Di 99 salî de mirov zanîngeheke din xilas bike…
Diyarname
Çîrok bi vî rengî ye: Mirovekî bi navê Giuseppe Paterno heye. Îtalyan e û di sala 1923’yan de li Sîcîlyayê hatiye dinê. Ew bi pênaseya xwendekarê herî extiyar dihat nasîn û niha wî lîsansa xwe ya bilind temam kir.
Ew li nav malbateke xizan hatiye dinê. Ji xwendina pirtûkan û xwendina giþtî hez dikir lê ji ber bêderfetiyê nekariye here zanîngehê. Dema Þerê Cîhanê yê 2’yemîn dest pê dike diçe þer, di bêndergehê de peywirê digire. Dûre di karê rêya hesinî de dixebite.
Lehengê vê çîrokê Paterno dema 30 salî ye ji derve beþdarî ezmûnan dibe û Beþa Enstîtuya Teknîkê ya Zanîngehê dixwîne. Paþê kar û bar, zewac, jiyana rojane, bêderfetî nahêle ew xwendina xwe bidomîne û dema dibe 60 salî û malniþîn dibe careke din berê xwe dide xwendinê.
Giuseppe Paterno du sal berê li ser dîrok û fîlozofiyê lîsansa xwe temam dike û dest bi lîsansa bilind dike. Paterno li Zanîngeha Palermoyê li ser heman mijarê lîsansa xwe ya bilind niha temam dike. Ew du sal berê jî xwendekarê herî extiyar bû û niha dîsa rekora xwe þikestibû.
Paterno bavê du zarokan û kalê çar neviyan e. Çapemeniya îtalî dibêje wekî ciwanan daxwaza xwendinê pêre heye.