Sadînî: ’Mîrnameya Hekarîyan’ ne behsa mîrekiyek, behsa dewletek dike
Diyarname
Nivîskar M.Xalid Sadînî pirtûka Temerxanê Yazîcî ya bi navê “Mîrnameya Hekarîyan” ji farisî wergerandibû û kurtedemek berê cilda wê ya yekemîn ji Weþanxaneya Peywendê derxistibû. Ji bo danasîn û îmzekirina pirtûkê roja 25'ê mehê li Weqfa Îsmaîl Beþîkçî ya li Stenbolê gotûbêjek li dar ket.
Di gotûbêja ku rojnameger Mevlut Oguz moderatoriya wê kir de Sadînî pêþî qala çîroka pirtûkê kir û got ku dema hê 22 salî bû hay ji berhemê çêbûye lê paþê hatiya girtin, dema girtî bûye jî her di bîra wî de bûye û ji ber ku pirtûk bi farisî bû ji bo vê li hundir jî farisiya xwe pêþ xistiye.
‘PIÞTÎ ÞEREFNAMEYÊ PIRTÛKA LI SER DÎROKA KURDAN’
Li gor gotina Sadînî 'Mîrnameya Hekarîyan' di sala 1663’yan de wekî destnivîs bi farisî hatiye nivîsîn û heta niha ne bi farisî, ne bi zimanekî din nehatiye çapkirin û yekem car bi kurdî hatiye çapkirin. Sadînî piþtî tê berdan diçe cem malbatê ku ev destxest li ber destên wan e. Sadînî wisa got, “Wê çawê hê ev telefonên niha tune bûn, tabletek ji bo min ji Amerîka hatibû. Me aliyek de sohbet dikir, çay vedixwar, nan dixwar min jî fotoyên rûpelan dikiþandin. Çar saetan de min hemû fotoyên rûpelan kiþandin û çar rojan çengê min tevizî mabûn.”
‘NE QALA MALBATEK, QALA DEWLETEK DIKE’
Sadinî qala naveroka pirtûkê dike û dibêje, “Piþtî Þerefxaneyê ev pirtûk raste rast pirtûkek li ser tarîxa kurdan e ku bi berfirehî hatiye nivîsîn. Temerxanê Yazîcî wê demê bi xwe tiþtên dîtiye, rewþa wê demê nivîsiye. Ev pirtûk bi xwe ne behsa mîrekiyek, malbatek, behsa dewletek dike. Qala 12 hezar eskerên xwedan çek dike. Di pirtûkê de gelek dîrok hene, dema qala kesek dike dîroka wê jî dide. Ferqa vê pirtûkê û ji yên din ev e. Dema em belgeyên wê demê û vê pirtûkê didin ber hev, agahiyên dîrokî yên têde hev digirin. Loma wekî belgeyeke dîrokî jî dîroknivîskar dikarin jê sûde bigirin.”
Sadînî ji bilî agahiyên din qala çîroka zewaca keça Þerefxanê Mîrê Cizîrê û kurê Mîrê Hekarî Zeynel begê jî kir ku pirtûk bi berfirehî qal dike. Sadînî ev beþ xwend ku di vê beþê de wisa agahiyên daweteke çîna jorîn dane, “Bi baran zêr û cewher girê dan, zêr û qumaþ tije kirin heta ber derî. Ji bo yên hatine serdana dawetê wisa diyarî li wan belav kirin ku sê salan têra xerckirina wan hebûn. Bi sêlekan zêr belav kirin ji bo feqîran.”
Li aliyê din Xalid Sadînî qala sînorê Mîretiya Hekarî jî kir û ji bo zimanê wan jî diyar kir ku wan her kurdî bikar aniye, mîr ferman daye ku bi kurdî bidin û bistînin, loma jî navbera mîran de sohbet û name hemû bi kurdî bûn, lê têkiliya di navbera wan û farisan, osmaniyan de bi farisî, erebî bû.
Piþtî gotûbêjê nivîskar Xalid Sadînî pirtûk ji bo mêvanan îmze kirin.
Cilda yekemîn a Mîrnameya Hekarîyan ji Peyywendê derket. Sadînî li ser cilda din xebata xwe didomîne.