Buldan û Sancar li ser perwerdehiya kurdî û nasîna nasnameyê sekinîn
5'emîn Kongreya Asayî ya HDP'ê bi dengdanê bi dawî bû. Kongreyê got bila Buldan û Sancar berdewam bikin.
Va ne hemû agahiyên ku nava rojê derketin holê:
*
Buldan û Sancar ji nû ve hatin hilbijartin
Di kongreyê de ji hezar û 50 delegeyî 806 delegeyî deng dan. Hevserokên HDP’yê yên niha Pervin Buldan û Mithat Sancar bi 797 dengên erê hatin hilbijartin. 9 deng jî hatin betalkirin. Ligel hevserokan endamên Meclisa partiyên jî hatin hilbijartin.
VA NE RÊVEBERÊN NÛ
Di kongreyê de lîsteya ku dê bidin dengdanê diyar bû. Va ne ew lîste:
Endamên Meclisa Partiyê yên Esil:
Abdullah Zeydan, Ahmet Saymadi, Aleddin Erdogan, Ali Kenanoglu, Ali Ozkan, Aliþan Þahin, Aydin Çetinkaya, Aylin Onursev, Ayþe Elif Ela Hasanoglu, Berkat Kar, Besriye Tekgur, Bulent uyguner, Cemalettin Yuksel, Cengiz Topbaþli, Cihan Aydin, Çiçek Ariç, Dersim Dag, Dogan Erbaþ, Ebru Gunay, Elif Bulut, Emine Ýnan, Emirali Turkmen, Eylem Arzu Kayaoglu, Fatma Çelik, Feleknas uca, Feray Mertoglu, Firat Keser, Fikret Melih Çolakogullari, Gulistan Ataþ, Gultekin Koçdemir, Gulustan Kiliç Koçyigit, Hacay Yilmaz, Hacer Elçin, Haci Bayram Kizartici, Hakki Saruhan Oluç, Halime Bayram, Hanim Binici, Hasret Alp, Hatice Akdag, Hatice Betul Çelebi, Hiþyar Ozsoy, Hividar Ozdemir, Iþik Arcan, Ýbrahim Sungur, Ýdil Ugurlu, Kemal Bulbul, Latife Demirci Kahya, Leman Kiraz, Leyla Atsak, Livan Orman, Mahfuz Guleryuz, Mediha Azra Gullupinar, Mehmet Raci Bilici, Mehmet Ruþtu Tiryaki, Mehmet Saltoglu, Mehtap Sert, Menekþe Kizildere, Metin ugurtepe, Muhammed Ayten, Murat Çepni, Musa Piroglu, Mustafa Guler, Naci Sonmez, Nazim Karakurt, Nazile Tursun, Nuray Ozdogan, Nuray Turkmen, Oya Ersoy, Omer Ocalan, Ozcan Ay, Ozcan Teker, Ozgul Saki, Ozgur Zeydanoglu, Ozlem Gunduz, Perihan Agaoglu, Pero Dundar, Ridvan Turan, Sait Tayci, Samet Menguç, Sedat Þenoglu, Semiha Þahin, Serhat Eren, Serpil Kemalbay Pekgozegu, Servin Karakoç, Seval Çadirci, Sevda Çelik Ozbingol, Sevgi Kiþin Sazan, Sidar Karaçelik, Songul Tunçdemir, Sultan Ozcan, Þaziye Kose, Þerife Yildirim, Tayip Temel, Tevfik Kaçar, Tulay Hatimogullari Oruç, Tuncer Bakirhan, Turgut Oker, Turkut Çatar, Zeki Koç, Zeynep Nilgun Salmaner.
Endamên Meclisa Partiyê yên Yêdek:
Adem Demiragaç, Ahmet Yildiz, Alican Çakir, Aylin Hacaloglu, Bahattin Karaman, Bedriye Irmak, Bedriye Yorgun, Beybun Aslan, Bulent Aþa, Dalha Kaya, Emin Ay, Engin Guleser, Erhan Basut, Erkan Mete, Erol Tunç, Ferit Aktepe, Haydar Ustundag, Huseyin Gencer Uçar, Ýsmail Anci, Kendal Soysal, Leyla Aygun, Lezgin Bingol, Mahmut Çavli, Mehmed Ali Yavuz, Mehmet Sabri Gul, Metin Ozbadem, Murat Kalmaz, Musa Alkan, Musa Aydin, Mustafa Çampinari, Necati Pirinççioglu, Omer Filitoglu, Ramazan Dogru, Reþat Aþan, Rohat Govercin, Sariye Ýnci, Serkan Baysak, Seydoþ Daniþ, Seyitbattal Taþdemir, Sinan Kaya, Þerif Bora, Þerif Durmaz, Tarik Zafer Yazigan, Turhan Yildirim, Unal Yusufoglu, Vedat Yildiz, Veli Aydogan, Veysi Eski, Yakup Çelik, Yunus Parim.
Endamên Lijneya Dîsîplînê:
Adalet Aydin Sozkesen, Gulistan Koç, Gulseren Pusatlioglu Kaçaroglu, Gulseren Tural, Huseyin Gozen, Mehmet Karayilan, Mehmet Oner, Ahmet Eken, Omer Aþkara
Endamên Lijneya Lihevkirinê:
Deniz Yildirim, Diba Keskin, Mustafa Yildiz, Necdet Ýpekyuz, Nusret Dogruak, Yildiz Bahçeci, Yuksel Akgun.
*
LIJNEYA ÞÊWRÊ HATE SAZKIRIN
HDP’ê di kongreyê de delegeyan biryara 5”emîn Konferansa Mezin a HDP’ê anî cih. Li gor vê biryarê Lijneya Þêwrê hate sazkirin ku di nav de ji gelek waran 43 nav hene. Di nav vê lijneyê de akademîsyen, rojnameger, þanoger, sosyolog û nivîskar hene. HDP’yê Lijneya Þêwrê ku ragihand ji niha û pêde dê gelek serî li wan bide û bi wan biþêwre.
Di nav Lijneya Þêwrê ya hate hilbijartin de ev kes hene:
Helbestvan Ahmet Telli, siyasetmedar Ahmet Turk, Serokê Rûmetê yê ÎHD’ê Akin Bîrdal, ji doza Dev-Yolê Ali Alfatli, rojnameger Ali Bayramoglu, Ayþe Erzen, Ayþegul Devecioglu, civaknas Bulent Kuçuk, akademisyen Celil Kaya, jina Mehmet Sincar Cihan Sincar, rojnameger Erdogan Aydin, Hevseroka avakar a HDP’ê Fatma Gok, nivîskar Ferda Koç, Akademisyenê Aþtiyê Gençay Gursoy, siyasetmedar Halil Aksoy, Hamit Geylani, rojnameger-nivîskar Hasan Cemal, nivîskar Kenan Kalyon, lîstikvan Kerem Firtina, akademisyen Levent Koker, Mahmut Demiralp, rojnameger Mehmet Altan, akademisyen Meral Camci, Mustafa Kemal Coþkun, Muzaffer Kaya, ji Doza 49’an rewþenbîr Naci Kutlay, siyasetmedar Nizamettin Toguç, Nurettin Sozmez, aktîvîst Nurten Ertugrul, Hevberdevkê HDK’ê yê berê Onur Hamzaoglu, aborîzan Ozgur Muftuoglu, dadgerê bê yê DMME’yê (Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê) Riza Turmen, parêzer Several Ballikaya, akademisyen Sevilay Çelenk, siyasetmedar Seyfi Ongider, Sirri Sakik, endamê Heyeta Îmralî Sirri Sureyya Onder, þanoger Sureyya Karacabey, akademisyen Þebnem Oguz, rewþenbîr Tarik Ziya Ekinci, siyasetmedar Veli Buyukþahin, Hevserokê avakar ê HDP’ê Yavuz Onen, akademisyen Zerrin Þahin Kurtoglu.
*
SANCAR: Bi ’Jiyana Nû’ emê pirsgirêkên salan çareser bikin
Hevserokê HDP’ê Mithat Sincar axivî. Va ne hin notên ji axaftina wî:
- Li hemberî hemû kêmînên we yên li hemberî partiya me û hevrêyên me, va ye ev gel, ev qelebalix, bi mîlyonan kesên çavên wan li me ye bersiva we didin. Hûn nikarin pêþî li me bigirin.
- Partiya me 10 sal berê hate avakirin. Erê em xetayan dikin, lê em girêdayî soza ku me daye ne. Ha va ye ev ji bo me çavkaniya rûmet û serbilindiyê ye.
- Silav li hemû hevalên me yên li girtîgeha, silav li hevalên me yên hatine sirgûnkirin.
- ‘Jiyana nû’ ku em dixwazin saz bikin ji bo pirsgirêkên sed salan, ji bo pirsgirêkên dem kurt û dem navîn çareseriyeke bingehîn e.
- Desthilatdarî ji me ditirse, loma bi hemû hêza xwe êrîþê me dike, dibêje qey dê me têk bibe. Keda me ya têkoþîna dehan salan, baweriya me ya têkoþînê, di serî de kurd, hemû gelên ligel hev em bi hev re dimeþin, hêzên demokratîk dê vê plana wan têk bibin.
- Bi taybetî ez dixwazin li ser bisekinim, rêya çareserî ne þer-pevçûn-þîdet e. Bi diyalog, muzakere û siyaseta demokratîk mirov dikare xwe bigihîne çaraserî û aþtiyê.
- Em dixwazin navenda çareseriyê meclis be. Çima, ji ber ku dê zelalî hebe, dê beþdarî hebe, divê hebe. Dikare hin gav bêne avêtin. Ev ne gavên zehmet in, zehmet bin jî divê bêne avêtin. Ezê çend sernavan bînim ziman: Divê hemwelatiya wekhev bixin bin ewlehiyê, i serî de perwerdehiya bi zimanê zikmakî divê hemû nasname bêne nasîn. Demokrasiya herêmî bê qebûlkirin û sazkirin. Bi rêya darazê hemû texrîbatên hatine kirin bêne baþkirin, hinek din zelal bêjim, divê hemû dozên li ser girtiyên siyasî bêne betalkirin û bêne encamkirin. Divê dawî li rejima dest daniye ser vîna siyasehî û hemû kayûm bêne betalkirin. Rêya çareseriya van meclis e û divê em van nîqaþ bikin û bikin malê gel bikin wekî vîna aþtî û çareseriyê.
- Ji Þîlî, Peru, Arjantîn heta Kolombiyayê li hemberî rêveberiyên talankar, çetekar îtîfaqa demokratîk a berfireh çêbû, bi hêviya azadî, wekhevî û edelatê biriqî û gelan ew hembêz kir. Gelên ku têne çewsandin ligel karker, jin û tevgerên ekolojîk hatin ba hev û dawî li olîgarkan anî. Ev gav ji bo aþtiyê çiqas muhîm e di mînaka Kolombiyayê de tê dîtin.
- Emê ligel hemû endam û gelê xwe, ligel hevkarên îtîfaqa demokrasiyê, hemû aliyên ku em bikaribin xwe bigihînin wan emê bên ba hev û emê berendamê xwe eþkere bikin. Hedefa me dê ew be ku herî hindik em derkevin dora diduyan. Meþa me sazkirina jiyaneke nû, civakeke nû û jiyaneke nû ye. Bila kongreya me ji bo hemû welat û dinyayê xweþiyê bîne. Çareserî em in, serkeftin a me ye. Riya me vekirîbe. Bimînin di xêr û xweþiyê de.
*
BULDAN: RÊYA ÇARESIRIYÊ HIQÛQA NAVNETEWEYÎ YE
Di kongreyê de Hevseroka HDP’ê Pervin Buldan axivî. Va ne çend not:
- We coþa 8’ê Adarê, Newrojê, 1’ê Gulanê we aniye vê salonê. Îro we li vê derê dîrokek nû nivîsî
- Bi meþa xwe ji Edîrneyê heta Culemêrgê em bûn pirê demokrasiyê.
- Li her derê em bûn dengê aþtiyê. Em piþta xwe didin berxwedan hu têkoþîna xwe û em dibêjin soza me heye, çareserî em in, hêza guherînê em in. Hêz hûn bi xwe ne. Hêza me ew e li ser her pirsgirêka welat em gotina xwe bêjin û em fikra çareseriyê derxin holê.
- Emê serketinên nû li serketinên xwe zêde bikin.
- Ji ber ku bi tecrîdê bersiva banga birêz Ocalan dan ev yek bû sedem ku neçareserî xurtir bibe. Divê gavek zûtir dest ji vê bê berdan û dawî li tecrîdê bînin.
- Bi polîtîkayên xwe yên þer û dagirkirinê, bi polîtîkaya derve ya dijkurdan ûn nikarin rastiya pirsgirêka kurd û serketinên gelê kurd ji holê rakin. Rojhilata Navîn û Sûriye ne bi neyartiya we ya li dij kurdan, bi vîna yekît ya kurdan û bi vîna bi hev re jiyîna gelan, bi îtîfaqa demokrasiyê dê þikil bigire.
- Em ji vê derê dibêjin: Rêya çareseriyê lihevkirina demokratîk, siyaseta azad û li ser bingeha hiqûqa navneteweyî diyalog û muzakereya demokratîk e. Gavên çareseriyê hemwelatiya wekhev, perwerdehiya bi zimanê zikmakî, demokrasiya herêmî ya xurt û ji holê rakirina hemû texrîbatên ku pergala dadgeriyê çêkirine ne. Rêya çareseriyê diyalog û bingeha lihevkirina siyasetî parlemen e.
- Çareserî em in, gelê me ye. Bi hêza ku me ji ceribandinên xwe yên berê girtine di her gava vê meseleyê de em amade ne bar bigirin ser milên xwe.
- Dê serdema siyaseta ku çareseriyê saz nake bi dawî bibe û serdema HDP’ê dest pê bike.
*
ÎTÎFAQA KURDISTANÊ LI WIR E
Nûnerên Îtîfaqa Kurdistanê ku HDP jî di nav de ye li kongreyê amede ne. Ji partiyên kurdan Serokê PDK-T’yê Mehmet Emin Kardaþ, Serokê KKP’ê Sinan Çiftyurek, Serokê Komeleya Demokratîk a Þoreþger a Kurdan Necat Ozbey, Sekreterê Tevgera Azadî Metin Pirani, Serokê ÎOP’yê Mehmet Kamaç, li ser navê PAK’ê Mehmet Gul û Faruk Amedi, li ser navê PSK’ê PSK’ê Alaaddin Aras û Celal Yildiz, Endamê Lijneya Dîsîplînê yê HAK-PAR’ê Hasan Þeþoglu, li ser navê Partiya Azadî Abdulrahman Suleyman wekî mêvan beþdarî kongreyê bû.
Li aliyê din ji Herêma Kurdistana Federe nûnerên Hizbî Zehmetkêþan, Hizbî Þiî Kurdistan, Bizûtneweyê Rizgarî Demokratî Kurdistan, Yekîtiya Parlamenterên Kurdistan, Yekîtiya Neteweyî Demokrata Kurdistan nûner hatin kongreyê. Her wiha YNK û Tevgera Goran peyama serketinê ji bo kongreyê þand.
*
NÛNERÊN PARTIYÊN TIRK
Hin nûnerên partiyên tirk jî wekî mêvan li salonê ne. Cîgerê Serokê Giþtî yê CHP’ê Onursal Adiguzel, Sekreterê Giþtî yê Gelecek Partisi Kani Torun, Cîgerê Serokê Giþtî yê DEVA’yê Mehmet Emin Ekmen û Seroka Polîtîkayên Jinan Elif Esen, Cîgirê Serokê Giþtî yê Saadet Partisi Fatih Aydýn beþdarî kongreyê bûn.
JI DINYAYÊ MÊVAN HENE
Ji temamê dinyayê li dor 100 nûner hatine kongreyê. Ji Ewropayê nûnerên gelek partiyan beþdarî kongreyê bûn. Ji Rojhilata Navîn, ji Afrîka û Amerîkayê jî ji gelek welatan nûnerên partî û rêxistinan wekî mêvanhatin kongreyê. Her wiha li gor agahiya amadekarên kongreyê ji 400’î zêdetir saziên sivîl û sendîkayên ji Tirkiyeyê nûner þandine kongreyê.
MEBÛSÊN BERÊ
Siyasetmedar Ahmet Turk, mebûsên berê yên HDP Abdullah Zeydan, Sirri Sakik, Adem Geveri, Behçet Yildirim, Sirri Sureyya Onder jî di nav de gelek siyasetmedar li salonê amade bûn.
XIZMÊN SIYASETMEDARÊN GIRTÎ
Jina Hevserokê berê yê HDP’ê Selahattin Demirtaþ Baþak Demirtaþ, jina Hevþaredarê Bajarê Mezin ê Amedê (ê kayum þandin cihê wî) Selçuk Mizrakli Zeynep Mizrakli, mêrê Gulser Yildirim Kamîran Yildirim jî beþdarî kongreyê bûn.
*
ÞENYAÞAR LI KONGREYÊ BÛ
Ji bo doza kuþtina endamên malbatê dayik Emine Þenyaþar û kurê wê Ferit Þenyaþar Nobeta Edaletê didomînin. Îro roja 482’yan a rûniþtina Nobeta Edaletê ye. Ji bo vê dayik Emine Þenyaþar dîsa li cihê xwe rûniþtî bû,lê kurê wê Ferit Þeryaþar wekî mêvan beþdarî kongreyê bû û Nobeta Edelatê anî kongreyê.
*
HILBIJARTINA HEVSEROKAN Û LIJNEYAN
Ji bo rêveberina kongreyê di bin serokatiya Berdevkê KOMA HDP’ê Saruhan Oluç de Lijneya Rêveberiya Kongreyê saz bû. Dilan Dirayet Taþdemir, Dersim Dag, Serpil Kemalbay û Necdet Ýpekyuz wekî endamên dîfanê hatin hilbijartin. Dîwanê dest bi rêvebirina kongreyê kir.
Di kongreyê de hezar û 50 delege dê deng bidin. Di kongreyê de 100 endamên esil ên Meclisa Partiyê, 50 yêdek hu 30 endamên fexrî dê bêne hilbijartin. Her wiha hevserok jî dê bêne hilbijartin lê li hev kirina ku hevserokên niha karê xwe bidomînin. Di Meclisa Partiyê de dê guherîn hebin û navên nû hebin.
*
PANKARTÊN SALONÊ
Diruþmên kongreyê “Çareserî bi me re ye” û “Serkeftin a me ye” ne. Posterê Deniz Poyraz a li Îzmîrê li avahiya HDP’ê hat kuþtin li salonê hat daliqandin. Pankartên wekî “Bi îtîfaqa demokrasiyê rêya sêyemîn”, “Bi îtîfaqa demokrasiyê emê miheqeq bi ser bikevin”, “Di têkoþîna li hemberî þîdeta li ser jinê de çareserî em in”, “Ne þer û tecrîd, aþtî û çareserî”, “Ne rejima yekkesî, Komara Demokratîk”, “Ji bo azadî, ji bo çareserî soza me heye”, “Di pirsgirêka kurd de çaraseriya demokratîk”, “Çareserî bi me re ye, azadî di destên me de ye”.
*
SERÊ SIBÊ DERÎ VEBÛN
Îro li Salona Sporê ya Arenayê ya Enqereyê 5’emîn Kongreya Asan a HDP’ê li dar ket. Ji serê sibê de bi hezaran kesên ji bajarên cur bi cur ji bo kongreyê hatin li salonê kom bûn.
Ciwan bi diruþman ketin salonê. Jin jî bi þaxê zeytûnê ku aþtiyê sombolîze dike û bi diruþman ketin salonê.
Li salonê diruþmên HDP gel e hel li vir e, HDP hêvî ye, HDP li ser lingan e bilind bûn. Diruþmên wekî Bijî Serok Apo, Bijî berxwedana zindanan jî hatin berzkirin.
Li ber salonê jî li derve gelek kesan govend gerandin.