Bi ‘Evîn, Mark û Mirin’ê Documentaristê dest pê kir
Diyarname
15’emên Rojên Belgefîlman a Stenbolê Documentarist bi merasima destpêkirinê deriyên xwe vekirin. Di þevê de belgefîlmê derhêner Cem Kaya “Aþk, Mark ve Olum” hat nîþandayîn.
Ji bo destpêkirina Documentaristê li CRR’yê merasima destpêkirinê li dar ket. Derhênerên hunerê yên Documentaristê Emel Çelebi û Necati Sonmez derketin ser dikê û ligel xêrhatina mêvanan qala festîvalê kirin. Emel Çelebî got ku piþtî pandemyê em dîsa li salonan tên ba hev û got, “15 sal berê ligel komek biçûk bi heyecan me li malan dest pê kiribû, niha bi heman heyecanê em didomînin.” Çelebî da zanîn ku ji dor 130 belgefîlmên ji Tirkiyeyê ji bo wan hatine þandin dor 30 hebî xistine bernameyê û her wiha di bernameyê de guherînên nû çêkirine.
Necati Sonmez jî got ku hatina cem hev a li cihên aîdê me bi me dabûn ji bîrkirine niha bi paþ ve girtina van mekanan, bi rêya festîvalê tiþtek girîng e û sipasiya Þaredariya Bajarê Mezin kir. Sonmez wisa got, “Ligel her tiþtî afirandina belgefîlman girîng e. Ji nîþandayîna belgefîlman wêdetir li vir hatine cem hev, axivîna li ser fîlman, li cem hev, li kêleka hevbûn ji bo me girîng e.”
Ji ber Çalakiyên Geziyê hin kes hatibûn girtin ku di nav wan de Çîgdem Mater, Mucella Yapici û Mine Ozerden hebûn. Belgefîlmkaran Mine Ozerden û kesên din ên hatine girtin bibîr anîn
Piþtî axaftinan Peradi Esmeble ku endamên wê ji jinan pêk dihat bi çend zimanan konsereke biçûk pêþkêþ kir. Paþê wekî belgefîlmê destpêkirina festîvalê belgefîlmê bi navê “Aþk, Mark ve Olum” (Evîn, Mark û Mirin) hat nîþandayîn. Belgefîlmê derhêner Cem Kaya li ser kesên ji Tirkiyeyê wekî koçber çûbûn Almanyayê hatiye kiþandin. Belgefîlmê ku bi ser muzîkê re vê dîrokê û guherîna wan tîne ziman, gelek hat ecibandin. Heman belgefîlm roja 25’ê mehê saet 19’an de li Cine Majesticê dê bê nîþandayîn.
Documentaristê ji 25’ê mehê heta 30’yê mehê dê bidome û belgefîlm li Beyogul li salonên Navenda Çanda Fransiz, Cine Majestic, Aynali Geçit, li Kadikoy jî li Muze Gazhane têne nîþandayîn.
Her wiha çalakiyên Documentaristê jî li Postane û li Navenda Çanda Yapi Kredi têne li dar xistin.
Ji bo bernameyê:
Nûçeyên Eleqedar: