Vê dawiya hefteyê hin çalakî
Diyarname
Dawiya hefteyê hin çalakiyên wekî konser, þano û gotûbêj hene. Me ew ji bo we dan hev...
*
AMED
HINEK HENEK 3 ROJAN LI SER DIKÊ YE
Diyarname
Lîstika "Hinek Henek" ku rastî eleqeyeke baþ hatibû niha ji ber germa li Amedê ne li hundir, li dika servekirî derdikeve pêþberî hunerhezan. Hinek henek ku ji gelek skêçan pêk tê dê rojên 29, 30 û 31'ê mehê li sehneya servekirî ya Zarok Ma'yê bê lîstin. Lîstik saet 20.30 de têne lîstin û bername bi vî rengî hey:
29.07.2022
- Timarxane, Xalê Þêro, Olîmpos, Ne komîk, Perê û Hîvê, Îþê Te Pê Çi Ye.
30.07.2022
- Navê Zarokan, Olîmpos, Perê û Hîvê, Xalê Þêro, Ne komik, Îþê Te Pê Çi Ye
31.07.2022
- Timarxane, Silêmanê Pêxwas, Mulakat, Xalê Þêro, Ne komik, Îþê Te Pê Çi Ye
*
MÛÞ
GOTÛBÊJ Û ÎMZE
Li Mûþê bi beþdariya nivîskar Cîhan Roj çalakiya gotûbêj û îmzeyê li dar dikeve. Herî dawî pirtûkan Cîhan Roj bi navê "Þeþaqil" (Weþanên Lîs) derketibû. Cîhan Roj di gotûbêjê de dê hem li ser pirtûka xwe ya nû, hem li ser wêjeyê biaxive û herî dawî jî dê pirtûkên xwe îmze bike. Çalakî li MKM Kîtabevî ye (Li piþt AVM'pya Beyaz Saray).
30.07.2022, Saet 14.00
*
ÎZMÎR
KONSERA TAÞDOGAN
Li Îzmîrê hunermend Kasim Taþdogan du rojan derdikeve pêþberî hezkiriyên xwe. Li Bonema Cafe&Barê ewê hunera xwe pêþkêþ bike.
27 û 28 tîrmeh, saet 21.00, navnîþan: 900 soka No: 21 Konak
*
STENBOL
GOTÛBÊJ Û ÎMZE
Li Komeleya Lêkolînên Kurdî dê çalakiya gotûbêj û îmzekirina pirtûkan li dar bikeve. Rojnameger Ferîd Demîrel ku bi navê “Guldesteyek Ji Baxê Rewanê” û “Çîrokên Þêwra Ermenan” amade kiribûn û pirtûk demek berê çap bûbûn di gotûbêje li ser van pirtûkan û rewþa wêjeya kurdî ya li Kafkasyayê biaxive. Demîrel paþê dê pirtûkên xwe îmze bike.
30.07.2022, Saet 19.30, Unlu Ýþ Merkezi No 11, Kat 3 Unkapani
Not: Agahiyên nû bên ber destên me emê lê zêde bikin