Þeva bîranîna Dengbêj Þakiro bi coþ li dar ket
STENBOL
Saziyan kurdan di 26’emîn mirina Dengbêj Þakiro de ew bi þeveke taybet, bi klaman bibîr anî.
Kongreya Demokratîk a Gelan (HDK), Partiya Demokratîk a Gelan (HDP), Navenda Çandê ya Mezopotamyayê (NÇM) û Navenda Çand û Hunerê ya Golgeyê (GKSM) li Navenda Çandê ya Cem Karacayê þeveke taybet ji bo bîranîna Dengbêj Þakiro li dar xist. Þeva bîranînê bi pêþkeþvaniya hunermend Devrîm Demîrê hat lidarxistin. Hevseroka Giþtî ya HDP'ê Pervîn Bûldan, nivîskar Mûrathan Mûngan, ji malbata Dengbêj Þakiro Teyfîk Denîz, heval û dûajoyên Þakiro, Dengbêj Kazo, Dengbêj Zahiro, Dengbêj Xenî, Dengbêj Mihemedê Beyro, endamên partiyên siyasî jî di nav de bi sedan kes tevli þeva bîranînê bûn. Ji ber ku li hêwanê qoltixên vala neman, gelek temaþevan jî li korîdorê rûniþtin.
Pêþî nivîskar Mûrathan Mûngan axivî. Mûngan got: "Di vê dema ku wijdan, edalet, heqaniyet û wefadarî windabûye de, qedirxanî girîng e. Di demeke wisa de ku fikar zêde bûne, lidarxistina þeveke wisa girîng e. Malavayiya wan kesan dikim ku ev þev li dar xistin. Ez kesên ku kevneþopiya dengbêjiê bibîr tînin pîroz dikim."
Mûngan bal kiþand ser girtiyan jî û got: "Silav li kesên ku desthilatê ew di girtîgehan de dîl girtine."
Paþê koma þanoyê ya GKSM'ê li paþ perdeyê kilama "Kekê Xiyaseddîn" a Þakiro got.
Omer Guneþ û Îbrahîm Þahîn ku li ser dengbêjan lêkolînên cidî kirine, dîsa hunermend Xelîl Xemgîn, Hozan Marûf û Hozan Þemdîn peyamên bi vîdeo þandin þevê. Ciwan Haco jî peyama xwe bi nivîskî þand þeva bîranînê.
Heval û dûajoyhen Þakiro Dengbêj Kazo, Dengbêj Zahiro û Dengbêj Mihemedê Beyro jî behsa hevaltiya xwe ya bi Þakiro re kirin. Paþê dengbêjan kilam gotin.
Piþtî sînevîyona derbarê jiyana Þakiro de, birayê wî Teyfîk Denîz got gel ji wî bêtir Þakiro nas dike. Denîz destnîþan kir ku her kes Þakiro nas dike û jê hez dike. Denîz piþtî axaftinê kilameke ku li ser Þakiro çêkiriye got.
Di dawiya bîranînê de jî dîwana dengbêjan hat danîn. Dengbêj Salihê Qubînî, Dengbêj Hediye, Dengbêj Eylul Nazlier, Dengbêj Erhan Kaya kilam gotin.
MA