Hukmên îdeolojîk û Zembîlfiroþ
Luqman Guldivê
Li ser tesîra nivîsê li gotinê û tesîra gotinê li nivîsê, gelek tiþt bên gotin jî hiþyarî ji van tiþtan hemûyan maqûltir e.
Lewma bi her halî, nihêrîna em pê dinyayê dibînin yanî li wê serwext dibin, elaqedarî semyanê mejiyê me ye. Ew jî bi rêya tecrûbe, tercîh û derfetên me li aliyekî û bi rêya tesîrên aktorên derveyî me li aliyê din pêk tê. Herçî hizra me li ser besîtbûn û mucerrednebûna gotina devkî ye, ez serê pêþî hizra xwe bibêjim: Ew encama hukmên îdeolojîk e. Wexta ez behsa hukmê îdeolojîk dikim, ez behsa wî bingehê îdeolojîk dikim ku civaka me ya heyî, û hizra wê ya mucerred dispêre nivîsê û nivîskîbûnê.
Ev hizir îdîa dike ku tenê bi rêya nivîsê, yanî qeydiya fikr û hizran li ser navgînên hiþk û neguher, yanî rûpel, keval, kîtabe, kompûter, wêne, dîmen û wekî din, civakên însanan karîn xwe ji besîtbûna devkîbûnê û hizra wê ya besît û nemucered xilas bikin.
Gava mirov berê xwe dide vê îdîayê, mirov dibîne ku ew hukmê îdeolojîk a ku vê îdîayê dike, civakê diguhere. Çi çê û çi xirab, ne nivîs, ne nivîskîbûn lê hukmê devkîbûnê piçûk dibîne, civakê diguhere. Jixwe gava mirov berê xwe dide civakên ku li gorî hukmê îro yê belav ê modernîteya kapîtalîst li paþ mane, besît in û qaþo li nûkeriyê girtî ne, em dibînin ku berevajî îdîayê bi xwe, ev civak ji mêj nivîskî ne. Heta tesîra nivîsê di asta pîroziyê de li cem hinan ji wan xwedî dîrokeke pir kevintir e. Hin jê roja îro ne bi yek alfabeyê, lê bi gelek alfabeyan, ne bi yek zimanî lê bi gelek zimanan nivîskî ne.
Naxwe, em dikarin ji bo hukmê berevajî jî bibêjin, kopiyeke vî hukmî ye. Ez ta bi derziyê ve bikim. Wekî nimûne, em berê xwe bidin hîkayeta Zembîlfiroþ. Her çend Mele Ehmedê Bateyî di sedsala 16´an - li gorî Qanatê Kurdo sedsala 15´an - de Hikayeta Zembîlfiroþ nivîsanadibe jî, em ê têkiliya tesîra di navbera nivîs û gotina devkî de bi temamî nikaribin ji hev derxin. Hîç guman jê nîn e ku vê reþnivîsa Meleyê Bateyî tesîr li gelek varyantên vê destanê kirine.
Lê bi heman rengî muhtemel e yekê yan jî gelekan ji varyantên devkî di çaxê nivîsandina Meleyê Bateyî de tesîr li wî kiribin.
Piþtî temambûna nivîsê, û belavbûna wê bi rêya medrese û gotinên qesîdeyên derwêþan jî vê tesîrlihevkirina dualî her dewam kiriye. Lê gava em serdestiyeke devkîbûnê beramberî nivîsê bi cih bikin, em bi zarê wî hukmî dikin ku devkîbûnê wekî besîtbûn dibîne; tenê em kirde û bireser, yanî aktor û tiþtan bi hev diguherin.
Ji ber wê ye, ji bo serwextbûneke maqûltir li çanda nivîskî û devkî ya çê ew e ku mirov hay ji vê rewþê hebe û îdealîzekirina yekê beramberê ya din neke.
Xulase, helbet ev her du destpêkên li jêr di nava têkiliyeke dualî ya sereqet de bûne û hukmên elaqedarî nivîskîbûn û devkîbûna wan, bi piranî hukmên îdeolojîk in:
Ey dil werin dîsa bi coþ
Carek ji caran mey binoþ
Bi hesreta Zembîlfiroþ
Da seh bikin hîkayetê*
Hey dil were, hey dil were
Hey dil were, hey dil were
Car bi cara þerbet binoþ
Dil qinyatê Zembîlfiroþ**
* Ji dîwana Mele Ehmedê Bateyî.
** Ji Folklora Kurmanca a Heciyê Cindî û Emînê Evdal a 1936´an çapbûyî.
Yenî Ozgur Polîtîka