrok û wekî pirtûkek pêþkêþ kirine. Çîrokên komîk, ecêb, li aliyê din çîrokên rastiya jiyana kurdan nîþan didin di “Etar”ê de hatine bi cih kirin. Dikare bê gotin ku bi vê pirtûkê çanda devkî bi awayekî neqlî nivîskî hatiye kirin.
Ji pirtûkê
“Na na, laçik dihate bîra wê wek çiftexasê, wek namûsê lê kevok ref bi ref difirîn; heta ku çavên wî xuman digirt. Ji ber wê bû navê neviyên xwe yek “Kevok”, yek jî “Zeytûn” danîbû. Lê ji kesekî re negot çavên xoþewîsta min zeytûnî bûn… Ji ber wê min navê wê xistiye “Zeytûn”. Dema jê dipirsîn “Çima navên herdu neviyên te wisa ne!?” wî jî digot “Na lo, wek ‘Firat’ û ‘Dîcle’yê ne…”
Çetîn Lodî kî ye?
Nivîskar Çetîn Lodî di sala 1978’an de li gundê Lodê ya girêdayî Dihê hatiye dinê. Helbest û nivîsên wî di kovarên wekî Çirûsk, Tîroj, W û Nûbiharê de hatine weþandin.
Pirtûkên Wî:
- Rê û Rê (Helbest), 2015 / Weþanên Na / Îzmîr.
- Çavên Þevînî(Helbest) Çapa 1. 2016/Weþanên J&J/Amed, Çapa duyem 2020/Weþanên Na/Îzmîr.
- Þiva Miriyan (Helbest) 2020 /Weþanên Na/Îzmîr.
- Evîn û Mirin (Roman) 2020/Weþanên Kil/Îzmîr.
- Qumarcî (Pêkenok, Meselok) 2021/Weþanên Kil/Îzmîr.
- Etar (Çîrok) 2022/Weþanên Kil/Îzmîr.
- Etar / Çetîn Lodî / Weþanên Kil / Çîrok / 154 rûpel / 2022