Ji bo bîranîna Þakiro þahiyeke tê li dar xistin
STENBOL
Ji bo 26'emîn salvegera koça dawî ya dengbêj Þakiro "Þeva Bîranîna Þahê Dengbêjan Þakiro" tê lidarxistin. Hunermendê NÇM'ê Engîn Denîz anî ziman ku dê bi vê bîranînê bersiva zextên li ser kurdî jî bidin.
Kongreya Demokratîk a Gelan (HDK), Partiya Demokratîk a Gelan (HDP), Navenda Çandê ya Mezopotamyayê (NÇM) û Navenda Çandê ya Golgeyê (GKM) roja 24'ê mehê li Navenda Çandê ya Cem Karaca "Þeva Bîranîna Þahê Dengbêjan Þakiro" li dar dixin. Bîranîn dê saet di 19.00'an de dest pê bike û dê di destpêkê de helbestvan-nivîskar Mûrathan Mûngan biaxive. Her wiha dê dengbêj Zahiro, Kazo, Xenî, Salihê Qubînî, Hediya, Eylul Nazlier û Erhan Kaya jî tevli bîranînê bibin.
Ji xeynî vê dê di beþa didoyan a bîranînê de girîngiya dengbêjiyê di çanda kurdî de bê nîqaþkirin. Di vê beþê de jî dê hunermend Ciwan Haco, Omer Guneþ, Îbrahîm Þahîn, Hozan Marûf û Hozan Þemdîn jî bi rêya vîdeo konferansê tevli bernameyê bibin û mijarê binirxînin.
BÎRA KURDÎ: ÞAKIRO
Hunermendê NÇM'ê Engîn Denîz li ser girîngiya þeva bîranînê sekinî. Denîz destnîþan kir ku dengbêj Þakiro ji bo kurdan temsîliyeta kevneþopiyeke dîrokî ye û di heman demê de bîra kurdan e. Denîz diyar kir ku cara ewil e ku dê ji bo Þakiro çalakiyeke berfireh li dar bixin û dê di çalakiyê de di þexsê Þakiro de hemû dengbêjin jiyana xwe ji dest dane bibîr bixin. Denîz bi lêv kir ku ji dengbêjên ku herî zêde çanda dengbêjiyê temsîl dikin yek jê Þakiro ye û dê bi vê bîranîn bersiva zext û çewisandinên li ser kurdî jî bidin.
Denîz bal kiþand ser zext û zoriyên li ser çanda kurdî jî û got: "Em hemû bi çewisandinên çandî, aborî û siyasî re rû bi rû diman, lê îsal çewisandin pir berbiçav bûne. Cara ewil e ku ev qasî aþkere êriþê dibin ser kurdî. Lewma ev di heman demê de dê bibe bersiva van çewisandinan jî. Bi rastî jî qedexekirina zimanê civakekê tiþtekî hovane ye. Em kurd jî dixwazin li hemberî vê xwedî helwest bin û bersiva van pêkanînan bidin. Çalakiya me dê bi hêleke xwe di vê çaçroveyê de be."
‘DIVÊ EV DESTPÊK BE'
Denîz diyar kir ku zextên li ser kurdî ji ber polîtîkaya kedxwariyê ye û sedema sereke ya ya vê polîtîkayê jî ew e ku dixwazin kurdan asîmîle bikin. Denîz got dê ev dê ev polîtîka bi ser nekeve û wiha got: "Kurd çi dibe bila bibe dê xwedî li zimanê xwe derkevin. Mînakên vê yekê pir in. Qedexekirina zimanekî nayê qebûlkirin. Armanca me em hem Þakiro bibîr bînin hem jî bidin der ku her kes xwedî li kurdî derkeve. Hêleke wê ya din jî em li dijî zextan nîþan bidin ku em hê li vir in û em ê heya dawiyê xwedî li vî zimanî derkevin. Ji bo çanda dengbêjiyê bigihê nifþên nû divê em rêyên nû bibînin. Ev, divê bibe destpêk."
Denîz di dawiyê de bang li her kesî kir ku tevli þeva bîranînê bibin.
MA