Seroka Juriya Porteqala Zêrîn diyar bû
Diyarname
59'emîn Festîvala Fîlman a Porteqala Zêrîn a Antalyayê îsal di navbera 1-8'ê kewçêrê de dê li dar bikeve. Niha Seroka Juriya Pêþbaziya Neteweyî ya Fîlmên Metrajdirêj diyar bû. Festîvalê ragihand ku dê derhêner Yeþim Ustaoglu Serokatiya Juriyê bike.
Derhêner, senarîst û sazkara fîlman Yeþim Ustaoglu di sala 1960'î de li Sarikamiþa Qersê hatiye dinê.
Ustaoglu di sala 1984'an de kurtefîlmekî bi navê "Bir ani yakalamak" kiþand ^Fu bi vê dest bi sînemayê kir. Paþê hin kurtefîlmên din bi navê "Magnafantagna" (1987), "Duet" (1990) û "Otel" (1992) kiþand. Lê Ustaoglu bi "Îz"ê navdar.
Wê di sala 1994'an de fîlmê xwe "Îz" kiþand û bi vê li Festîvala Fîlman a Navneteweyî ya Stenbolê Xelata Fîlmê Herî Serketî girt. Bi vê navê wê derket. Paþê "Guneþi Yolculuk" (1998), "Bulutlari Beklerken" (2003), "Pandora'nýn Kutusu" (2008), "Araf" (2011) û herî dawî "Tereddud" (2015) kiþand.
Ustaoglu bi fîlmên xwe li nava Tirkiyeyê xelata fîlmên serketî, derhênera serketî girt, lê bi Guneþe Yolculuk li Festîvala Fîlman a Berlînê Xelata Fîlmê Herî Serketî yê Ewropayê û Xelata Aþtiyê girt. Bi Bulutlara Beklerken jî li Sundanceyê xelat girt.